Îbn Xelikan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Şemsedîn Ebûl Ebas Îbnî Muhemmed Îbnî Xelîkan
Navê rastî
شمس الدين أبو العباس أحمد بن محمد بن خلكان
Jidayikbûn 22ê îlona 1211an
Mirin 30ê çiriya pêşîn a 1282an
Şam / Sûrî
Esil Kurd
Hevwelatî Flag of Ayyubid Dynasty.svg Dewleta Eyûbiyan
Pîşe Alimê Îslamê, Nivîskar û Dîroknas
Serdem Serdema Zêrîn a Îslamê
Bandorbar Xezalî, Kemaledînê Yûnis, Ehmed Şerefedîn
biguherîneBelge

Ebû'l Ebas Ehmedê kurê Xelikan (bi erebî: أبو العباس أحمد بن خلكان‎, lat. Abu'l-Abbas Ahmad bin Khallikan) (jdb. 22ê îlona 1211an − m. 30ê çiriya pêşîn a 1282an ) an bi kurtî Îbn Xelikan, nivîskar, dîroknas û zaneyekî misilman yê bi eslê xwe Kurd[1] ê di sedsala 13an de jiyaye.

Pirtûka xwe ya navdar û bingeha heta îroj mayî Wefayat Eleyan (bi kurdî, Mirina Zadegan) bi zimanê erebî nivîsandibû.

Ew di sala 1211an de li Hewlêrê ji dayik bûbû. Wî di 1256an de dest bi pirtûka xwe kiribû û di 1274an de jî temam kiribû. Di wê pirtûkê de wî jiyana 865 kesî nivisandiye û qeyd kiriye. Wî di wextên cida de li Qehîre û Şamê qazîtî kiribûye. Ew li Şamê di sala 1282an de çûye ser dilovaniya Xwedê.[2]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Firoozeh Papan-Matin. "Beyond Death: The Mystical Teachings of ʻAyn Al-Quḍāt Al-Hamadhānī". r. 97-98 The famous Kurdish medieval bigrapher Abū Al-ʿAbbās Aḥmad ibn al-Khallikān..
  2. http://www.at-tawhid.net/m/article-105061340.html

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]