Nemrûd (qeralê sumerî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneyê Nemrûd e ku ji hêla David Scott ve di sala 1832an hatiye çêkirin

Nemrûd, (bi îbranî: נִמְרוֹדֿ, bi romanêze: Nimrôḏ, bi erebî: اَلْنَّمْرُود an-Namrūd) li gorî Pirtûka afirînê kurê Kûş û neviyê Nûh e ku li welatê Şînar (Mezopotamya) wekî qeral hatiye binavkirin.

Baweriyên Îbrahîmî behsa Nemrûd dikin. Li gorî Încîlê Nemrûd nêçîrvanekî hêzdar bû ku li ser rûyê erdê bi hêz bû.[1] Li gorî Quranê kesê ku Îbrahîm diavêje agirê qeralekî pûtperest e û jiber ku Îbrahîm peykerên xwedawend ên wî şikandiye, Îbrahîm bi şewitandinê dide cezakirin û wî diavêje nava agirê.

Li Bakurê Kurdistanê du çiya bi navê Nemrûd hene. Çiyayê Bêllî bi navê din Çiyayê Nemrûd e (li Semsûrê ye) û Çiyayê Nemrûdê ku çiyayekî volkanîk e (li Bidlîsê ye) bi navê Nemrûd hatine binav kirin.

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî mîtolojiya kurdî Nemrûd xwe wekê kesekî nemir hesibandiye. Wateya navê wî Nemir e ku di zimanê kurdî de tê wateya kesê nemir. Nav piştre Nemir, Nemird û wekî Nemrûd hatiye guhertin.

Li gorî Încîlê Nemrûd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Încîlê de yekem behsa Nemrûd di Tabloya Miletan de ye. Di Încîlê de wî wekî kurê Kûş, neviyê Ham û neviyê Nûh binav dike û wî wekî "kesê li ser rûyê erdê hêzdar" û "li hemberî Xwedê ya nêçîrvanek hêzdar" bi nav dike. Ev yek di Pirtûka Yekemîn a Dîrokan 1:10 de tê dubare kirin, û "Welatê Nemrûd" ku wekî hevwateya Asûr an Mezopotamyayê tê bikar anîn, di Pirtûka Mîka 5:6 de tê gotin:

Û ewê welatê Asûra bi şûr û welatê Nemrûd di dergehê wê de wêran bikin. Bi vî awayî ewê me ji destê Asûrî rizgar bike, gava ku ew were welatê me û gava ku ew di nav sînorên me de bikeve.

Nîqaşa Nemrûd û Îbrahîm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di kevneşopiyên baweriyên cihûtî û îslamî de, tê gotin ku di navbera Nemrûd û Îbrahîm de pevçûnek çêbûye. Di çîrokan de behsa nakokiyek ku pê re felaket çêbûye, bi nîqaşa rûbirûbûna qencî û xerabiyê, yan jî wekî niqaşa yekxwedayîtiya ku li dijî pirxwedatiyê ye, tê bi navkirin. Li gorî K. van der Toorn û P. W. van der Horst, ev kevneşopî yekem car di nivîsarên Pseudo-Philo de tê behskirin.[2]

Di hin guhertoyan de wek Flavius ​​Josephus, Nemrûd mirovek e ku îradeya xwe li hember viyana Xwedê dibîne. Di hinên din de, ew xwe wek xweda dide nasîn û bi vî rengî ji hêla kesên xwe ve tê hebandin, carinan digel hevjîna wî Semîramîs wekî xwedawendek li kêleka wî dihebînin.

Nîşanek di stêran de ji Nemrûd û stêrnasên wî re behsa nêzîkbûna bûyîna Îbrahîm dike, ku dê dawî li pûtperestiyê tîne. Ji ber vê yekê Nemrûd fermana kuştina hemû zarokên nûbûyî dide. Lê diya Birahîm direve şikeftê û bi dizî Îbrahîm tîne dinyayê. Birahîm di temenekî biçûk de Xwedê nas dike û dest bi hebandina wî dike.

Rojek Nemrûd li qesra xwe civînek mezin ê gel li dar dixe. Naçiqek dide destê Îbrahîm û jê dixwaze ku bibe nobedarê peykerên xwedawend ên wî ku kes zirarê nede wan. Heta ku civîna gel ya Nemrûd xelas dibe, Îbrahîm bi naçiqa destê xwe hemî peykerên biçûk dikşîne û naçiqê datîne ba peykera mezin xwedawend a herî mezin.

Piştê civîna gel Nemrûd rewşa peykerên xwedawendên dibêne bi Îbrahîm re rûbirû dimînin e. Îbrahîm ji Nemrûd dixwaze ku dest ji pûtperestiya xwe berde. Li hemberî vê yekê Nemrûd gelek bi hêrseke mezin ferman dide ku kesên wî Îbrahîm bigirin û bi girtina Îbrahîm re ferman dide jibo ku Îbrahîm bi şewitandina agirê bê cezakirin dest bi berhevkirina daran tê kirin. Li gorî hinek jêderan berhevkirina daran çar sal dewam dike ku Birahîm di agirê herî mezin a ku cîhanê heta wî rojê ne dîtiye, bişewitîne. Piştî amadekariya agirê, agirekî pir zêde û giran tê hilkirin. Îbrahîm ji cihek bilind ve ber bi agire ve tê avêtin lê bi awayekî mûcîzevî Îbrahîm bê zerar ji nav agirê derdikeve derve.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "BibleGateway - Keyword Search: nimrod". www.biblegateway.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 nîsan 2022.
  2. ^ "Nimrod". Wikipedia (bi îngilîzî). 26 adar 2022.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]