Pîvok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pîvok, reng bi reng
Gupikên pîvokê
Gupik vedane

Pîvok, pirpizêk، Pîşok (Crocus) ji famîleya sosinan (Iridaceae) kulîlkek e. Ango ji malbata ku berfî, leylank, sosin, pîvaz û lale dikevînê. Malbata zembeqan jî dibêjin. Li Kurdistan, rojhilata navîn, Ewropa û bakurê Afrîkayê gelek tê dîtin. 89 cureyên wê hene.

Cureyên wê yên li Kurdistanê yên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekî xurdemeniyek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibêjin ev kulîlk ji Alpên Swîsreyê belav bûye, ango welatê wê yê herî kevn Çiyayên Alpan e. Kokên wê bi xavî an pijandî tên xwarin. Xwarina wê jî çêdikin. Li hin deveran ard (arvan) bi kokên wê werdikin, di nava rûn de diqelînin û dixwin. Li Gurcistanê girara wê (pîlaw) û herwiha şorbeya wê jî çêdikin.

Zeferan (crocus sativus) jî cureyeke pîvokê ye ku di pêjgeha kurd de cihê wê heye. Herwiha li Hindistan, Îran û welatên ereb jî zeferan gelek tê bikaranîn. Li Tirkiyeyê jî toza zeferanê bikartînin.

Divê mirov jibîr neke, hin riwekên dişibin pîvokê hene ku dikarin ziyanê bidin tenduristiya mirov. Bo mînak pîvoka bejî yan pîvoka bêyom heye ku bi latînî jê re colhicum dibêjin, bijehr e. Mixabin li Kurdistanê zarok bêî zanebûn vê cureyê bijehr dixwin, bi jehrê dikevin.

Taybetiyên pîvokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Riwekek herdemî ye, ango heger bê çandin di kîjan werzê de be, aj dide. Lê ji bo ew bijî axa çiyayî, sar û berfî pêwîst e.

Li Kurdistanê bi biharê û payîzê aj didin. Pelên wê rengên cuda de ne, lê pirranî mor, zer, spî û binefşiya vekirî ne. 88 cureyên wê hatine peyitandin û tomarkirin.

Rêzkirina cureyên wê, gorî Mathew[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Brian Mathew sala 1982'yan 80 cure û 8 variyantên cureyan tomar kiriye, (bi latînî):

Xasbaxçeya pîvokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • S. I. Ali, Brian Mathew: Crocus. In: Flora of Pakistan - Floraya Pakistanê, Rûpel 202 (online) (ne bi kurdî ye)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]