Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Cemiyeta Teawun û Teraqiya Kurd hat beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Ji yek damezrênerên KAPKê Emîn Elî Bedirxan

Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd an Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurmancan [1], ango Komeleya Alîkarî û Pêşveçûna Kurd (KAPK), bi navê wê yê tirkî Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti jî tê naskirin, di sala 1908an li Veznecilera Stembolê hatiye damezrandin û rêxistina siyasî ya kurdan a pêşîn bû. Komele ji aliyê kesê xwedî ramanên cûda ve hatibû damezrandin lê karakter û tîna komeleyê arîstokrat bû.

Danasîna Komeleyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Pêvajoya Damezrandinê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Piştî îlankirina Meşrûtiyeta Yekem a Dewleta Osmanî, rewşenbîrên kurd ku li sirgûnê bûn vegeriyan Stembolê. Ev rewşenbîr û rewşenbîrên ku berê li Stembolê dijiyan eşkere piştgirî dan meşrûtiyetê û ji bo bicîhbûna wê ketin nav hewldana. Rewşenbîrên Stembolê ji bo armanca bi dawî anîna mazlûmbûn neteweya kurd xwestin komeleyek damezrînin. Di vekirina komeleyê de 500 endam û gelek mêvan eleqe nîşandan komeleyê.

Damezrêner[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Armancên Komelê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li gorî destûrnameya komeleyê, KAPK dixwest van tişta bike:

  • Damezrandina dibistanan
  • Xebatên ji bo fermîkirina zimanê kurdî
  • Damezrandina zanîngehan li hîn bajêrên Kurdistanê
  • Weşandina rojname û kovarên bi zimanê kurdî
  • Li Kurdistanê pêşxistina aboriyê
  • Li Civaka Osmanî de hebûna nûnerên Kurd

Weşana Komeleyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Komel di 5ê kanûna pêşîn 1908an rojnameyeke bi navê Kürt Teavün ve Terakki derxist. Rojname wek heftename û 8 rûpelî derdiket. Jiyana rojnameyê tenê 9 hejmar dom kir. Piraniya naveroka vê rojnameyê ji nivîsarên çandî û perwerdehiyê pêk dihat. Nivîskarên herî girîng ê rojnameyê rewşenbîrên wek Seîdê kurdî, Îsmaîl Heqiyê Babanzade û rewşenbîrên din yê tevgera neteweyî ya wê demê bûn.

Xebatên Komeleyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Komelê ji xeynî derxistina rojnameya çend armancên xwe yên din jî pêk anî. Endamên komelê pir dixwestin ku li Kurdistanê xwendin û nivîsandin belav bibe.

Ziman û wêjeya kurdî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

KAPKê ji bo ziman û edebiyata kurdî jî xebitiye. Projeyên weke ji bo pêşxistina zimanê kurdî, sazkirina rêzimanê kurdî- amadekirina ferheng, berhevkirina berhemên çapkirî û ne çapkirî yên kurdî, nivîsandina dîroka wêjeya kurdî ji nav van projeyan bû.

Ji bo van armanca xebata Kavaid-î Lîsan-i Kurdî ya Emer Awnî Efendiyê Xerpetî hatiye çapkirin.

Her wija di rojnameya komeleyê jî agahî dide ku pirtûkeka Şêx Evdirehmanê Axtepî ya di derheqê dîroka zimanê kurdî û pirtûkeke Ziya Gökalp li ser rêzimana kurdî û gotinên pêşiyan wê bê çapkirin û Salih Begê Hênêyî li ser van xebata disekinne.

Dibistana kurdî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ji aliyê KAPKê li riya Dîwanê di kolana Hace Paşa dibistaneke bi navê Meşrûiyet hatiye vekirin.

Xebatên Ramyarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Xebatên Aborî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di dîroka kurd de cara pêşîn bo armanca rakirina xizanî feqiriya li ser gelê kurd ji bo damezrandina karistan û bankekê hewldan çêbûn.

Şaxên Komeleyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Navenda komeleyê li Stembolê bû. Li gorî xala 17em a destûrnameya KAPKê, wê di her bajar an bajarokê ku kurd lê dijîn şaxekî komeleyê wê bihata vekirin. Ji ber vê yekê li bajarên Bedlîs, Mûş, Diyarbekir, Mûsil, Xinûsa Erzîromê û Bexdayê şaxên komeleyê hatin vekirin.

Bêdlîs[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Şaxê herî bihêz şaxê Bedlîsê bû. Di vekirina şaxê de pêşî 700 endamên wê hebûn lê dû re ev hejmar gihîşte 80 hezar. Her wiha alîkarê balyozê rûsî yê Bedlîsê Akîmowîç jî di rapora xwe de ji bo hejmara endamên şaxê qala gihiştina bi hezaran dikir. Gelek beg, şêx, axa û xwendekarên herêmê endamên şaxê bûbûn. Şaxê Bedlîsê yê komeleyê ji bona avakirina karistaneke ku di warê aboriyê de jî xebatan bike di dora 10 hezar û 80 hezar lîra ku ji bo wê demê diraveke gelek bi nirx bû kom kiribûn.

Xebata duyem a herî girîng a şaxê Bedlîsê ew bû ku ji bo asayişa kolanan komên ewlekariyê ku ji 10-12 kesan pê dihat hatibû avakirin. Di gelek tax û kolanên Bedlîsê de ev koman ewlekariya bajarê bi şiklekî nîvleşkerî dianîn cih.

Piştî Bûyera 31ê adarê, Komeleya Yekîtî û Pêşketinê ku desthilatdar bûn komeleyên ji xeynî tirktî qedexekiribûn bi vê hincetê jî Şaxê KAPKê ya Bedlîsê jî girtin.

Mûş[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di 24ê kanûna paşîn a 1909a şaxeke KAPKê li Mûşê vebû. Şaxê Mûşê ji aliyê kesên wek şêx, burokrat, û zeneatkarên bajar ve hatiye vekirin. Her wiha şaxê Mûşê pêywendiyên baş bi eşîrên heremê meşand. Piştî ku şaxê Mûşê ji aliyê rêveberiya Komeleya Yekîtî û Pêşketinê ya tirk ve hatiye girtin, KAPKê xebatên xwe li medreseyên Milazgir û Kopê bi dîzîka meşand.

Amed[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Serokê şaxê ya KAPKê Miftî Sûphî Efendî yê helbestvan bû. Bi mirina ji nişka ve ya Sûphî Efendî xebatên KAPKê ya şaxê Amedê sekinî.

Mûsil[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Şaxê Mûsilê yê KAPKê di 17ê kanûna pêşîn a 1908a vebbû. Di hejmara 7. a rojnameya KAPKê telgrafeke ku ji Mûsilê hatiye şandin cih girtibû. Telgraf radigihîne ku Şêx Ebdulselamê Berzanî ku her çiqas di destê wî de Qûrana pîroz hebe jî ji aliyê leşkerên Osmanî ve hatiye kuştin û leşkerên Osmanî pê li Qurana pîroz kirine.

Şaxên Din[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li gor çavkaniyan hin şaxên KAPKê li Xinûsa Erzîromê û Bexdayê jî hatine vekirin lê di derbarê van şaxan zêde agahî tune ye.

Girtina Komeleyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Piştî Bûyera 31ê adarê jontirkan bi ingaşta Komele li dijî makezagona heyî ye komeleyê girtin. Bi girtina KAPKê rojnameya komelê jî mecbûr ma ku bê girtin.

Piştî girtina Komeleya Alîkarî û Pêşveçûna Kurd rêxistina Hêvî hatiye damezrandin.

Girêdanên Derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. a b Malmîsanij (1998). Kürt tavün ve terakki cemiyeti ve gazetesi. APEC, Spanga. ISBN 91-89014-33-2