Vezîkul

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Peqok (biyolojî) hat beralîkirin)
Di nav sîtozolê de gelek cureyên vezîkulê heye.

Erk û Pêkhateya Vezîkulê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vezîkul navê gelemperi yê kîsikokên nav sîtoplazmayê ye. Piraniya vezîkul bi şilemenî tijî ne û bi parzûna fosfolîpîdê dorpêçî ne. Lê dibe ku hin vezîkul bi hewa tijî be. Vezîkul di nav xaneyê de karê veguhestina madeyan û, herisîna madeyan pêk tîne. Dema xane ekzosîtoz an jî endosîtoz dike, vezîkul çêdike. Ji bilî vê, karekî din a vezîkulê jî di nav xaneyê de enbarkirina xurek û enzîman e.

Curyên Vezîkulê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vezîkul li gor erka xwe ya nav xaneyê de bi nav dibe.

Kîsikên hilgir cureyek vezîkule.

Vakuol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi gelemperî xaneyên riwek û ên protîstan vakuolê ji boy enbarkirina avê û xurek bi kar tîne.

Vezîkulên hilgir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav xaneyê de veguhastina enzîm ,hormon an jî proteîn bi van kîsikan pêk tê. Wekî minak, ji boy çêkirina enzîman, proteîn ji retîkûlûma endoplazmî heta heybera Golgî, di nav kîsikên hilgir dê tê veguhastin. Ji xeynî vê endosîtoz û egzosîtoz jî bi navbeynkariya vezîkulên hilgir pêk tê.

Vezîkulên avzê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hormon di nav xaneyê de çêdibe, lê bi vezîkulên derdanî ji xaneyê tên derxistin(egzosîtoz). Bermayiyên xaneyê jî bi van vezîkulan ji xaneyê tên avitin.

Lîzozom[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lîzozom kîsika ji boy dehandina nav xaneyê yê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]