Ziman (endam)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zimanê mirov

Ziman endamek masûlkî ye, li her aliyê dev de bi hêsanî dilive. Rûyê ziman bi çîna lînce dagirtî ye. Li gel lîncê, rijênên lîkê, lîk der didin ser ziman, loma ziman hertim şil e. Ziman erkên wekî çêjtin(tamgirtin), peyvîn û daqurtin bi cih tîne[1] .

Ziman û heris[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ziman erka heriskirina kîmyayî û makanîkî pêk tîne. Enzîma lîpaz ji boy heriskirina çewrî, di pankreasê de tê berhemkirin û derdan, lê zimanê mirov jî hinek lîpaz der dide, ev lîpaz wekî lîpaza zimanî(lingual lipase) bi nav dibe. Ev lîpaza zimanî ne di devê mirov de, lê di gedeyê de çalak dibe û hinek çewrî heris dike[2]. Li ser rûyê ziman de hin rijênên lîkê hene, bi derdana lîkê xurek nerm dibe, hê zûtir perçe dibe. Lîk enzîma amîlazê lixwe digire, amîlaz xurekên karbohîdradî diherisîne. Ango ziman ji boy herisa kîmyayî enzîm der dide. Her wisa ziman erka herisa mekanîk jî pêk tîne. Xurek bi alîkariya ziman di nav dev de serûbin dibe, bi vî awayê lîk tevahiya xurekê şil dike û nerm dike. Dema cûtinê, ziman bi navbeynkariya masûlkeyên xwe, loqên xurekê aresteya nav diranan dike, bi vî awayê diran bi hêsanî xurek dicûn. Piştê cûtinê, ziman loqa xurekê ber bi gewriyê pal dide.

Ziman û çêjtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goçkeyên li ser ziman, tama (çêja) xurekan wekî şor,şîrîn, umamî, tirş, tal dinase.

Li ser rûyê ziman de goçke (bi înglîzî, yekjimar papilla, pirrjimar papillae) hene[3] , di nav van goçkeyan de komên gopkeya tamê (çêjegopke) heye[1]. Çêjegopkeyek ji koma xaneyên çêjewergir, xaneyên palpişt, xaneyên binçîne û demarên hestê pêk tê. Xaneyên çêjegopkeyê 10-14 rojê carek tên nûkirin[3]. Li ser parzûna xaneya xaneyên çêjewergir de wergirên kîmyayî (kîmîkewergir ) heye[4]. Ji xaneyên wergir pêkhateyên mûyî ji kunika çêjegopkê dirêjê derve dibe, ev pêkhateyan wekî kûlkên çêjê bi nav dibin[3]. Ji boy mirov tama xwarin û vexwarinê bigire, divê xurek di nav lîkê de şil bibe û bihele. Ji xurekên helandî molekulên kîmyayî derdikeve, molekulên kîmyayî bi navbeynkariya kûlkên çêjê tên girtin[5]. Molekulên kîmyayî kîmîkewergirên xaneyên çêjewergirê çalak dikin. Bi vî awayê sînyal ji xaneyên çêjewergir derbasî demarên hestê dibin. Demarên hestê sînyalan radigihînin mejî, di mejî de cureya çêjê an jî hestên din tê şîrovekirin[2]. Li ser rûyê ziman de ne yek , lê çar cure goçke heye[2] . Şewe û erka her goçkeyek ne yek e. Li gor cureyên xaneyên çêjewergirên nav goçkeyan, mirov tamên xurekan wekî tirş, şîrîn, şor, tal an jî umamî hest dike. Her beşê rûyê ziman heman çêjan dinase, lê hin tam li hin beşê rûyê ziman de hê pirtir tê hestkirin[4]. Li ser rûyê ziman hin hestewergirên din jî hene. Wekî mînak hestên wekî hişkbûn an jî nermbûna xurekan, germî an jî sariya xurekan ji aliyê wergirên li ser ziman ve tên girtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, tongue [1]
  2. ^ a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  3. ^ a b c OpenStax Biology. 2013. [3]
  4. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  5. ^ Cullen, Katherine E.( 2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File. p434 ISBN: 0-8160-7008-3