Coga henaseyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Coga henaseyê beşek ji koendama henaseyê ye. Guhaztin û alûgora gazan a li navbera hewa û koendama dilelûleyê, erka wê ya sereke ye.

Hemû xaneyên mirov ji boy çalakiyên xwe, molekula ATPyê wekî çavkaniya enerjiyê bi kar tînin[1]. ATP (Adenozîna sê fosfatî) di xaneyan de ji hilweşandina xurekên wekî, glukoz, glîserol, asîda çewrî, asîda amînî tê bidestxistin[2]. Ji boy hilweşandina xurekan, li gel endamok û enzîman, pêdiviya xaneyê bi molekula oksîjenê jî heye. Hewa 21% oksîjen lixwe digire[3]. Divê ev oksîjena hewayê bigîhije hemû şane û xaneyên laş. Gava xurek bi navbeynkariya oksîjenê tê hilweşandin boy ATPyê, gaza karbona dîoksîd jî wekî madeya paşmayî peyda dibe[3]. Divê karbona dîoksîda nav xaneyan, ji xaneyên kurahiya laş de bê avêtin boy derveyî laş. Ji boy alûgorkirin û guhaztina oksîjen û karbona dîoksîdê koendama henaseyê û koendama dileûleyê bi hev re kar dikin. Coga henaseyê jî beşek ji kondama henaseyê ye. Erka coga henaseyê, guhaztin û alûgorkirina gazan a li navbera hewa û koendama dilelûleyê (bi îngilîzî: cardiovascular system) ye[4]. Lê li gel vî karê, hin erkên din ên coga henaseyê jî heye, evana; germkirin, paqijkirin û şêdarkirina hewayê, dabînkirina bergiriya giştî, peydakirina deng, û bêhn girtin e[5][6][1]. Coga henaseyê ji difin û devê mirov dest pê dike hetanî pişikan dirêj dibe, di kotahiya coga henaseyê de sikildanokên hewayê heye.

Pêkhate[biguherîne]

Rûyê navî ya coga henaseyê bi rûkeşexaneyan ve dapoşî ye. Di nav rûkeşexaneyan de hin xaneyên derdanî hene, navê van rûkeşexaneyan xaneyên goblet e[4]. Xaneyên goblet lîncemade (bi îngilîzî: mucus) derdide. Ji ber derdana xaneyên gobletê, rûyê rûkeşexane jî bi lîncemade dapoşî ye û rûyê coga henaseyê hertim şêdar e. Rûkeşexaneyên difnekelên, borîhewa û liqeborihewa xaneyên kûlkdar (bi îngilîzî: ciliated cell) lixwe digirin[5]. Qirrik, borîhewa û liqeborîhewa pêkhateyên kirkiragî ne[7][8].

Beşên coga henaseyê[biguherîne]

Coga henaseyê

Li gor cihên pêkhate û endaman, coga henaseyê dabeş dibe du beşan.

Jorê coga henaseyê[biguherîne]

Difinekelên, gewrî û qirrik wekî beşa jorê ya coga henaseyê tê bi navkirin (bi îngilîzî: upper respiratory tract).

Xwarê coga henaseyê[biguherîne]

Borîhewa, liqeborîhewa û pişik jî wekî beşa xwarê ya coga henaseyê tê bi navkirin (bi îngilîzî: lower respiratory tract). Pişik, borîkên hewa û sikildanokên hewayê lixwe digire.

Li gor guhaztin û alûgorkirina gazan jî, coga henaseyê dabeşê du beşa dibe[9].

Devera gihandinê[biguherîne]

Devara gihandinê (bi îngilîzî: conducting zone). Di vî beşa coga henaseyê de gazên henaseyê ji difin ber bi pişikan ve, an jî ji pişikan ber bi dev û difin ve tê guhaztin. Difin, gewrî, qirrik, borîhewa, liqeborîhewa û borîkên hewa pêkhateyên devera gîhandinê ne[9].Oksîjen û karbona dîoksîdê di nav van pêkhateyan de tê gîhandin.

Devera henasedanê[biguherîne]

Devere henasedanê (bi îngilîzî: respiratory zone) di vî deverê de raste rast alûgora gazan rû dide[10]. Coga kîsikê sikoldanokê û sikildanokên hewayê beşa devera henasedanê ye[9].

Cureyên henasedanê[biguherîne]

Di laşê mirov de du cure henasedan rû dide, henasedana derve û henasedana navî[6]. Di navbera hewa û xwînê de alûgora gazan wekî henasedana derve tê bi navkirin. Henasedana derve bi navbeynkariya coga henaseyê, di pişikan de rû dide. Di navbera xwîn û xaneyên laş de alûgora gazan jî wekî henasedana navî bi nav dibe. Henasedana navî bi navbeynkariya koendama dilelûleyê pêk tê.

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  2. OpenStax Biology. 2013. [1]
  3. a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  4. a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. a b Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  6. a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  7. Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  8. Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  9. a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  10. Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.