Qurana kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qurana bi zimanê kurdî an Wergera quranê ya kurdî an jî Meala Qur'ana kurdî Quran bi zimanê erebî ye. Piştî Belavbûna Îslamê zivirandin zimanên din jî, îro Quranê zivirandine hemî zimanan.[1][2]

Herçiqas pelên wî niha bidestên me neketibin jî, tê gotin Quranê herî pêşîn Xanayê Qubadî zivirandiye zimanê kurdî.

Di sala 1980ê de Mele Muhemmed Şîrînê Nîvîlî bi navê "Tefsîra Şîrîn" Quranê tefsîr kir.

Abdullah Varlı jî di sala 1994'an de bi navê “Qurana Pîroz û Arşa Wê ya Bilind" Quranê zivirandine.

Mele Muhemmed Garsî Farqînî meala wî di 2003îyan de bi navê “Meala Fîrûz Şerha Qur’ana Pîroz” nivîsiye.

Mele Muhemmedê Hekarî di sala 2007an de bi navê “Ronahîya Qur’ana Pîroz” meala wî nivîsiye.

Mele Huseyîn Êsî, Mele Seîd Girdarî û Mele Muhemmed Bêrkevanî jî bi hev re meala Quranê bi navê “Wergera Qur’ana Pîroz Bi Zimanê Kurdî” nivîsandin.

Qur’ana pîroz Kurdî -Tirkî Meala Wê ya îcmalî jî di sala 2009an de ji aliyê Tenvîr Neşriyatê ve hate weşandin.

Muhemmed Şoşikî 2010an de bi navê “Nura Qelban” Quranê tefsîr kir.[3]

Fikrî Amedî 2014an de bi navê "Qur’ana Kerîm û meala wêya Kurdî" ve nivîsand.

Wateya Sûreyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wateya Qurana Pîroz

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]