Îslam û teknîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Îslam û Teknîk an Îslam û Zanist, Îslam û teknîk çiqas nêzikî hev in? Îslam dijî teknîk û fennê ye, an nêzîk e û teşvîq dike? Gelo di Qur'an û hedîsên Mihemed de behs û teşwîqa teknîkê ya zanistiyê heye? Bi kêmasî be jî, di dema ku misilman bi hukmên Îslamî dihatin îdarekirin, rewşa zanyarên Îslamî û pêşketina teknîkê çawa bû? Îro çima dewletên Îslamî di warê zanistî û teknîkê de li paş mane?

Di destpêkê de dikarim bêjim ku Qur'an, ne pirtûka teknîkê ye. Qur'an sîstema îdarê ye, ya ku mirovatî pê xwe, malbata xwe, civaka xwe, dewleta xwe û cîhanê xwe îdare bike. Lê di Qur'anê de ayetên ku dîrekt an jî bi îşaret bala mirov dikşînin ser zanistî û teknîkê, gellek in. Ez dixwazim pêşî çend mînakan bidim ku van mînakan hinek ji wan di vê esra me de derketine û hinek ji wan jî hêj derneketine û roj hebe wê derkevin. Wê demê wê dîsa hinek zanyarên Îslamê bêjin ku vana ji berê de di Qur'ana Pîroz de hebûn û wê hinekên din jî bêjîn ka we çima berê behs nedikir? Mînak:

Neqla Bêhnê: Di Qur'ana Pîroz de behsa neqla bêhnê tê kirin. Di Sûreta Yûsif, ayeta 94'an de Hz. Yaqûb ji wan ên derdora xwe re dibêje ku "Bêhna Yûsif tê min, lê ger hûn ji min re nebêjin tu xirifîyî!" Hz. Yaqûb vê gotinê dema ku karwanê zarokên wî ji Misrê derdikeve dibêje û ew bixwe jî li Filistîn bûye (Qisesul-enbiya r.119). Dema zarokên Hz. Yaqûb ji Misirê dertên, Hz. Yûsif kirasê xwe dide wan û dibêje, "Dema hûn çûn cem bavê min, viya bavêjin ser çavên wî (di çavên wî din) -lewra ji kerba Yûsif, bav (Yeqûb) ji herdu çavan bibû- wê çavên wî vebin.'

Di halê ku ewqas teknîk pêşketiye jî, mirovatiyê hêj neqla bêhnê nikaribûne çêkin, lê roj hebe wê ew jî pêk bê, lewra di Qur'ana Pîroz de heye.

Neqla Eşya: Di Qur'ana Pîroz de behsa neqilkirina eşya jî derbas dibe. Di Sûreta Neml, ayeta 38/40'an de Hz. Silêman ji cemaeta (muşawirên) dora xwe re dibêje ku "di beriya ku hêj ewana teslîm nebûne û nehatine cem min, kî dikarê ji min re textê wê (melîke) bîne? ….. "Ewê ku xwedan îlim bû (yanî zanyarekî) got ku bi qasî çavgirtinekê (yani te hêj çavên xwe negirt û venekir) ezê wî (text) ji te re bînim". Ew çawa gotinê xwe diqedîne Hz. Silêman dibîne ku text li ber serê wî sekiniye.

Bûyer pirr balkêş e. Wek di pirtûkan de tê diyarkirin, Hz. Silêman li Filistîn û Melîke (Belqis) jî li Yemenê bûye. Di beriya wî zanyarî de îfrîtek ji cinna dibêje ezê bînim, lê zanyar ji cin siviktir dertê û text tîne. Ev nîşan dide ku dema zanistî û teknîk pirr pêşkeve, wê mirovatî bikaribe neqla eşya jî bike.

Temen Dirêjkirin: Qur'ana Pîroz di Sûreta Beqere, ayeta 259'an de behsa xewa sedsal, di Sûreta Kehf, ayeta 25'an de jî behsa xewa 309 (sêsedûneh) salan dike. Di Sûreta Beqere de mirovek (îhtimala herî mezin ku Hz. Uzeyr e) sed salî radizê, dema radibe dibîne ku xwarin û vexwarina wî hêj teze ye. Ev îşaretê ku teknîk pêşkeve mirov dikare xwarinê sed salî mihafeze bike, ya din jî mirov dikare hinekan sed salî bike xew, piştî sed salî carek din hişyar be û jiyana xwe bidomîne.

Di Sûreta Kehf de jî, behsa razana Eshabul-Kehf tê kirin û Qur'an dibêje ku ewana 309 sal razayî mane!.. Tengbûna sing, yanî zorbûna dayîn û sitendina nefesê ku mirov biçe jorê erdê!

1400 sal berê ne kes dikaribû bifiriya û ne jî kesî dikaribû balafir çêkin û derkevin ezmana!.. Ku ev ne mimkun ba gelo kê dikaribû bigota ku dema mirov çiqas derdikeve jorê dinê, ewqas bêhna mirov diçike; mirov nikare bêhn bistîne, nefes êdî dernakeve? Lê Qur'an evê bûyerê jî tîne holê û di Sûreta En'am, ayeta 125'an de wusa dibêje "Xweda bixwaze kê bîne hidayetê, singê wî ji Îslamê re vedike û bixwaze kê jî bibe delaletê (yanî wan li ser kufra wan bihêle), singê wî wek kesên ku dertên esmana teng û rencîn (rencûr-bîhnteng) dike."

Bilindbûna ji rûyê erdê û tengbûna bêhnsitendinê, tenê bi teknolojiyê tê zanîn. Di wê demê de van tişta bi teknolojiyê nedihat zanîn, lê Qur'an ji bo teşwîqa îlmê teknolojiyê, îşaretekê dida mirovatiyê.

Wek tê zanîn, mirov çiqas derkeve jor, ji erdê dûr keve, ewqas çewsan kêm dibe û bêhn dayîn û sitendin jî ewqas giran dibe. Ku bilindayî ji 20.000 mêtroyî zêdetir be, jixwe bê alet û cîhazên taybet, bîhnsitendin bê îmkan dibe û mirov dimire.

Dewsa Sertilîka: Ferqa serê tiliyan ji mirovan re tiştek taybet e! Di cîhanê de çiqas mirov hene, serê tiliyên wan hemiyan ji hev cuda ne! Heya cêwiyên ku ji yek hêkekî peyda dibin, serê tiliyên wan jî cuda ne!

Alema mirovatiyê, encax di esra 19. de bal kişandiye ser vê mijarê!. Lê Xwedayê Teala di Sûreta Qiyame, ayeta 4'an de wusa ferman kiriye: "Em dikarin serê pêçiyên wî jî carek din serast bikin (dîsa wek berê biaferînin)."

Wê demê dewsa (şopa) tiliyan, ewqas bal nedikşand. Lê niha di karê kirîmînal de dewsa tiliyan pirr girîng e. Lewra tawanbar û yên din, bi dewsa tiliyan ji hev tên naskirin!

Taybetîkî serê tiliyan heye ku Xwedayê Teala bi taybetî behsa wê dike, an çima negotiye serê poz, serê guh an serê tiştek din!

Hereketa Roj, Hîv û Dinyayê: Qur'ana Pîroz di hinek ayetan de bal dikşîne ser îlmê astronomiyê jî. Tê bîra min heya salên 1970'an zanistiya rojava digot roj di ciyê xwe de sabît e, tevnagere, bes dinya tenê li dor wê digere!.. Hal ev e ku Qur'ana Pîroz hereketa roj, heyv, dinya û stêrkên li ezmana pirr vekirî tîne ziman. Belku wan deman hinek mufessîran jî baş nizanibûne meselê şirove bikin; lê yên xweş şîrove kirine jî hene. Wek mînak Îmam Xezalî di salên 1100'an de hîvgirtin û rojgirtinê wek zanistiya niha şîrove dike!.. Quran dibê çi?

"Her Ew e ku bi roj û şev, roj û hîvê aferandiye. Her yek ji wan (roj û şev yanî dinya, roj û hîv) di rêgeha xwe de melevaniyê dike." (Enbiya, 33)

"Roj jî di rêgeha xwe (ya taybetî) de dikşe (digere û diçe)." (Yasîn, 38)

Herdu bêjeyên ku Qur'an wan bikar tîne di zimanê erebî de wata wan wusa ye: Yesbehûn (En-am): Yanî melevaniyê dike, subarî dike, yanî him bixwe hereket dike û him jî diçe! Ne ku sekiniyê û quwetek din wî dibe! Her wusa "Tecrî" (Yasîn): Diherike, dikşe, diçe, lihev dikeve û diçe, wek ava carî dikşe!

Ji van herdu ayetan baş tê famkirin ku dinya, roj û hîv, him di rêgeha xwe de hereket dikin û him jî bi alîkî din ve diçin, wek hîv li dora dinyayê, dinya li dora rojê. Roj jî bi tef sîstema xwe ve bi alîkî din ve (hin dibên bi alî stêrka Vegayê ve) diçe!

Zanistiya îro, ev derxistiye holê, lê ka roj li ku ve diçe, encam dibe çi hêj ne kifş e!.. Di derheqa gellek mijarên din de jî mînak hene, lê ji ber nivîs dirêj nebe ez naxwazim hemiyan bi nav bikim. Wek keştiya Nûh Pêxember (a.s.) ku ji her çeşit mexlûqatî cotek kiriye hundir, ka mirov texmîn dike ku çiqas mezin bûye?

Ez dixwazim çend mînakan jî ji zanyarên Îslamî bidim û dawî li nivîsê bînim. Pêxember aleyhîsselam girîngiyekî pirr mezin dide ser teknîk û zanistiyê, wek mînak di hedîsek xwe de dibêje ku "Dijminên we bi çi sîlehê derketin hember we, hûn bi yeka baştir derkevin", di hedîsek din de jî dibê "Îlim li Çînê be jî biçin, wî bigrin."

Hima mirov dikare bêje di her warî de pêşketina îlim û teknîkê di dewra pêşketina Îslamê de dest pê kiriye. Hemî lêkolîn, îcadên nû dîsa ji hêla alimên Îslamê ve hatine kirin û hatine dîtin. Wek mînak mirov dikare bêje:

Bîrûnî 600 sal di beriya Galileo Galilei de gerîna dinyayê îsbat dike. 700 sal di beriya Newton de modina dinyayê hesab dike.

Îbn Nefîs 300 sal beriya Ewropiyan yanî di salên 1200 de keşfa sîstema xwînê ya biçûk dike. Di sala 794'an de li Bexdayê febrîqa kaxizê çêdibe.[1]

Xazînî 500 sal beriya Isaac Newton, keşfa quweta ku cisman ber bi navenda erdê ve dikşîne, dike!

Îbn Sîna (980-1037) di warê tibbê de mirov dikare bêje Seydayê yekem e. Pirtûka wî ya bi navê El-Qanûn fî Tib heya sedsala 19. jî, li Ewropa di dibistanan de wek pirtûka dersê dihat xwendin.[2]

Îbn Firnas di salsala 9'an de yekem kesê ku firiyaye.[3]

Mihemed bin Hemze 1390-1460 (Seydayê Sultan Mehmedê Osmaniyan, ji ber kincên sipî lixwe dikir, jê re Aqşemsedîn dihat gotin) ku bi gor riwayetan eslê wî kurd e. Ewî 500 sal berê terîfa mikrobê kiriye û wusa dibêje "Nexweşî bi alîkariya hinek zindiyên ku biçav nayên dîtin, ji însanan derbasî însanan dibe." Mirov dikare mînakan zêde bike lê bawer im bo fahma meselê ewqas bes in.

Ew Îslam a ku bi pirtûka xwe, mirova ewqas teşwîqê zanistiya li ser teknîkê, ilmê, lêkolînê bike, çawa dibe asteng bo ku civaka Îslamê di warê teknîkê de şûnve bimîne? Helbet na. Lê dema ku Îslam ji seltenatê girantir bûye, îdarê destek dida aliman û ew jî di warê zanistî de kar û xebat dikirin, lê dema ku seltenat ji dîn girantir kirine, wê demê jî hemî alîkariya aliman hatiye birrîn, hetta hatine sirgûnkirin, an hepiskirin da ku xelk cahil bimîne û desthilatdarê dewletê selteneta xwe bidomînin. Wek Muradê Osmaniyan û Hezarfen!..

Qur'an rê li pêşiya zanyaran vedike, wan teşwîq dike, Îslam alîkar e, lê îdare ne Îslamî ne. Pêşî li îlmê girtin û misliman cahil hiştin. Her wusa dewletên derva jî pêş ketin, îro jî sûcê lipaşmayina xwe, dixwazin bikin stûyê Îslamê. Lê Qur'an li holê ye.

Çavkanî[biguherîne]

Muhammed Nureddin YEKTA

  1. Husain F. Nagamia (2003), "Ibn al-Nafīs: A Biographical Sketch of the Discoverer of Pulmonary and Coronary Circulation", Journal of the International Society for the History of Islamic Medicine 1: 22–28.
  2. Philip K. Hitti (cf. Dr. Kasem Ajram (1992), Miracle of Islamic Science, Appendix B, Knowledge House Publishers. ISBN 0-911119-43-4).
  3. Ibn Firnas ('Abbâs)" by Ahmed Djebbar,Dictionnaire culturel des science, by Collective under the direction of Nicolas Witkowski, Du Regard Editions, 2003, ISBN 2-84105-128-5.