Mucîzeyên Quranê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mucîzeyên Quranê an jî Îcazû'l Quran mucîzeyên zanistî û matematîkî di Quranê de cîh girtine.

Quran bi serê xwe mucîzeyekî giran e. Ji ber ku Muhemmed pêxember Quranê ji ber xwe nenivîsandiye.[1]

Ji ber ku tiştê li ser zanista astronomî û erdnîgariyê û hwd. di sedsala 20'an û sedsala 21'an de bi zanista naha ve tên zanîn îjar di Quranê de jî 1400 sal berê nîşan dide.

Mirov dikare bi kurtasî van mucîzeyan waha berbi hev bîne:

  • Mucîzeya firehbûna gerdûnê
  • Mucîzeya giloverbûna dinyayê
  • Mucîzeya tebeqeyên dinyayê
  • Mucîzeya nelinavhevketbûna avê
  • Mucîzeya rugehê
  • Mucîzeya atmosferê
  • Mucîzeya şiqitandina çiyayan
  • Mucîzeyên peyvan (yên matematîkî)

Mucîzeyên matematîkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Quranê de gelekî mucîzeyên matematîkî hene ji vanaka hinekî di jêr de cih girtine.[2][3]

peyvên pêwenderên hevdû an jî dijî hevdû qasê hevdû derbas dibin.

  • Roj (yewm) 365 caran derbas dibe
  • Rojan/rojên 'gelejmar' (eyyam û yewmeyn) 30 caran
  • Meh 12 caran

Ji xwe salekî 365 roje, rojên meha derdorê 30 roj in, û meh jî 12 ne.

  • Esmanê 7'an 7 caran, Afirandina Esman 7 caran
  • Ceza 117 caran, Bexişandin 234 caran (bexişandin 2 qat)
  • Bibêje 332 caran, Ewan Gotin 332 caran
  • Dinya 115 caran, Axret 115 caran
  • Zilim 115 caran, Dadmendî 115 caran
  • Rehîm 57 caran, Rehman 114 caran (rehman 2 qat)
  • Îslam 70 caran
  • Qur'an 70 caran
  • Wehiy 70 caran
  • Cennet 77 caran, Cehennem 77 caran
  • Zekat 32 caran, Bereket 32 caran
  • Xirabî 3 caran, Qencî 6 caran (Qencî 2 qat)
  • Havîn 5 caran, Zivistan 5 caran
  • Sar 5 caran, Germ 5 caran
  • Felaket 75 caran, Şukur 75 caran
  • Xizanî 13 caran, Dewlemendî 26 caran (dewlemendî 2 qat)
  • Jiyan 145 caran, Mirin 145 caran
  • Jin 23 caran, Mêr 23 caran
  • Tengasî 13 caran, Fireqetî (aram) 13 caran
  • Rûyê erdê 13 caran, Behr 32 caran, Tevêhev + 45 dike
  • 13/45 = %28,88888889
  • 32/45 = %71,11111111 %100

Ji xwe dinya ji sedê % 71ê wî behr e, Ji sedê % 28ê wî jî erd e.

  • Nimêj 99 caran derbas dibe, ji xwe navên Xwedê jî 99in.
  • Peyva "Însan" (mirov) di Qur'anê de 65 caran derbas dibe ji xwe afirandina mirovan jî ji 65 gihaneka pêk tê.
  • Xwelî (Ax) (tûrabûn) 17 caran
  • Nutfe (nutfûn) 12 caran
  • Embriyo ('aleq) 6 caran
  • Cîtîkî Goşt (meda'a) 3 caran
  • Hestî (îzamûn) 15 caran
  • Goşt (lehmûn) 12 caran

Tevê hevdû + 65 dike.[4]

Mucîzeyên zanistê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Quranê de gelekî mucîzeyên li ser zanistê hene, Ew tiştên ku di dema Muhemmed Pêxember de zanîbûna wan ne minkûn bûya ku mirovan bizanîbya, Lêbelê ew agahî di Quranê de 1400 sal berê nîşan dabû,

Ew ayetên qala zanistê kirine teze di sedsala 20'an de hatine zanîn.[5][6][7]

Mucîzeya gerdûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Quran qala firehbûna kaînatê dike, Di sûreyê zarîyat di ayeta 47'an de waha dibeje: "

Ev agahiya firehbûna gerdûnê di Sedsala 20'an de hate zanîn. Her wiha zanyarê DYAyê Edwin Hubble sala 1929'an de asîman bi teloskopê ve lêkolîn kir kû tê derxist gerdûn herî diçe fireh dibe, Lê ev agahî di Qur'anê de 1.400 sal berê qal kiribû ku gerdûn herî diçe fireh dibe.

Mucîzeya atmosferê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sûreya enbîya ayetan 32an de jî waha dibeje: "

Di vê ayetê de bahsa Atmosferê dike, tê zanîn kû dinya bi xizê 1.600 km ve digere û ew dengê gerandina dinyayê pir e ijar dema Atmoster nebûya ew deng di hat mirovan wê kesekî nikarîbû jiyan bikira, li aliyê din jî ; kevir û maddeyên pir xesar tên li dinyayê bikevin Atmosfer van meddeyê pir xesar asteng dike.

Mucîzeya avê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîsa jî di Qur'anê sureyê Rehman ayeta 19 û 20'an de waha dibeje:

Ew behra ku ava wan li nav hevdû nakeve behra Tengava Cîbraltarê ye, Alîkî ava şor e alîkî jî ava şirîne tên ber hevdû jî, lê li nav hevdû nakevin, Ew avên bi vê şeklê ne tenê li Cebelîtariqê ye, li gelek ciyan heye.

Mucîzeya rûgehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sûreya enbîya ayeta 33îyan de waha dibeje:

Di vê ayetê de jî nîşan dide ku her stêrk di rûgeha xwe de dîgere.

Mucîzeya tebeqeya dinyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Qur'anê di sûreya telaq ayetan 12an de waha dibeje;

Ji xwe îro zanist dibeje ev qat an hef in û ev in; hîdrosfer, lîtosfer, astenosfer, manto ya jor , Manto ya jêr, dendika derve û dendika hindir.

Mucîzeya giloverbûna dinyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sureya zumer ayeta 5an de jî waha dibeje:

Di vê aayetê de nîşana giloverbûna dinyayê dike.
Ew peyva erebî "yukewwerû" tê wateya tiştekî gilover.

Mucîzeya şiqitandina Çîyayan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sûreya Neml di ayeta 88'an de waha dibêje

Ji xwe îro (sedsala 20'an) zanistvan dibêjin çiya dema zorê hevdû didin û dişiqitin binê hevdû, û bi awayî tê çêkirin.

Mucîzeyên dîrokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sureya rûm de jî waha dibeje;

Dewrê ayetên Qur’anê hatîn darxistin; Romanî (Rum) Xiristiyanbûn, Şerê di navbera Romanî û Persan de borî têkbirina Persan dilê Mislimanan êşandibû ji ber ku Xiristiyanan jî ji yek Xwedayî bawer dikir. Têkçûna civakeke ji Xwedê bawer dike mehdê hemû kesî xerabkirî bû. Li ser vê rewşê Qur’anê mizgînî daye û gotiye: Dê Romanî (Bîzansî) di wextek nêz de têk bibin, mirov li ser vê rewşê dê keyfxweş bibin. Îfadeya “bidi sînîn” di ayeta çaremîn de dibore hejmarên neqeba sê û nehê îfade dike. Di erebî de ji bo hejmarên yekane cuda, ji bo hejmarên cot cuda, ji bo hejmarin ji dehê zêde cuda îfade tên karanîn.[8]

Ji roja ewil Muhemmed bi dest îlankirina dîn kirî heya îro kesên jê bawer kirîn çêbûne û her zêde bûne. Eger ev îfadeya Qur’anê xelet derketa, bêguman li hemberê Qur’anê û Muhemmed dê ewlehî kêm bibûya, gelek kesan ji dîn bawer nedikirin.

Mucîzeyê wêjeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Quran, sûreya araf, ayet 157
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 21 adar 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 31 adar 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 28 tebax 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 31 adar 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  4. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 29 adar 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 31 adar 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  5. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 22 adar 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2015.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  6. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 21 adar 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 adar 2015.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  7. ^ https://m.youtube.com/watch?v=xbSY97zaVmk
  8. ^ Rûm 2,3,4,5