Rawîn Stêrk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rawîn Stêrk
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Rawîn Stêrk nivîskar, rojnamevan û şanogêrekî kurd e ku di sala 1981ê de li Bûwûka (tr: Bağlıca) gundê bi ser Semsûrê ve ji dayik bû.

Dibistana seretayî li vir, lîse li Meletiyê xwend. Pişt re li Zanîngeha Süleyman Demirel, di bêşa şano de bi cî bû. Nêzî 5 sala di gelek saziyan de rojnamegerî jî kir. Di gelek lîstikên şano û kurtefîlman de cî girt. Di sala 2010an de li Stembolê komeke şanoyê a bi navê Teatra Demsal[1] ava kir û lîstika Turgay Nar a bi navê Sergo[2][3], bi kurdî anî ser dikê. Di rojnameyên wek, Özgür Gündem[4], Özgür Politika, Azadiya Welat, Radikal, Cumhuriyet de û di kovarên wek, W, Esmer, Amîgra, Qijika reş û gelek malperên internetê de nivîsên wî hatin weşandin.

Stêrk, niha li Stembolê dijî û di warê sînema û nivîsîna senaryoyan de xebatên xwe dimeşîne. Çend kitêbên ku ji tirkî wergerandî kurdî jî li ber çapkirinê ne.[çavkanî hewce ye] Stêrk di sala 2011an de kurtefîlmeke bi navê İki artı iki eşittir iki (bi kurdî:?) kişand û pê beşdarî mihrîcanan bû. Stêrk dîsa di heman salê de bi helbesta xwe ya bi navê "Neçûn hatî me" di Pêşbirka Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî de di beşa kurdî de bû yekem.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kürtçe tiyatrosu festivale tepkili
  2. ^ Sergo seyirciyle buluşuyor[girêdan daimî miriye]
  3. ^ ÇÖPLÜKTEKİ YAŞAMLAR SERGO İLE SAHNEDE, ji orîjînalê di 11 hezîran 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2011
  4. ^ Nivîsên Rawîn Stêrk li Özgür Gündemê
  5. ^ Hüseyin Çelebi Ödülleri verildi