Sabiha Gökçen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sabiha Gökçen
Image dans Infobox.
Sabiha Gökçen (1930)
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Military Cemetery of Cebeci (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Üsküdar American Academy (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Pîlot, leşkerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Xelat
FAI Gold Air Medal (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Sabiha Gökçen (jdb. 22ê adarê, 1913 li Bursa[1] an Dîlok,[2] an jî Cîbîn, Xelfetî di parêzgehê Rihayê[3] – m. 22ê adarê, 2001 li Enqere)yekem pîlota şerê ya Tirkiye û cîhanê ye.[4] Dê û bavê wê û hemî xizmên wê di Komkujiya Ermeniyan de hatine kuştin. Ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dîlgirtin û mezinkirin. Ew yek ji heşt zarokên Mustafa Kemal Atatürk bû.

Di sêwîxaneyan de hat xwedîkirin û di sala 1925an de ji aliyê damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Atatürk ve wekî "keçika manewî" hat hilbijartin. Atatürk ew parast, wê bi fermana Atatürk perwerdeya pîlotiya şer dît û bi fermî bûye yekem pîlota şer a cîhanê.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keça manewî ya Atatürk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî dîroka fermî ya Tirkiyeyê, Gökçen wek keça serekê Wîlayet Hafız Mustafa İzzet ê ku ji aliyê Siltan Ebdulhemîd II ve hatibû sirgûnkirin, hatiye dinyayê.[5] Sabiha di dibistana seretayî de bavê xwe winda dike, lê bi piştgiriya xwişk û birayên xwe karî xwendina xwe bidomîne.

Di 12 saliya xwe de yekem car li Bursayê Atatürk nas dike. Jê re gotiye ku ew dixwaze biçe zanîngehê.[6] Piştî hînbûna rewşa wê ya nebaş a jiyanê, Atatürk wê qebûl dike û dihêle ku ew Dibistana Seretayî ya Çankayayê ya li Enqereyê bixwîne û piştre jî diçe Koleja Keçan a Ûskudarê ya Stembolê.

Atatürk di 19ê berfanbara 1934an de paşnavê "Gökçen" lê kiriye, ku di tirkiya wê demê tê maneya "dostane, xweşik".[7] Ew bi kurtî bi mezinekî Hêza Hewayî re zewicî bû ku di sala 1943an de mir.

Gökçen li Tirkiyeyê wekî "Lehenga tirk, diya tirkan, keça Atatürk" tê binavkirin û navê wê dane gelek kolanan û balafirgehan. Li ser navê wê dibistanên perwerdeya şer didin hatine vekirin. Wê 22 cureyên balafiran ajotiye û bikaraniye. Li ser alîkariya YKSS bo komara nû ya tirkan, li YKSS'ê perwerdeya taktîkên şerên esmanî dîtiye. Ji aliyê dewleta Tirk ve xelata xizmeta bilind wergirtiye.

Keça ermenî Hatun Sebilciyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heya salên 90î kesê ne dizanî ku Gökçen bingeh ermenî bû û dê-bavê wê di komkujiya ermeniyan de hatine kuştin. Rojnamevanê navdar ê tirk Uğur Mumcu cara pêşîn ev yeka han diyarkir[çavkanî hewce ye]. Piştre Gökçenê bi xwe jî di hevpeyvînan de ev yeka han pejirand. Herçendî hin nîjadperestên tirk hêj jî vê yekê înkar dikin û navên misilmanan ji dê û bavê wê re dibînin jî, wekî wê diyarkiribû, ew keseka bingeh-ermenî bû û xwe êdî wekî tirk dipejirand.

Di gotareke Hrant Dînk a ku di 6ê sibata 2004an de di rojnameya Agosê de hat weşandin, hat îdiakirin ku ev jina "tirk" a sembola modernîteyê, bi rastî jî sêwiyeke ermenî bû ku malbata wê di qirkirina ermeniyan de winda bûye. Çavkaniya îdiayan Hripsime (Sebilciyan) Gazalyan, ermeniya Dîlokê, bû. Gazalyan da zanîn ku navê rastî yê Sabiha Gökçen ku xaltîka wê bi xwe ye Hatun Sebilciyan e. Piştî ku malbata xwe di qirkirinê de winda dike, di sêwîxanê de tê bicihkirin û piştre hîn dibe ku Hatun ji aliyê Atatürk ve hatiye qebûlkirin. Wê diyar kir ku wan hewl da xwe bigihînin wê, lê nekarîn tiştek bikin û wê bi wêne û belgeyan piştgirî da wan.[8]

Bombebarankirina sîvîlên Dêrsimê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Komkujiya Dersîmê de cih digire û gundên Kurdistanê bombebaran dike. Tê zanîn di Komkujiya Dersîmê de nêzîkî 90.000 kes tên kuştin û bi gotina Gökçen "Heger hemî nebin jî ji nîvê pirrîn bi destê Gökçen hatine qirkirin"[çavkanî hewce ye]. Serhildana Dêrsimê zû vedabû û ji bo şerê esmanî ti amadekarî nebûn. Balafiran zora serhildêran dibir û pirranî bi hêza balafiran û bombekirina sivîlan serhildan têk çû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "İşte soyağacı". web.archive.org. 2 nîsan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 nîsan 2015. Roja gihiştinê 27 nîsan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Sabiha-Hatun'un sırrı | Agos". web.archive.org. 4 gulan 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 gulan 2022. Roja gihiştinê 27 nîsan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Gökçen Ermeni'ydi - Gündem Haberleri". web.archive.org. 2 tebax 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 tebax 2016. Roja gihiştinê 27 nîsan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Katalog der Deutschen Nationalbibliothek". portal.dnb.de. Roja gihiştinê 24 nîsan 2023.
  5. ^ "Ermeni iddiasını, ilk uçuş tarihi çürüttü- Arşiv - Milliyet.com.tr". web.archive.org. 6 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 adar 2016. Roja gihiştinê 25 nîsan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "Sabiha Gokcen (1913-2001), Pioneer Aviatrix". web.archive.org. 9 adar 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 adar 2018. Roja gihiştinê 25 nîsan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Liste : Digitales Familiennamenwörterbuch Deutschlands (DFD) : Namenforschung.net". www.namenforschung.net. Roja gihiştinê 24 nîsan 2023.
  8. ^ "22 Mart 1913: Gerçekte bir Ermeni yetimi olan Sabiha Gökçen doğdu". marksist.org. Roja gihiştinê 24 nîsan 2023.