Simbile (komstêr)
Simbile nîşana astronoiyê ♍) ye û komstêreka di Eklîptîkê de ye. Simbile (ji dûv Marê Avî) komstêra duyem mezintirîn e. Ew di navbera şêr û Mêzînê de dimîne. Stêrên wê yên geştirîn kesekî ramediyayî nîşan didin. Stêrê gêştirîn ê komstêrê Spica ye û qedra xwe ya zahîrî 0,98m e. Bi dirêjkirina boça hirça mezin(an jî destiyê şiklê wê yê mîna çomçikê) re merîv dikine siftê bi Arktûrûs û paşê jî bi Spica gihîje û pêve merîv dikane Simbileyê bibîne[1].
Eklîptîk(rêgeha rojê) do komstêrê re derbas dibe û loma roj, hîv û gerrstêrk di wê re derbas dibin. Ew yek ji komstêreka di çembera bircan de ye. Ji ber liva tewereya dinê(Axial precession) heyama ku roj têde dimîne gorî berê guheriye. Roj di wê de di navbera 16'ê rezberê û 31'ê kewçêrê de dimîne û loma niha payîz di vê bircê de dest pê dike.
Nav | Qedra Zahîrî | Dûrî (Salên Roniyê) |
---|---|---|
Spica, Sîmak el Ezel (α Virg, Alpha Virginis) | 0,98 | 272 |
Elmûredîn(ε Virg, Epsilon Virginis) | 2,85 | 182 |
Heze(ζ Virg, Zeta Virginis) | 3,38 | 73 |
Mînelava(δ Virg, Delta Virginis) | 3,38 | 200 |
Zewîceh(β Virg, Beta Virginis) | 3,59 | 36 |
Porrima(γ Virg, Gamma Virginis) | 3,48 + 3,50 | 39 |
Rîcl el Ewwa (μ Virg, My Virginis) | 3,87 | 61 |
Zawiya(η Virg, Eta Virginis) | 4,1 | 70 |
Xembalya(λ Virg, Lambda Virginis) | 4,52 | 187 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |