Xaç (komstêr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Komstêra Xaçê

Xaç (bi latinî Crux) komstêreke li esmana başûr e. Xaç komstêra biçûk, lêbelê komstêreke pirr balkêş û naskirî ye. Çar stêrên xwe yên geş xaçeke balkêş nîşan dide. Ew di rê kadizan de dimîne. Komstêr bi rojhilat, rojava û bakur bi Kentaurê ve cîran e. Ew ji Ewropaya Navîn pê ve li bakur nayê dîtin.

Xaç ne ji 48 komstêrên ji hêla Betlemyûs ve qal bûye. Ew di wan deman de li Yewnanistana kevnare dihat dîtin, lê bi ser Kenaturî ve dihat hesibandin. Lê ji ber "liva tewereya dinê" (bi îngilîzî Axial precession) ew bi başûr ve liviya.

Nîşandana Başûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çima ku li başûr tu stêrên wek stêra bakurê ya ku qutba başûr nîşan dide tune ew wek dîtina alîyan muhîm e.

Gava deryavanên ewropî di sedsala 16'an de ber bi başûr ve derketina gerr û seyehatan Xaçê bala wan kişand û wan bawer kir ku ew Xaça pîroz a xiristiyaniyê dibînine. Tewereya wê ya tîkane (emûdî) başûr nîşan dide û ew bona dîtina aliyên erdnîgarî gelek muhîm e. Di sala 1501'ê de Amerigo Vespucci giringiya wê ya bo dîtina aliyan dîtibû û cara siftê Andrea Corsali di sala 1515'an de ew bi dirêjî tearîf kiriye. Wek komstêr cara siftê di sala 1589'an de ji hêla Petrus Plancius ve wek komstêrek li ser giroverek hat nîşandan.

Stêrên Acrux (Alfaya Xaçê, α Crucis) û Gacrux (Gamaya Xaçê, γ Crucis) dikare aliyê başûr nîşan bide. Gava merîv xêza ji Gacrux de dertê û ber bi Acrux ve dihere teqîb bike ew hema hema qutba başûr nîşan dide.

Çar stêrên geştirên di komstêra Xaçê de yên li ser goşeya jor û rastê xwiya dibin. Gacrux rengsor li jor xwiya dibe.
Stêrên bi navkirî
Nav Qedra Zahirî Dûrî
(Salên roniyê)
  Alfaya Xaçê (α Crucis, Alpha Crucis, Acrux)     0,77    321
  Betaya Xaçê (β Crucis, Beta Crucis, Becrux)    1,25    353
  Gamaya Xaçê (γ Crucis, Gamma Crucis, Gacrux)    1,59    87,9
  Deltaya Xaçê (δ Crucis, Delta Crucis, Decrux)    2,79    364

Navên çar stêrên geştir Acrux, Becrux, Gacrux û Decrux ji navên wan ên binavkirina Bayerê Alpha, Beta, Gamma û Delta û kurtkirina navê komstêrê Crux de tê.

Acrux sîstemeka stêran a ji sê stêran pêk tê ye. Gacrux stêrcêwiyek e.

Alên ku lê komstêra Xaçê heye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alên dewletên wekî Awistralya, Samoa, Nû Zelenda, Papua Gîneya Nû û Brezîlê hene ku lê komstêra Xaçê nîşan didin. Ji xeynî vê hin herêmên li van welatan ku ew li ser ala xwe bişûn kirinî jî hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]