Oryon (komstêr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Komstêra Oryonê

Oryon, an Termê Mêzîn[1] an jî Termê Mezin[2] komstêreke dikevê ser ekwatora ezmên û li tevahiya dinê xwiya dibe. Ew yek ji komstêrên herî zelal û balkêş a di ezmana şevê de ye. Navê wê ji navê nêçîrvanekî mîtolojiya yewnan, Orion, tê.

Dîtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di komstêra Oryonê de Kemera Oryonê ya balkêş heye. Ew sê stêrên di rêzeke de, yên bi çar stêrkên li dor hemahema eynî dûrahiyê li dor rêz dibin û bi vî awayî bedena nêçîrvan pêktînin. Jêr kemerê re rêzeke sê stêrên biçûk ên şûrê nêçîrvan pêk tînin hene.

Oryon ji meha kewçêrê heta meha sibatê bi şevan li ezmên, him li nîvkureya bakur, him jî li nîvkureya başûr, bi hêsanî dikare bê dîtin. Di mehên gulan û hezîranê de Oryon bi roj li ezmên e û ne dîtbar e. Di vê demê de ew encax li cihên wek Antarktîka yên roj di nîverojê de jî xwiya nabe dîtbar e.

Rênîşana dîtînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîtîna stêrkên din bi alîkariya Oryonê

Ji ber ku dîtina Oryonê pirr hêsan e, ew dîtina stêrên din re jî meriv re dibe rêber û nîşan. Bi pêketina rêza kemera Oryonê bi hêla başûr rojava ve mirov dikare stêrka Qurix bibîne. Bi îstîqameta berevajî, ber bi bakur rojava ve mirov dikare stêrka Deberan bibîne. Bi pêketin gurmilkên nêçîrvan ber bi rojhelat ve mirov dikare stêrka Procyon bibîne. Bi xêzeka ji Ricelê ber bi Betelcewzeyê ve mirov bidomîne digêhije du stêrên komstêra Cêwî yên bi nav: Castor û Pollux.

Stêrk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Betelcewze, gorî Binavkirina Bayer Alpha Orionis, stêrkeka pirmezina sora nêziya dawiya umrê xwe ye. Ew stêrka duyem bi şewqtira Oryonê ye. Ew gurmilkê rastê yê nêçîrvan e. Ew heştem geştira ezmên e.
  • Ricel an Rîgel, gorî Binavkirina Bayer Beta Orionis, stêrkeka hêşina pirmezin e. Ew geştirîn stêrka komstêra Oryonê û şeşemîn geştira ezmên e. Ew nigê nêçîrvanê çepê pêk tîne.
  • Belatrîks, an Gamma Orionis, stêra 22’yem geştira ezmana şev e. Ew gurmilkê Oryonê çepê pêk tîne.
  • Minteqe, yan Delta Orionis, ew yek ji stêrkên kemera Oryonê ye û ya li herî roavaya kemerê dikeve ye. Ew ji çend stêrkan pêk tê.
  • Alnilam, an Nizam an Epsilon Orionis, ew yek ji stêrkên kemera Oryonê ye û ya navîn e.
  • Alnitaq, an Nitaq an Zeta Orionis, stêrka kemera Oryonê, ya li tewrî rohelat dikeve ye.
  • Seyf, an Kappa Orionis, nigê Oryonê rastê ye.

Kemera Oryonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kemera Oryonê

Kemera Oryonê, an Sêtilk (?)[3] asterîzmeka di komstêrka Oryonê de ye. Sê stêrkên geş wê pêk tînin: Alnitaq, Alnilam û Minteqe. Alnitaq nêzî 800 sala ronî dûra dinê ye û radyasyona ûltraviyolê derdixe. Alnitaq 100.000 car ji rojê ronîtir e. Alnilam nêzî 1340 sala roniyê dûra dinê ye û ji rojê 375.000 car ronîtir e. Mîntaqa 915 sala roniyê dûra dinê ye û 90.000 carî ji rojê ronîtir e. Dîtina kemera Oryonê pirr hêsan e û ew dîtina hin komstêren din ên nîvkureya bakur re jî dibe rênîşan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ahmed Subaşı, "Di Çanda Kevnare de Stêrknasiya Gel", Kovara Laser, h.1, 2015, r.12
  2. ^ http://www.zazaki.net/file/vate-12.pdf
  3. ^ http://www.nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=4439