Beran (komstêr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Beran komstêreka li çembera bircan a di navbera li roava Masî û li rohelat Gayê de dimîne ye. Nîşana wê ye. Ew ye k ji 48 komstêrên Batlamyûs qalkirî û yek ji 88 komstêrên îroyîn e. Bi rûbera xwe ya nîv-mezin ve ew di nav komstêran de 39'em e û li rûyê ezmên rûbereka xwiyayî ya 441 çargoşe dereceyan (ji 1.1% a kûreya ezmên) digire.

Çima ku ew tenê ji çend stêrên geş pêk tê ne komstêreka pirr diyar e: Hemel (Alfa Beran), Şeratan (Beta Beran), û Mesertem (Gama Beran).

Dîrok û mîtolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di çembera bircan a Babîlan a wek MUL.APIN bi nav dibûyî de wek birca paşin dihat hesibandin û MULLÚ.ḪUN.GÁ (ango cotkar) dihat bi nav kirin. Di vê çembera bircan de Komika Sêwiyan wek ekînoksa biharî dihat hesibandin. Birca beranê wek komstêreka cihê cara siftê di salên 1350 b.z - 1000 b.z de nexşandî dertê pêş merîv. Ew bi demên derengên Babîlan ve hêdî hêdî li şûna cotkar, wek beranê hatiye nexşandin. Di MUL.APIN a salên 1000 b.z. de çêkirî de ew him wek beran, him jî wek cotkarekî hatiye nexşandin. Lê nexşa wê bitemamî kînga hatiye veguherandina beranê ne diyar e.

Ew di astronomiya Misira Kevin de bi xwedewenda Amon-Ra, yê ku wek mêrekî bi serê beranekî ve dihat nexşandin, yê xwedawendê bereket û afirînê, dihat nîşan dan.

Beran di nexşeyeka li salên dora 1825

Ew heta demên klasîk wek komstêreka cihê nedihat qebûl kirin.[1] Ew di astrolojiya Yewnanî de bi beranê zêrrînê ku Frîksos(Phrixos) û Helle bi emrê Xwedewand Merkûrê re filitandî û birî welata Kolxîs(Colchis, li Gurcîstana îroyîn) ve tê eleqedar kirin. Frîksos(Phrixos) û Helle law û keça key Athamas, ên ji jina wê ya siftê Nephele bûn. Jina keya duyem Ino ji ber hesûdiyê dixwaze van herduyan bikuje. Bona bicihanîna vê wê qehtiya li Boeotia kiribû mane û bi kehaneteka ji Delfî(Delphi) ya sexte ya ku dibêje bona dawî li anîna qehtiyê gerek e Frîksos bê kuştin re kir ku wî bikuje. Athamas hindik mabû ku wî li ser çiyayê çiyayê Laphystiumê qurban bike Aries( beran)ê ji hêla Nephele şandî gihîştibû. Helle bi firîna bi beranê re li Dardanellesê gêr bûye û di avê de fetisiyaye û ser vê ve ev der wek Hellespon hatiye bi nav kirin. Ji pey hatinê re Frîksos beran qurbana Zeus kiriye û postê wê daye hikumdarê Kolxîsê Aeëtes û wî jî keçika xwe Chalciope daye Frîksos. Aeëtes va posta li dereke binerd kiriye û ew wek Postê Zêrrîn hatiye zanîn û ji hêla ejdiyakî hatiye parastin.

Dîrokî ew wek beranekî mexelhatî yê berê xwe çerxa Gayê kirî dihat nîşan dan. Batlamyûs di Elmacestî de qal dike ku Hîparkûs stêra Hemel wek pozê Berên nexşandibû û loma Batlamyûs ew di komstêrê de nehesibandibû. Wî ew wek stêra ser serê Berên qal kiribû. Stêrnasên misilmanên wek El Sûfî jî wek şopandina Batlamyûs ew wek Beranê nexşandine.

Nixteya siftê ya Beranê cîhê ekînoksa biharî ye. Hîparkûs di salên dora 130 b.z. de ew wek başûra Mesertem(Gama Beran) diyar kiribû. Li ji ber liva tewereya dinê nixteya siftê ya beranê heta birca masî liviyaye û ew ê dora 2600 heta birca Dewlikê bilive. Niha roj di birca Beranê de ji nîva nîsanê de heta nîva gulanê xwiya dibe.

Komstêra Beranê wek bi çavên rût tê dîtin

Stêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sê stêrên gêşên komstêra berên hene; Hemel(α Arietis), geştirîn stêra di komstêrê de ye û bi erebî peyva bo "berx"ê ye. qedra zahîrî 2.00 ye û ew 66 sala roniyê dûra dinê ye. Roniya wê 96 car roniya rojê ye û qedra wê ya mitleq -0.1 e.

Şeratan(β Arietis)qedra zahîrî 2.64 e. Navê wê bi erebî tê mehneya du îşaretê û ew bona ku ew cîhê ekînoksa biharê ye hana hatiye bi nav kirin. Bedewiyên ereban ew wek qern el Hemel(qiloça beranê) bi nav dikirin. Ew 59 sala roniyêdûra dinê ye. Qedra wê ya mitleq 2.1 e.

Mesertim (γ Arietis), ew cotstêrek e. Stêra yekama cotstêrê bi qedra zahîrîya 4.59 ye û ya duyem bi qedra zahîrîya 4.68 e. Etîmolojiya navê wê bitemamî nediyar e. Ew herdu tev xwediyê qedra zahîrîya 3.9 in. Stêra yekem xweyî roniyeka 60 ya rojê û ya duyem jî xweyî roniyeka 56 car ya rojê ye. Ew di sala 1664'a de ji hêla Robert Hooke ve hatiye kifş kirin ku ew ji du stêran pêk tê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rogers, John H. (1998). "Origins of the Ancient Constellations: II. The Mediterranean traditions" (PDF). Journal of the British Astronomical Association. 108: 79–89. Roja gihiştinê 26 gulan 2012.