Termê Nuhê (komstêr)
Xuyakirin
Termê Nuhê (Termê Nihê, Termê Nehê) an Dobê Esqer, Hirçê Biçûk komstêreka li nîvkada bakura ezmên dimîne ye. Wek Termê Merxê (Hirçê Mezin) heft stêrên wê jî şiklekî mîna çoçikê pêk tînin. Ew yek ji 48 komstêrên Batlamyûs qalê kiribû ye û îroj jî yek ji 88 komstêrên îroyîn e. Çima ku stêra bakur jî di vê komstêrê de ye komstêreke muhîm e. Lê ew ê di pêşerojê de ji ber şewişîna tewereya dinê biguhere.
Stêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji ber heft stêrên wek çoçikê dîtina komstêrê hêsan e. Stêra di dawiya destêkê çoçikê de stêra bakur e. Stera Bakur bi dirêjkirina xêza zahîrî ya ji du stêrên li paşiya çoçika Termê Merxê re jî dikare bê dîtin. Stêra geştirîn ya komstêrê, bi qedra xwe ya zahîrî ya 2.02, stêra bakur e.
Nav | Qedra Zahîrî | Dûrî (Salên Roniyê) |
---|---|---|
Stêra Bakur | 2.02 | 430 |
Kewkeb | 2.07 | 126 |
Ferqad | 3.00 | 480 |
Yildûn | 4.85 | 185 |
Ehfa el Ferqadîn | 4.32 | 376 |
Enwar el Ferqadîn | 4.95 | 97 |
Ev gotara têkildarî stêrnasiyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |