Dûpişk (komstêr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Dûpişk binêre.
Komstêra Dûpişkê ya ku wek bi çavên rût tê dîtin

Dûpişk (bi latînî: Scorpius) komstêreke di çembera bircan de ye û nîşana wê ya astronomiyê ♏ ye. Ew di navbera li bakurê Terezî û li rohelatê Keywanê de ye.

Komstêra Dûpişkê yek ji komstêrên herî balkêş a li nîvkada başûr kûreya ezmên e. Gelek stêrên geş ser û pençika wê pêk tînin û pişka wê bi jor de bilind dibe. Ew nêzî navenda kadizê ye. Roj di navbera 23'ê kewçêrê û 30'ê kewçêrê di komstêra Dûpişkê de dimîne û ew mideta tewrî kurt a ku roj di birceke de dimîne ye.

Komstêra ji demên sumeriyan vir ve dihat zanîn û ew bi xwedewanda Išḫara ve dihat eleqedar kirin. Lê mehneya wê ya îroj ji Yewnana antîk dertê. Ew yek ji 48 komstêrên ku Ptolemaîos qala wê kiribû.

Mîtolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di mîtolojiya yewnanî çend efsaneyên li ser dûpişkê tên gotin.

Artemîs, xwedawenda seydvaniyê fermanê dide dûpişkê ku Oryonê, seydvanekî jêhatî û pirr mezin ê ku bi gotina ku ez ê hemû heywan û kêziyan bikujim ve hêrs lê rakirî , bikuje. Gorî riwayeteka din yê ku dûpişk şandî Apolo ye, çima ku dilê Artemîs ketiye Oryonê. Lê paşê ew bi kuştina hevalê xwe poşman dibe û wî, Oryonê, li ezmanê bi cih dike. Gorî hin riwayetên din Hêra, jina Zeus, Oryon bi dûpişkê dide kuştin çima ku ew rabeziye ser Merope. Li ser vê hatina hember hev riwayetên cûr bi cûr hene. Gorî hin gotinan Oryon bi pêgirtina ji pehniyê re dimire, gorî hin gotinan jî Oryon dûpişkê dikuje. Ew herdu li ezmên qasî ku bi hev negihîjin tên bi şûn kirin. Kînga Oryon heltê, dûpişk dihere avan.

Stêrên Dûpişkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Stêrên bi navkirî
Nav Qedra Zahirî Dûrî
(Salên roniyê)
  Alfaya Dûpişkê (α Scorpii, Alpha Scorpii, Antarês, Qelbeleqreb)     0,9-1,8    604
  Lambdaya Dûpişkê (λ Scorpii, Lambda Scorpii, Eşewla)    1,63    703
  Tetaya Dûpişkê (θ Scorpii, Theta Scorpii, Sargas)    1,86    272
  Epsîlona Dûpişkê (ε Scorpii, Epsilon Scorpii, Sargas)    2,29    65
  Deltaya Dûpişkê (δ Scorpii, Delta Scorpii, Cûba)    2,29    402
  Kapaya Dûpişkê (κ Scorpii, Kappa Scorpii, Girtab)    2,41    464
  Betaya Dûpişkê (β Scorpii, Beta Scorpii, Eqreb)    2,56    530
  Ûpsîlona Dûpişkê (υ Scorpii, Epsilon Scorpii, Elesat)    2,79    519
  Tawa Dûpişkê (τ Scorpii, Tau Scorpii, Eniyat)    2,8    500
  Sîgmaya Dûpişkê (σ Scorpii, Sigma Scorpii, Eniyat)    2,9    600
  Omegaya Dûpişkê (ω1 Scorpii, Omega Scorpii, Cebheteleqreb)    3,93    424
  Nuya Dûpişkê (ν Scorpii, Ny Scorpii, Cebhe)    4    437
  Ksiya Dûpişkê (ξ Scorpii, Xi Scorpii, Cebhe)    4,26    92,5

Stêra tewrî geş Antarês navê xwe ji yewnanî girtiye. Navê wê Anti-ares, ango antî-mars, çima ku rengê wê bi Marsê ve dişibe hevdu hana hatiye bi nav kirin ku merîv dikare bona rengên wan wan şaş bike. Navê wê yê erebî Qel el-Eqreb jî berbelav e.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]