Kentaur (komstêr)
Kentaur komstêreka di nîvqada ezmana başûr de ye. Kentaur komstêreka fereya li başûra Marê Avî (komstêr) dikişê ye. Wek mîtolojiyê ew şiklekî mîna Qentûrîs, nîvmerîvî, nîvhespî pêk tîne.
Stêra herî gêştirîna komstêrê Alfaya Kentaurî bi stêrcêwî yên Alfaya Kentaurî A û Alfaya Kentaurî B ve û stêra nêziktirîna rojê Proksîmaya Kentaurî ve sîstemeka pirrstêrî pêk tîne ye.
Ew yek ji 48 komstêrên ku Batlamyûs qalê kiribû. Ew di demên berê de li Kurdistanê jî bitemamî dîtbar bû. Lê îroj ji ber liva tewereya dinê êdî bitemamî ne dîtbar e û ew herku dihere bi başûr ve hereket dike.
Nav | Qedra Zahîrî | Dûrî (Salên Roniyê) |
---|---|---|
Alfaya Kentaurî | -0.01 | 4.34 |
Hedar | 0.61 | 525 |
Menkeb el Kentaur | 2.06 | 55 |
Mûhlîfeyn | 2.20 | 130 |
El Nayr | 2.55 | 400 |
Stêrê geştirînê vê komstêrê Alfaya Kentaurî ye. Ew bi erebî tê mehneya “Pêyê Kentaur” e. Bi dûriya xwe ya 4,34 salên roniyê ve yek ji stêrên nêziktirîn e. Esasen ew ne stêreka tenê, lêbelê sês têrên li dor navendeke hereket dikin in. Bi teleskopeka biçûk du stêrên wan dîtbar in. Stêra geştirê sêtikê α Qentûrîs A bi mezinahî qasî rojê ye. α Qentûrîs B bi qedra zahîrî ya 1,33 ve hinekî ji wê zeîftir. Ew herdu stêr 80 salî de dor hev re 80 salî de viz dibin. Teka sêyêma sêtikê α Kentaur C yan Proksîmaya Kentaurî stêreka bi qedra zahîrî ya 11,05m ye. Bi dûrî ya 4,22 salên roniyê stêra nêziktirîna rojê ye.
Stêra duyem geştirîna vê komstêrê Hedar (Betaya Kentaurî) e. Navê wê yê erebî tê mehneya zemînê. Bi dûriya 525 salên roniyê ve stêreka gelek dûr e.