Here naverokê

Sofya

Sofya
Со́фия Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajarên paytext
Sofia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirûşm: 
Расте, но не старее Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sofya li ser nexşeyê
Map
Sofya li ser nexşeya Bulgaristan nîşan dide
Sofya
Sofya
Koordînat: 42°41′52.390″Bk 23°19′18.214″Rh / 42.69788611°Bk 23.32172611°Rh / 42.69788611; 23.32172611
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletBulgaristan, People's Republic of Bulgaria, Keyaniya Bulgaristanê, Principality of Bulgaria, Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Romê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Stolichna Municipality Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
Îdarî
 • ŞaredarVassil Terziev (2023–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî492 km2 (190 sq mi)
Bilindahî
595 m (1952 ft)
Nifûs
1.281.040 (2024), 1.404.116 (2024) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê02 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyêC, CA, CB Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.sofia.bg Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sofya (bi bulgarî: София, Sofiya), paytext û bajarê herî mezin ê Bulgaristanê ye ku li Geliyê Sofyayê li binê Çiyayê Vîtoşayê li beşên rojavayî ya Bulgaristanê hatiye avakirin. Bajêr li rojavayê Çemê Îskarê ye ku gelek çavkaniyên mîneralên wek Hemamên Mîneral ên Navendî yên Sofyayê hene. Ji ber ku bajêr li navenda Balkanan e bajêr li ser erdnîgariyek di navbera Deryaya Reş, Deryaya Adriatîkê û Deryaya Egeyê de ye. Bajêr di navbera van her sê deryayan de herî zêde nêzîkî Deryaya Egeyê ye.[1][2]

Sofya ji ber ku di Serdema Kevnar de bi navê Serdîka û di Serdema Navîn de bi navê Sredets tê zanîn, herî kêm ji 7000 salên b.z. vir ve bajêr bûye jîngeha mirovan. Dîroka tomarkirî ya bajêr bi pejirandina bidestxistina Serdîksa ji hêla Komara Romayê ve di sala 29 salên b.z. de ji eşîra Keltî Serdî be dest pê dike. Di dema hilweşîna Împeratoriya Romayê de, bajar ji aliyê gelên wekî Huns, Vîsîgot, Avaran û Slavan ve hatiye dagir kirin. Di sala 809an de, Serdîka ku navê wî demê ya bajêr bû, ji aliyê Xan Krum ve di nav Împeratoriya Bulgaristanê de hate girêdan û wekî Sredets hate nas kirin. Di sala 1018an de, Bîzansiyan desthilatdariya Bulgaristanê bi dawî kir heta 1194, dema ku bajêr ji aliyê Împeratoriya Bulgarî ya ji nû ve hate vejîn kirin. Di sala 1018an de, Bîzansiyan desthilatdariya Bulgaristanê bi dawî kir heta 1194an, dema ku bajêr ji hêla Împeratoriya Bulgarî ya ji nû ve hatiye vejîn kirin. Ji sala 1530an heta 1836an, Sofya paytexta herêmî ya Rumeliya Eyalet bû ku parêzgeha sereke ya Împeratoriya Osmanî ya li Ewropayê bû ku demek dirêj bajêr ji aliyê osmaniyan ve hatibû dagir kirin. Desthilatdariya Bulgaristanê di 1878 de hate vegerandin. Sofya di sala pêş de wekî paytexta Dewleta Sêyemîn a Bulgaristanê hate hilbijartin ku heyamek mezinbûna demografîk û aborî ya dijwar dest pê kir.

Sofya 14em bajarê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê ye. Bajêr ji hêla çiyayên wekî Çiyayê Vîtoşayê ji hêla başûr ve, Çiyayê Liyulîn ji hêla rojava ve û ji aliyê Çiyayên Balkanan ji hêla bakur ve hatiye dorpêçkirin. Jiber vê taybetiya erdnîgarî piştê bajarên Andorra la Vella û Madrîdê bajêr dibe sêyem paytexta Ewropî ya herî bilind. Ji ber ku Sofya bajarê sereke yê Bulgaristanê ye li bajêr gelek zanîngehên sereke yên herêmî, saziyên çandî û pargîdaniyên bazirganî hene.[3] Sofya wekî "sêgoşeya xweşditîna dînî" hatiye binavkirin. Sê perestgehên Dêra Sveta Nedelya, Mizgefta Banya Başî û Kinîşta Sofyayê ku perestgehên sê dînên mezin ên cîhanê xiristiyanî, îslamî û cihûtî ne li bajêr nêzîkî hev in.[4]

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mohra yekem a bajêr, ji sala 1878an ku jê re dibêjin Sredets

Demek dirêj li bajêr navekî trakîyayî hebû ku Serdîka (yewnaniya kevn: Σερδικη, bi romanî: Serdikē, an Σαρδικη Sardikē; latînî: Serdîka an Sardîka) ku ev nav ji eşîra Serdî tê ku yek ji eşîrên trakiyan bûn.[5][6] Eşîr bi eslê Keltî yan jî trakî-keltî yên tevlihev bûn. Împerator Markûs Ûlpiyus Traianus (53–117 PZ) navê hevgirtî Ûlpiya Serdîka daye bajêr; Ûlpiya dibe ku nav ji hevbendek Ûmbrîyayî ya peyva latînî lupus ku tê wateya "Gur" yan jî ji latînî vulpes (tê wateya Rovî) wergirtiye. Wisa dixuye ku carên pêşîn behsa Serdîka ya nivîskî di dema desthilatdariya wî de hatiye kirin û behsa dawî di sedsala 19an de di nivîseke bulgarî de (Сардакии, Sardakî) hatiye dîtin. Navên din ên ku ji Sofyayê re hatine dayîn, wekî Serdonpolîs (Σερδών πόλις, "Bajarê Serdî" bi yewnanî) û Triaditza (Τριάδιτζα, "Trinity" bi yewnanî), ji hêla çavkaniyên yewnanî yan jî li ser diravên bîzansiyan hatine behs kirin. Navê slavî Sredets (Срѣдецъ) ku bi "navîn" (среда, "sreda") û bi navê herî kevn ê bajêr ve girêdayî ye yekem car di nivîsarek sedsala 11an de li ser belgeyek hatiye dîtin. Gerokê ereb Îdrîsî ji bajêr re Atralîsa û xaçparêzan jî bajêr wekê Strelîsa, Stralitsa yan Stralîtsiyon binavkirin e.[7]

Navê Sofya ya îro berevajiyê navê bajar û bajarokên Bulgaristanê ku ji koka slavî ne, navê bajêr ji Dêra Saint Sofyayê tê.[8] Koka navê Sofyayê ji peyva yewnanî ya sophia (σοφία) tê wateya "aqilmendî" yê. Berhemên herî pêşîn ên ku ev navê bajêr ya dawî Sofya lê hatiye qeydkirin, Încîla Serdîkayê ye. Nav bajêr diyaloga di navbera du firoşkarên ji Dûbrovnîkê de li dora sala 1359an û di Şerefnameya Vîtoşa ya sedsala 14an de ya qralê bulgarî Îvan Shîşman û di têbiniyên bazirganek Ragusan a sala 1376an de derbas dibe.[9] Navê Sofyayê di van belgeyan de jê wekê Sofya ya lê di heman demê de ji herêmê û şêniyên bajêr re hêj jî Sredekeşkî (срѣдечьскои, "Sredets") tê gotin ku ev gotina bê navê heta sedsala 20an berdewam kiriye.[10]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdemên pêşdîrok û kevnar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev dirav ji salên 187 heta 168 berî zayînê kêşeya Makedonî teqlîd dike ku ji aliyê eşîra Serdî ve weke pereyê wan hatiye derxistin.

Herêm xwedî dîrokek nêzî 7000 salî ye ku bi balkêşiya mezin a kaniyên ava germ ên ku hêj jî li navenda bajêr diherikin. Dîroka gundê neolîtîk a li Slatînayê ji hezarsala 5 û 6ên berî zayînê ve vedigere.[11] Bermahiyên ji wargeha din a neolîtîk a li dora Galeriya Hunerê ya Neteweyî di hezarsala 3 û 4 ê b.z. de tê şopandin ku ji wî demê vir ve navenda kevneşopî ya bajêr e.[12]

Eşîrên pêşîn ên ku li herêmê bi cih bûne Tîlateyê yên trakî ne. Di salên 500 ê berî zayînê de, dever bûye beşek ji yekîtîya dewletek Trakya padîşahiya Odrîsiyan ku ji eşîrek din ê Trakyaya Odrîsesê bûn.[13]

Di sala 339am berî zayînê de Philip II yê Makedonî yekem car bajar anî xwarê û wêran kir.[14]

Eşîra keltî ya bi navê Serdî ya navê xwe dane bajêr. Naveroka herî pêşîn a di derbarê navê bajêr de ji nivîsareke atînayî ji sedsala 1an ê berî zayînê ye behsa navê Astiu ton Serdon, yan jî bajarê Serdiyanê dike.[15] Di nivîsar de Dio Cassius dibêje ku generalê Romayî Krassus, Serdiyan bindest dike û xwedî li girtiyan derdikeve.[16]

Di salên 27–29 ê berî zayînê de, li gorî Dio Kassius, Plinî û Ptolemyûs, herêma "Segetike" ji aliyê Krassus ve hatiye êrîş kirin ku tê texmînkirin ku Serdika yan jî bajarê Serdî ye.[17][18][19] Bajarê kevnar di navbera TZUM, Otela Sheraton û Avahiya Serokatiyê de ye.[20] Bajêr gav bi gav bûye girîngtirîn bajarê Romayê ya li herêmê.[21][22] Di serdema Qeyser Trajan (98–117) de bajêr dibe şaredarî. Serdîkka bi dîwarên parastinê, hemamên giştî, avahiyên îdarî û perestgehê, bazilika sivîl, amfîtiyatro, sîrk, meclîsa bajêr (Boulé), forumek mezin û bi sîrkek mezin (şano) berfireh dibe. Serdîka bajarekî girîng bû li ser rêya Romayê Via Militaris bû ku Sîngîdunumê û Bîzansê girêdide. Di sedsala 3an de, bajêr dibe paytexta Daşiya Aureliana û dema ku împerator Diyokletyan parêzgeha Daşiya Aureliana dabeş kir Daşiya Ripensis û Daşiya Mediterranea, Serdîka dibe paytexta paşîn.[23] Ji ber ku hemwelatiyên Serdîka yên bi eslê xwe trakyayî wekê Îllî dihatin binavkirin dibe ku bajêr demekê bûye paytexta Îlîraya Rojhilat (Îlîraya Duyem).[24][25]

Dema ku împerator Diyokletiyan parêzgeha Dakyayê di nav Daşiya Ripensis û Daşiya Navîn de dabeş kir, Serdîks dibe paytexta vê dawiyê.

Împeratorên Romê Aureliyan (215–275) û Galeriyus (260–311) li Serdîkayê ji dayik bûne.[26]

Bajar berfireh dibe û dibe navendek girîng a siyasî û aboriyê. Ji ber vê yekê bajêr bûye yek ji bajarên yekem ên Romayê ku xirîstiyanî wekî dînek fermî (di dema desthilatdariya Galeriyus) de hatiye pejirandin. Di sala 311an de li Serdîka ji aliyê împeratorê Romayê Galeriyus ve Fermana Tolerasyonê ya ji aliyê Galeriyus ve hat dayîn ku bi awayekî fermî çewisandina Diokletiyanîk a li ser baweriya xirîstiyantiyê bi dawî bû. Di fermanê de nepenî statûya "religio licita" da xirîstiyantiyê, îbadeteke ku ji aliyê Împeratoriya Romayê ve hatiye naskirin û qebûlkirin. Berî fermana Mîlan a bi du salan, ev yekem ferman bû ku xiristiyaniyê bi fermî qanûnî dike.

Serdîka paytextê Diyose Dakyayê bû (337-602).

Konstantînê Mezin ji bo 'Sardica mea Roma est' (Serdîca Romaya min e) gotiye. Wî hizir dikir ku Serdîka li cihê Konstantînopolê bibe paytexta Împeratoriya Bîzansê.[27] Ji berê de ku ne cudatir bû ji paytexteke çarserî ya Împaratoriya Romayê[28]. Di sala 343 yê p.z. de, Civata Sardikayê li bajêr, li dêra ku li wê derê ye ku dêra niha ya sedsala 6an a Saint Sophia lê hatiye çêkirin, hate saz kirin.

Bajêr di sala 447an de di êrişa Hunan de hatiye hilweşandin û bajêr sedsalekê wêran ma ku piştre ji aliyê Împeratorê Bîzansiyan Justinian I ve ji nû ve hate avakirin.[29] Di dema serweriya Justinian de bajêr geş dibe ku bi dîwarên kelehên mezin ên ku bermahiyên diwarên kelehê di îro de jî têne dîtin, hatiye dorpêç kirin.

Serdema navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdîka di sala 809an de, piştî dorpêçek dirêj, di serdema Xan Krum de dibe beşek ji Împeratoriya Bulgariya Yekem. Hilweşîna bajarê stratejîk bû sedem ku ji aliyê împeratorê Bîzansê Nikephoros I ve bi êrîşek mezin dawî li Bulgaristanê bîne dibe sedema mirina wî yê bi destê artêşa Bulgaristanê.[30] Di encama şer de bajêr bi domdarî li Bulgaristanê ve hate girêdan û bi navê Slavî Sredets hate nas kirin. Bajêr di bin cîgirê Krum Xan Omurtag de ku wî bajêr xiste navendek parêzgeha Sredets (Sredetski komitat, Средецки комитат) bajêr dibe bajarek girîng û navendek îdarî. Damezrînerê Bulgaristanê John a Rila di nîvê sedsala 10an de bi fermana Qeyser Petrûs I li Sredetsê hate veşartin.[31] Piştî bidestxistina paytexta Bulgaristanê Preslavê ji hêla Sviatoslav I yê Kîev û artêşên John I Tzimiskes ve di salên 970 û 971an de, Patrîkê Bulgarî Damyan sala pêş de Sredets ji bo rêveberiya xwe hilbijart û paytexta Bulgaristanê bi demkî veguheztine wir.[32] Di nîvê duyemîn ê sedsala 10an de bajêr ji hêla Komit Nikola û kurên wî ve ku wekî "Komitopuli" têne zanîn, hate birêvebirin. Yek ji wan Samûîl bû ku di sala 997an de di dawiyê bûye îperatorê Bulgaristanê. Di 986an de, împeratorê Bîzansê Basil II Sredetsê dorpêç kir lê piştî 20 rojan ji ber êrîşên bê encam, garnîzon derket û Bîzans neçar ma ku dev ji dagirkirinê berdin. Li ser rêya xwe ya ber bi Konstantînopolê, Basil II di şerê Deriyê Trajanê de ji aliyê Bulgaran ve kete kemînê û bi awayekî giran têk çû.[33]

Bajar di dawiyê de di sala 1018an de, piştî dagirkirina Bîzansê ya Bulgaristanê, ket destê Împeratoriya Bîzansê. Sredets beşdarî serhildana Peter Delyan a di 1040 û 1041an de di hewlek têkçûyî ya vegerandina serxwebûna Bulgaristanê de bû û bi serokatiya fermandarê herêmî Botko bajêr dibe keleha dawî ya serhildêran.[34]

Careke din dîsa di sala 1194an de di dema împarator Îvan Asen I de bajêr di nav Împeratoriya Bulgarî ya vesazkirî de hate girêdan û bajêr dibe navendek girîng a îdarî û çandî.[35] Çend rêveberên bajêr endamên malbata Împêratoriya Bulgarî bûn ku sernavê sebastokrator bûn ku di wê demê de piştî tsar sernavê duyem a herî girîng bû. Hinek xwediyên naskirî yên sernavê Kaloyan, Petrûs û xizmê wan Aleksandar Asen bû (m. piştî 1232) ku kurê Ivan Asen I ê Bulgarîstanê bû. Di sedsalên 13 û 14an de Sredets navendek girîng a giyanî û edebî bû ku komek ji 14 dêr li derdora bajêr bû ku di dawiyê de ji hêla osmaniyan ve hatin hilweşandin. Di salê 1382 û 1383an û 1385an de, Sredets di şerê Bulgaristan-Osmanî de ji aliyê Lala Şahîn Paşa ve piştî dorpêçkirina sê mehan ji aliyê osmaniyan ve hate dagirkirin.[36]

Serdema nûjen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîmenek ji bombebaran li bajêr ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de ku di sala 1944an de pêk hatiye.

Di dema Şerê Rûs-Tirkan a sala 1877- 78an de, Silêman Paşa ji bo parastinê gefa şewitandina bajêr xwar lê dîplomatên biyanî Leandre Legay, Vito Positano, Rabbî Gabriel Almosnino û Josef Valdhart red kirin ku bajar biterikînin û bi vî rengî bajêr ji destê osmaniyan rizgar kirin.[37] Gelek şêniyên bulgar ên Sofyayê çekên xwe hilgirtin û xwe dan alî hêzên rûsî. Sofya ji desthilatdariya osmanî ji aliyê hêzên rûsî ve ku bi koordîne kirin a general Iosif Gurko de di 4ê çileya sala 1878an de hate rizgarkirin. Bajêr Ji hêla Marin Drinov ve wekî paytext hate pêşniyar kirin û di 3ê nîsana sala 1879an de wekî paytext hate pejirandin. Di dema rizgarkirina bajêr de nifûsa bajêr ji 11.649 kesan pêk dihat.[38]

Piştî rizgarbûna Sofyayê bajêr çend dehsalan bi mezinbûna nifûsa mezin re rû bi rû ma ku nemaze bi koçkirina ji herêmên din ên Mîrektiya Bulgaristanê û ji Makedonya û Trakyaya ku di wî demê de di bin dagirkeriya osmaniyan de bû.

Di Şerê Balkanê yê Duyem de, Bulgarîstan bi tenê bi hemû welatên cîranên xwe re şer dikir. Dema ku Artêşa Romanî di sala 1913an de kete Vrazhdebnsyê ku gundek 11 kîlometre dûrî Sofyayê ye ku niha taxek e bajêr e, di dema şer de, Sofya ji aliyê Hêzên Hewayî yên Romanyayê ku bi xebatên fotokeşfê re eleqedar bûn belavokên propagandayê avêtin bajêr.

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, Bulgaristanê di 13ê kanûna sala 1941an de li dijî Dewletên Yekbûyî û Brîtanyayê şer ragihand û di dawiya sala 1943 û destpêka 1944 de hêzên hewayî yên Dewletên Yekbûyî û Brîtanyayê Sofyayê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de bi hezaran avahî hilweşiyan yan jî zirar dîtin ku di nav wan de Pirtûkxaneya Paytext ku bi hezaran pirtûk tê de hebûn. Di sala 1944an Sofya û mayiya Bulgarîstanê ji aliyê Artêşa Sor a Sovyetê ve hate dagirkirin û di çend rojên dagirkirina Sovyetê de Bulgaristanê şer li dijî Almanyaya Nazî ragihand.

Di sala 1925an de hewla ultra-çepgiran ji bo kuştina padîşah bi ser neket lê di encamê de Dêra Saint Nedelya hate hilweşandin û gelek qurbanî çêbûn.

Di sala 1945an de Eniya Bapîr a Komunîst desthilatdariya bajêr wergirt. Guhertinên Bulgaristanê di sala 1946an de di dema Komara Gel a Bulgaristanê de û di sala 1990an de jî di dema Komara Bulgaristanê de guhertinên girîng di dîtbariya bajêr de pêk hat. Nifûsa Sofyayê ji ber koçberiya ji herêmên gundewarî bi awayekî bi lez zêde bû. Deverên niştecîh ên nû li derûdora bajêr, mîna Druzhba, Mladost û Lyulin, hatin avakirin.

Di dema desthilatdariya Partiya Komunîst de, hejmarek ji kolan û meydanên herî sembolîk ên bajêr ji ber sedemên îdeolojîk hatin guhertin ku bi navên orîjînal piştî sala 1989an hatine vegerandin.[39]

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûerd a parêzgeha Sofyayê 1344 km² ye û rûerda parêzgeha Sofya ya berfireh 7059 km² ye.[40] Pêşveketina Sofyayê ya wekî niştecîhek girîng jiber pozîsyona bajêr a navendî ya li Balkanan e. Bajêr li rojavayê Bulgarîstanê, li bakurê Çiyayê Vîtoşayê, li Geliyê Sofyayê ye hatiye avakirin ku bajêr ji aliyê bakur ve ji aliyê Çiyayên Balkanan ve hatiye dorpêçkirin. Bilindahiya Geliyê Sofyayê ya ji asta deryayê bi navînî 550 mêtre ji asta deryayê bilindtir e. Sofya duyem paytexta Yekîtiya Ewropayê (piştî Madrîdê) û piştî Andorra la Vella û Madrîdê sêyem paytexta herî bilind ê li Ewropayê ye. Berevajiya piraniya paytextên Ewropî, Sofya li ser peravê çemekî mezin nehatiye avakirin lê ji hemî aliyan ve ji aliyê çiyayên berbelav ên bilind ve hatiye dorpêçkirin. Sê rêyên çiyayî ber bi bajêr ve diçin ku ji kevnariyê ve rêyên sereke ne ku di navbera Çiyayê Vîtoşayê, Deryaya Reş û Deryaya Egeyê de ye.

Çend çemên biçûk di nava bajêr derbas dibin ku di nav de çemên wekî Boyanska, Vladayska û Perlovska hene. Çemê Îskarê di rêç-ava jorîn de li rojhilatê Sofyayê diherike. Çemê Îskarê çavkaniya xwe ji Çiyayê Rîlayê ku çiyayê herî bilind ê Bulgaristanê ye digire û di nêzîkê gundê Germanê ve diherike Geliyê Sofyayê. Çemê Îskarê ber bi Çiyayên Balkanan ve diherike ku di navbera taxên rojhilatê bajêr de, di navbera taxên bajêr ên rojhilat de, li tenişta avahiya sereke û di bin pîstên Balafirgeha Sofyayê derbas dibe û li bajarokê Novi Iskar ku li wir gola Iskar a xwezayî dest pê dike ji Geliyê Sofyayê derdikeve.[41]

Dîmenên ji Sofyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sofya xwedan avhewa parzemînî ya şil e (Köppen dabeşkirina avhewayê Dfb; Cfb heke bi −3 °C îzotermî be) ku bi germahiya salane ya navînî 10,9 °C (santîgrat) e.

Bi zivistan bi kêmanî sar û bi berf e. Li bajêr hewa dikare bê qerarî bi germahiya girîng a ji nişka ve pir ne aram û dînamîk be. Di rojên herî sar de germahî dikare ji -15 °C dakeve ku ev serma di dema sermahiya meha çileyê de çêdibe. Germahiya herî kêm a tomarkirî bi -31,2 °C e di 16ê çileya sala 1893an de pêk hatiye.[42] Mij li bajêr nemaze di destpêka demsalê de çêdibe. Li Sofyayê bi giştî 96 sm berf dibare û bi navînî 57 roj li bajêr berf li erdê dimîne. Zivistana herî bi berf a tomarkirî di sala 1995/1996 bû ku bi giştî 171 santîmêtre li bajêr berf bariye. Sala herî sar a ku hatiye tomarkirin sala 1893an bû ku bi germahiya navînî ya çileyê -10,4 °C û germahiya salane 8,2 °C hatiye tomarkirin.[43]

Havînan nava rojê pir germ û bi tav e. Di demsala havînê de bajar bi gelemperî jiber bilindahiya xwe ji deverên din ên Bulgaristanê hinek hêniktir dimîne. Lêbelê bajêr di rojên herî germ de, nemaze di mehên Tîrmeh û Tebaxê de, bi germahiyên bilind ên ku ji 35 °C derbas dibin, germ dibe. Germahiya herî bilind a tomarkirî 41 °C (santîgrat) e ku 5ê tîrmeha sala 2000an û 24ê tîrmeha sala 2007an de pêk hatiye. Meha herî germ a tomarkirî meha tîrmeha sala 2012an bû ku bi germahiya navînî 25 °C bû û sala herî germ a tomarkirî ya bajêr sala 2019an bû ku germahiya salane 11,9 °C bû.[44]

Bihar û payîz li Sofyayê bi gelemperî bi hewaya guhêrbar e, dînamîk û kurt in. Bajêr salê bi navînî 625,7 mm baran dibare û baran di dawiya biharê û destpêka havînê de digihîje barîna herî zêde. Sala herî ziwa ya tomarkirî sala 2000an bû ku bi barîna giştî ya 304,6 mm baran bariye û sala herî bi baran jî sala 2014an bû ku bi tevahî barîna 1,066,6 mm baran bariye.[45]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Lauwerys, Joseph A.; Scanlon, David G. (8 kanûna pêşîn 2005). Education in Cities (bi îngilîzî). Taylor & Francis. ISBN 978-0-415-39291-4.
  2. ^ Rogers, Clifford J. (2010). The Oxford Encyclopedia of Medieval Warfare and Military Technology (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-533403-6.
  3. ^ "Internet Hostel Sofia | Sofia | Bulgaria". web.archive.org. 28 kanûna pêşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 kanûna pêşîn 2011. Roja gihiştinê 19 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ Angelova, Maria (15 sibat 2017). "10 Things We Can all Learn from Bulgaria's Square of Religious Tolerance". Culture Trip (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 hezîran 2023.
  5. ^ "Sofia | History, Population, Map, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 10 gulan 2023. Roja gihiştinê 19 hezîran 2023.
  6. ^ Lauwerys, Joseph A.; Scanlon, David G. (8 kanûna pêşîn 2005). Education in Cities (bi îngilîzî). Taylor & Francis. ISBN 978-0-415-39291-4.
  7. ^ Gutkind, Erwin Anton (1964). International History of City Development (bi îngilîzî). Free Press of Glencoe.
  8. ^ "Градове - София - Мила родино". web.archive.org. 19 kanûna pêşîn 2007. Ji orîjînalê di 19 kanûna pêşîn 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 hezîran 2023.
  9. ^ The Encyclopedia Americana (bi îngilîzî). Grolier Incorporated. 1999. ISBN 978-0-7172-0131-0.
  10. ^ "История | Община Средец". web.archive.org. 26 kanûna pêşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 19 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ Kelcey, John G.; Müller, Norbert (7 hezîran 2011). Plants and Habitats of European Cities (bi îngilîzî). Springer Science & Business Media. ISBN 978-0-387-89684-7.
  12. ^ "Jêderka dîrokê". web.archive.org. 5 îlon 2017. Ji orîjînalê di 5 îlon 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  13. ^ BulWTours (20 tîrmeh 2015). "Odrysian Kingdom - the first country on the Balkans". Bulgaria Wine Tours (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  14. ^ Ring, Trudy; Watson, Noelle; Schellinger, Paul (5 çiriya paşîn 2013). Southern Europe: International Dictionary of Historic Places (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-134-25958-8.
  15. ^ admin (24 nîsan 2016). "Изгубената столица | Портал за култура, изкуство и общество" (bi bulgarî). Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  16. ^ "Cassius Dio". penelope.uchicago.edu. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  17. ^ Тракия (bi îngilîzî). In aedibus Academiae Litterarum Bulgaricae. 1998.
  18. ^ Acta Antiqua Academiae Scientiarum Hungaricae (bi îngilîzî). Akadémiai Kiadó. 1966.
  19. ^ Fitz, Jenő (1977). Limes. Akten des 11. Internationalen Limeskongresses (bi îngilîzî). Akadémiai Kiadó. ISBN 978-963-05-1301-2.
  20. ^ Ivanov, Rumen Teofilov (2006). Roman Cities in Bulgaria (bi îngilîzî). Bulgarian Bestseller--National Museum of Bulgarian Books and Polygraphy. ISBN 978-954-463-017-1.
  21. ^ World and Its Peoples (bi îngilîzî). Marshall Cavendish. 2010. ISBN 978-0-7614-7902-4.
  22. ^ Florov, Irina; Florov, Nicholas (2001). The 3000-year-old Hat: New Connections with Old Europe : the Thraco-Phrygian World (bi îngilîzî). Golden Vine Publishers. ISBN 978-0-9688487-0-8.
  23. ^ "The Cambridge Ancient History: Volume 12, The Crisis of Empire, AD 193-337 - Alan Bowman, Peter Garnsey, Averil Cameron - Google Books". web.archive.org. 10 çiriya paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 çiriya paşîn 2015. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  24. ^ Encyclopaedia Londinensis, Or, Universal Dictionary of Arts, Sciences, and Literature (bi îngilîzî). 1827.
  25. ^ Ring, Trudy; Watson, Noelle; Schellinger, Paul (5 çiriya paşîn 2013). Southern Europe: International Dictionary of Historic Places (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-134-25958-8.
  26. ^ "Eutropius: Book IX". www.thelatinlibrary.com. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  27. ^ "Guide Book Sofia - Kapka Nikolova - Google Книги". web.archive.org. 20 tebax 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 tebax 2020. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  28. ^ Green, Bernard (15 nîsan 2010). Christianity in Ancient Rome: The First Three Centuries (bi îngilîzî). A&C Black. ISBN 978-0-567-03250-8.
  29. ^ Ring, Trudy; Watson, Noelle; Schellinger, Paul (5 çiriya paşîn 2013). Southern Europe: International Dictionary of Historic Places (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-134-25958-8.
  30. ^ Forbes, Elizabeth (2002). Gyuzelev [Ghiuselev], Nikola (opera). Oxford Music Online. Oxford University Press.
  31. ^ Katsarova, Raina D.; Manolova, Magdalena (2001). Brashovanova(-Stancheva) [Stancheva-Brashovanova; Braschowanowa], Lada. Oxford Music Online. Oxford University Press.
  32. ^ Славяни (bi bulgarî). Komitet za bŭlgarite v chuzb̈ina. 1967.
  33. ^ Forbes, Elizabeth (2002). Gyuzelev [Ghiuselev], Nikola (opera). Oxford Music Online. Oxford University Press.
  34. ^ Forbes, Elizabeth (2002). Gyuzelev [Ghiuselev], Nikola (opera). Oxford Music Online. Oxford University Press.
  35. ^ Katsarova, Raina D.; Manolova, Magdalena (2001). Brashovanova(-Stancheva) [Stancheva-Brashovanova; Braschowanowa], Lada. Oxford Music Online. Oxford University Press.
  36. ^ Katsarova, Raina D.; Manolova, Magdalena (2001). Brashovanova(-Stancheva) [Stancheva-Brashovanova; Braschowanowa], Lada. Oxford Music Online. Oxford University Press.
  37. ^ "ВОЕННАЯ ЛИТЕРАТУРА --[ Военная история ]-- Генов Ц. Русско-турецкая война 1877-1878 гг. и подвиг освободителей". militera.lib.ru. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  38. ^ Kiradžiev, Svetlin (2006). Sofija: 125 godini stolica ; 1879 - 2004 godina ; letopis (Çapa 1. izd). Sofija: Gutenberg. ISBN 978-954-617-011-8.
  39. ^ "1991 Sofia street naming proposal (PDF Download Available)". web.archive.org. 25 çiriya pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  40. ^ "*** Guide Bulgaria *** - District Sofia-city". Guide Bulgaria (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  41. ^ "Jêderka erdnîgariyê". web.archive.org. 7 kanûna pêşîn 2017. Ji orîjînalê di 7 kanûna pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  42. ^ "Софийска голяма община – КЛИМАТ". Нови Искър (bi bulgarî). 22 adar 2011. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  43. ^ "Вековен архив - София » 01.1887 - 12.2007". www.stringmeteo.com. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  44. ^ "Архив-Бг » Год. обобщ. температури". www.stringmeteo.com. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
  45. ^ "Век. месечен архив Бг". www.stringmeteo.com. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]