Deryaya Egeyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Deryaya Egeyî
Derya û tejane Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Deryaya Egeyî li ser nexşeyê
Map
Deryaya Egeyî li ser nexşeya Yewnanistan nîşan dide
Deryaya Egeyî
Deryaya Egeyî
Koordînat: 38°30′Bk 25°18′Rh / 38.500°Bk 25.300°Rh / 38.500; 25.300
DewletYewnanistan, Tirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 214.000 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Deryaya Egeyî

Deryaya Egeyê, an jî bitenê Ege, di navbera komarên Tirkiye û Yewnanistanê de ye. Bi yewnaniya berê de η Αιγαίϊς, yewnaniyê îroj jî Αιγαío(ν) Egeo(n), bi tirkî jî Ege Denizi tê navkirin. Bi Tengava Çanakkale li Deryaya Marmara vediqete.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser navê Ege pir gotin hene. Li wan yek, şahekî Atîna bi navî Aigeus hatiye standîn. Aigeus paş zan kir ku zarokê xwe Theseus mir, xwe di ava deryayê de fetisand. Li paş wê şunda jî ew derya bi navê wî hat navkirin.

Yekê din jî wiha ye: paş şahbanûyeke Amazon li gundekî bi navê Aegae di deryayê de mir, hat navê gund dana deryayê.

Yek jî dibe ku wiha be: di yewnaniya antîk de di αἶγες (aiges) pêlan, derya bi pêlan de hat navkirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dîrok de gelek dewletan li ser Deryaya Egeyî serwerî ajotin. Herî pêş de Yewnana Antîk, paşê Faris, Roma, Bîzans, Jenova, Venedîg, Împeratoriya Osmanî hatin zorandin. Îroj ê pir dest Yewnanistanê de ye jî, Tirkiyê jî li ser Egeyê navçe xwe nîşan kir.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deryaya Egeyî 214 000 km² aqara xwe heye. Derê di Egeyê de herî kûr 3 543 m li rojhelata Krîtê ye. Di Deryaya Egeyî de gelek girav hene. Navê arxîpel di gelek zimanan de ji bo komgirava tê bikaranin, cara pêşin ji bo giravên Ege de hat bikaranin. Li wan giravan pirekê êtûnî (volqanî) ne. Hin giravên herî mezin ew in: Xiyos, Rodos û Krît. Du giravên mezin yên Tirkiyeyê di Egeyê de hene: Bozcaada (bi yewnanî, Tenedos) û Gökçeada (bi yewnanî, Imvros).

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]