Newşîrwan Mistefa: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 12: | Rêz 12: | ||
==Jiyana niha== |
==Jiyana niha== |
||
Di salên [[2005]]'a û [[2006]]'a de Noşîrwan Mistefa hewl da ku sistema hilbijartinê û struktûrên nava YNK'ê nû bikê, lê bi taybetî ji ber dijberiya sekreterê YNK'ê [[Celal Talabanî]] ew hewldan bi ser neketin û Noşîrwan Mistefa mecbûrî gavpaşavêtinê ma. Noşîrwan Mistefa di [[5'ê berfanbar]]a [[2006]]'a de ji postên xwê yên nav YNK'ê îstifa kir û da xwiya kirin kû ew dixwazê bi vê yekê êdî xwe bêtir bidê karê [[Çapemenî]] û [[Ragihandin]]ê û dixwazê Dezgeheke serbixwe ya Ragihandin ava bikê. Noşîrwan Mistefa niha xwediyê [[Kompanya Wişe]], [[malpera |
Di salên [[2005]]'a û [[2006]]'a de Noşîrwan Mistefa hewl da ku sistema hilbijartinê û struktûrên nava YNK'ê nû bikê, lê bi taybetî ji ber dijberiya sekreterê YNK'ê [[Celal Talabanî]] ew hewldan bi ser neketin û Noşîrwan Mistefa mecbûrî gavpaşavêtinê ma. Noşîrwan Mistefa di [[5'ê berfanbar]]a [[2006]]'a de ji postên xwê yên nav YNK'ê îstifa kir û da xwiya kirin kû ew dixwazê bi vê yekê êdî xwe bêtir bidê karê [[Çapemenî]] û [[Ragihandin]]ê û dixwazê Dezgeheke serbixwe ya Ragihandin ava bikê. Noşîrwan Mistefa niha xwediyê [[Kompanya Wişe]], [[malpera sbeiy]] û rojnameya [[Rojname]] ye, her wiha ew amadekariya televîyoneke satelî bi navê ( Kurdish News Network Channel - [[KNN Channel]]) jî dike. Noşîrwan Mistefa di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku Celal Talabanî 10 mîlyon dolar dane Kompanya Wişe. Noşîrwan Mistefa niha weke nivîskar û siyasetmedarekî serbixwe li Silêmaniyê dijî. |
||
== Berhem == |
== Berhem == |
||
Rêz 20: | Rêz 20: | ||
*''Going around in circles: The inside story of events in Iraqi Kurdistan 1984-1988'' Çapkirin 1998, ISBN 3980614034 |
*''Going around in circles: The inside story of events in Iraqi Kurdistan 1984-1988'' Çapkirin 1998, ISBN 3980614034 |
||
*''The Government of Kurdistan'' Çapkirin 1993, ISBN 9090063560 |
*''The Government of Kurdistan'' Çapkirin 1993, ISBN 9090063560 |
||
*''The emirate of |
*''The emirate of Baban between the grinding stones of the Persians and Turks'' Çapkirin 1998 |
||
*''Xulanewe le naw bazneda: dîwî nawewey rudawekanî Kurdistanî ʻIrāq, 1984-1988'', Çapkirin 1999 |
*''Xulanewe le naw bazneda: dîwî nawewey rudawekanî Kurdistanî ʻIrāq, 1984-1988'', Çapkirin 1999 |
||
*''Kurdistanî ʻÊraq: serdemî qełem u muraceʻat, 1928-1931'', Çapkirin 2000 |
*''Kurdistanî ʻÊraq: serdemî qełem u muraceʻat, 1928-1931'', Çapkirin 2000 |
||
Rêz 27: | Rêz 27: | ||
== Girêdanên derve== |
== Girêdanên derve== |
||
*[http://www.sbeiy.com/ku/default.aspx Malpera |
*[http://www.sbeiy.com/ku/default.aspx Malpera sbeiy] |
||
*[http://rozhnama.com/ Malpera rojnameya Rojname] |
*[http://rozhnama.com/ Malpera rojnameya Rojname] |
||
*[http://wusha.net/ Malpera Kompanya Wişe] |
*[http://wusha.net/ Malpera Kompanya Wişe] |
Guhartoya 19:19, 21 gulan 2008
Noşîrwan Mistefa (*1944 Silêmanî) siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd e.
Noşîrwan Mistefa yek ji damezrênerê YNK'ê bû û heta berfanbara 2006'a endamê polîtburoyê û cîgirê sekreterê YNK'ê bû.
Jînenîgarî
Piştî bidawîkirina dibistanê Noşîrwan Mistefa diçê Bexdayê û li wir beşa zanistiya polîtîk dixwînê. Paşê vedigerê Silêmaniyê û di heftenameya Rizgarî de dixebitê. Di wê demê de bi çend kesên din re rexistina Komala - ev rêxistin ji rêxistina Komala li Kurdistana rojhilat cûda ye - ava dikê. Ji ber van xebatê ew mecbûrî koçkirina derveyî welat tê kirin û diçê Viyanaya Avûstûryayê û li wir hiqûqa navneteweyî dixwînê. Di sala 1975'a de serhildana kurdan li başûr di bin pêşengiya PDK'ê ya di bin serokatiya Mistefa Barzanî dest pê dikê û Noşîrwan Mistefa bi Celal Talabanî û hin kesên din re dikevê têkiliyan ku partiyeke nû ava bikin. Weke encama van hewldanan Yekîtî Niştimanî Kurdistân (YNK) tê damezrandin û Celal Talabanî dibê sekreterê YNK'ê û Noşîrwan Mistefa jî dibê cîgirê sekreterê YNK'ê. Celal Talabanî ji bo xebata derveyî welat û Noşîrwan Mistefa jî bo nava welat de tê wezîfedar kirin.
Jiyana Pêşmergetî
Noşîrwan Mistefa hem siyasetmedar û hem jî pêşmergeyekî jêhatî bû. Wî pêşengiya serhildanên kurdan yên salên 1976'a û 1991'a li dijî Rejîma Baasê kir. Di sala 1991'ê de wi weke fermandarê pêşmergeyan pêşengiya raperîna ji bo azadkirina bajarê Kerkûkê kir. Ligel karên xwe yên politîk û leşkerî Noşîrwan Mistefa weke nivîskar jî dixebitê û çend pirtûk li ser doza Kurdistanê û dîroka çapemeniya kurdî nivîsandine.
Jiyana niha
Di salên 2005'a û 2006'a de Noşîrwan Mistefa hewl da ku sistema hilbijartinê û struktûrên nava YNK'ê nû bikê, lê bi taybetî ji ber dijberiya sekreterê YNK'ê Celal Talabanî ew hewldan bi ser neketin û Noşîrwan Mistefa mecbûrî gavpaşavêtinê ma. Noşîrwan Mistefa di 5'ê berfanbara 2006'a de ji postên xwê yên nav YNK'ê îstifa kir û da xwiya kirin kû ew dixwazê bi vê yekê êdî xwe bêtir bidê karê Çapemenî û Ragihandinê û dixwazê Dezgeheke serbixwe ya Ragihandin ava bikê. Noşîrwan Mistefa niha xwediyê Kompanya Wişe, malpera sbeiy û rojnameya Rojname ye, her wiha ew amadekariya televîyoneke satelî bi navê ( Kurdish News Network Channel - KNN Channel) jî dike. Noşîrwan Mistefa di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku Celal Talabanî 10 mîlyon dolar dane Kompanya Wişe. Noşîrwan Mistefa niha weke nivîskar û siyasetmedarekî serbixwe li Silêmaniyê dijî.
Berhem
- Kurds and Ejams: A political history of Iranian Kurds Çapkirin 1992
- From the Danaube shore to the Nawzang valley: Political events in Iraqi Kurdistan from 1975-1978 Çapkirin 1997
- The fingers which break each other: Political events in Iraqi Kurdistan 1978-1983 Çapkirin 1997
- Going around in circles: The inside story of events in Iraqi Kurdistan 1984-1988 Çapkirin 1998, ISBN 3980614034
- The Government of Kurdistan Çapkirin 1993, ISBN 9090063560
- The emirate of Baban between the grinding stones of the Persians and Turks Çapkirin 1998
- Xulanewe le naw bazneda: dîwî nawewey rudawekanî Kurdistanî ʻIrāq, 1984-1988, Çapkirin 1999
- Kurdistanî ʻÊraq: serdemî qełem u muraceʻat, 1928-1931, Çapkirin 2000
- Kêşey Partî w Yekêtî, Çapkirin 1995
- Çend laper̄eyek le mêjuy rojnamewanîy Kurdî, 1938-1958: rojnamewanîy nihênî, Çapkirin 2004