Here naverokê

Rojhilata Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kurdistana rojhilat hat beralîkirin)
Sinorên erdnigarî ya Rojhilata Kurdistanê.
Nexşeya Rojhilatê Kurdistanê ya li Qahîreyê ji aliyê Elias Modern Press ve hat çêkirin, bi zimanê fransî ye.

Rojhilata Kurdistanê beşeke Kurdistanê ye ku di nav sinorê Îranê de maye.[1][2] Hejmara nîştecihên Rojhilata Kurdistanê zêdetirî 10.000.000 kes e. Nêzîkê 1.500.000 kurd li herêma derveyî Rojhilata Kurdistanê, li herêma Xorasanê dijîn. Rojhilata Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî ve ji parêzgehên wekî parêzgehên Azerbaycana Rojava, Kurdistan, Kirmaşan, Îlam, Loristan û ji beşek parêzgeha Hemedanê pêk tê.[3][4]

Kurdên Rojhilata Kurdistanê û kurdên Xorasanê ji %10ê nifûsa Îranê pêk tînin.[5] Li gor serjimêriya sala 2006an çar parêzgehên sereke yên Îranê ku kurd lê dijîn ev in: Azerbaycana Rojava, Kirmaşan, Kurdistan û Îlamê ku nifûsa parêzgehan bi giştî gihîştiye 6 milyon û 730 hezar kesan.[6]

Li derveyî herêma Kurdistanê ya kevneşopî, kurdên Xorasanê li bakurê rojhilatê Îranê ku bi qasî 1000 kîlomêtre dûr ê Rojhilata Kurdistanê ye dijîn. Bervajiyê kurdên Rojhilata Kurdistanê ku bi zaravayê cihêreng ên kurdî diaxivin kurdên Xorasanê tenê bi zaravayê kurmancî diaxivin.

Kurdên Rojhilata Kurdistanê bi zaravayên cihêrengên kurdî ku di nav de zaravayên wekê soranî, kelhorî, kurmancî, hewramî, lekî, zazakî û lurî heye diaxivin.

Baweriyên kurdên Rojhilata Kurdistanê sunî, şîe, elewî, yarsan û cihû û zerdeştî ye.[çavkanî hewce ye]

Rûberê Rojhilata Kurdistanê 204.352 km² ye.[çavkanî hewce ye] Rojhilat herêmke çiyayî ye. Rojhilata Kurdistanê ji van navçan pêk tê: Ji bakur ber bi başûr ve navçeya Mako, Urmiye, Somabiradost, Bêlewer, Mukriyan, Erdelan, Hewreman, Kirmanshah, Îlam û Lekistan û Loristan û Hemedan û Xuzistan û Şarîkurd û Yasuc û Genave û Kazrûnin. Heger mirov wekî ku di balafireke de be fi bi jor ve, li herêma Rojhilat mêze bike, çiyayên bilind û daristanên gurr dibîne.

Di navbera van çiyan û baniyan de deştên rast û bi ber, çem û newalên bi av hene. Çiya û deten herî girîng ên van navçeyan jin bakur ber bi başûr ve ev in: Çiyayên Çilikan û Sarîdaş, deştên Soma û Bêlewar, Çiyayê Reş (3578 m), Deştên Wirmiye û Mergewer. Çiyayên Mukriyan, deşta Şarwêran, zincîra çiyayê Zagrosê û li başûr çiyayên Şaho (3390 m), Dalaxanî û Paraw, deştên Kamyaran û Mayîdeşt, çiyayên Wuşnrankêw (4050 m), Mezin û Spî hene.

Piranî darên mazî û berû ne. Di nav wan de darên mêwe ji hene. Wekî enab, beyîv û hirmiyê kovî, aqasya, erxewan, spîndar, soreçinar, berû mazî û mêxik. Herweha tû, mêw, xox, qeysî, gûz, hinar, hirmî, guyîj, belalûg, sêv, gelaz, bîhok û sincû ji hene. Li herêma çiyayên Qendil û Zagrosê baran zêdetir dibare. Hebûna baran û berfê li çiyayên Kurdistanê bûne sedem ku çem û kanî pir bi av in. Havînan li Kirmanşahê germahî digihe 35-45 pileyî. Germtirîn bajarê herêmê Qesrêşêrîn û Mêhran in. Sartirîn bajar Bokan û Sine in. Zivistanan li van bajaran serma dikeve binî -30-35 pileyî.

Zincîra çiyayên Zagrosê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayên Zagrosê ji geliyê şîn heta geliyê Alan ji Kurdistana Rojhilat û Başûr re dibe wekî tixûb. Zagros rêzçiyayên Kurdistanê ne. Ew ji bakur ve ber bi bashûr, ji Agirî heta Luristanê dom dikin. Ew heta herêma shirazê diçin. Dirêjiya Zagrosê ji 1000 km zêdetir e. Bilindiya wan li Wuştrankêw 4700 metreyî derbas dike. Divê herêmê de, ji bakur, ber bi başûr ve çiya paralel in. Li bakur çiyayên Sahend û Sebelan bi berf in. Berfên wan ji payîza pêşîn heta dawiya biharê dimîne. Rêza Zagrosê ber bi Mezopotamyayê ve, di navbera geliyê Şîn û Alan de/ bilind û tûj in. Lê, di navbera Badînan û Mûsilê de nizim dibin. Dadikevin 450 metreyî. Li aliyê rojhilat Ji 1000 metreyî bilintir cîh hene. Geliyê Şîn 2860 metre ye. Ji ber vê yekê di hindava Mûsilê de çemên Rojhilata Kurdistanê dadikevin Başûrê Kurdistanê. Bi taybetî Zêyê Biçûk li herêma Mukriyan û Bane gelek av û çemên din jî berhev dikin û di herêma Serdeştê de ji geliyê Alan derbasê Başûr dibe.

Gola Urmiyê, dikeve rojhilatê bajarê Urmiyeyê. Qerexê rojavayê wê besşek ji tixûbê Rojhilata Kurdistanê ye. Dirêjayiya wê nezîkî 140 km û firehiya wê jî 50 km ye. Qada wê 6.000 km2 ye. Kûriya wê 6 û hinek cîh digîhe 15 metreyî derbas dike. Di nav golê de çend girav hene. Lê, ya herî mezin girava Şahiye ye. Gola Zirêbarê, li nêzîkî bajarê Merîwan e. Dor û berê wê deşt û çiya ne. Bi dar û devî ne. Dirêjiya wê 5 km û firehiya wê jî 2 km ye. 15 metre kûr e. Ava gola Zirêbar şêrîn e û masî tê de dijîn.

Bendava bokan, li rojhalata bajarê Bokanê ye ku 500.000.000 metrekûbîk av digire û 6000 kilowat enerjî dide.[çavkanî hewce ye] Di sîstema îdariya Îranê de şûna sîstema wîlayetan de herêm hene.

Herêmên Rojhilata Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herweha Kurdistan dibe şeş herêm.[çavkanî hewce ye]

  1. Bakur
  2. Mukriyan
  3. Erdelan
  4. Kirmanşah
  5. Îlam
  6. Lekistan
  7. Gûran
  8. Hemedan
  9. Luristan
  10. Şarîkurd
  11. Yasûc

Ev herêm ji çemê Aras dest pê dike û heta Deştebêl dom dike. Di ve herêmê de navçeyên Urmiye, Bazirgan, Mako, Şot ,Soma, û Salmas hene.

Herêma Mukriyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîranşar, Mahabad, Bokan, Serdeşt, şino, Miyanduaw, Nexede, Tîkab û Şahîndij.

Herêma Erdalan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev herêm ji Saqiz dest pê dike û heta Kamyaran dom dike. Di vê herêmê de bajarên Saqiz, Bane, Dîwandere, Bicar, Sine, Merîwan û Kamyaran hene.

Herêma Kirmanşahê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev herêm ji Kamyaran dest pê dike û heta Şahabad diçe. Di vê herêmê de bajarên Bêstûn, Pawa, Sonqur, Rewanser, Sahane, Serpêlzahaw, Mahîdeşt, Kirênd, Qesrê Şîrîn, Hersîn, Gîlangerb, Şahabad û Cwanro hene.

Herêma Îlamê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev herêm ji Şahabad dest pê dike û heta Serpêl û Zahaw dom dike. Divê herêmê de bajarên Îlam, Neftêsha, Mihran, Melikşahî û Eywandesht hene.

Herêma Lekistan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev herêm ji Sine dest pê dike û heta Kûdeşt dom dike. Di vê herêmê de bajarên Sine, Hersîn, Kûdeşt, Nûrawa, Aliştir, Kengawer, û Dirişer hene.

Herêma Gûran ji bakurê rojavayê parêzgeha Kirmaşan û devera Xaneqînê li Başurê Kurdistanê pêk tê. Bajarên giring ên vê herêmê Xaneqîn, Serpêlzahaw, Kirênd, Gîlangerb û Qesrê Şîrîn in. Ev herêm bi kevneşopî warê kurdên kelhûrî, lekî û hewramîaxiv ên yarsan e, yên ku xwe xwemalî wek "gûran" binavdikin.

 Gotara bingehîn: Dîroka Rojhilatê Kurdistanê

Mîrekiyên kurdan û parêzgeha Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nexşeya Mîrektiyên Kurdistanê.

Ji sedsala 10an heya sedsala 12an du xanedanên kurdan, xanedanên wekê Hesenweyhî (959-1015) û Eyyariyan (990-1117) (li Kirmaşan, Dînewer, Îlam û Xaneqîn) hikûm kirine. Dewleta Erdelan a ku di destpêka sedsala 14an de hatiye damezrandin, herêmên Zerdiawa (Keradag), Xaneqîn, Kerkûk, Kifrî û Hewramanê kontrol kiriye. Paytext a dewletê pêşî li bajarê Şehrezûr a Başûrê Kurdistanê bû ye û piştre jî derbasê bajarê Sineyê dibe. Dewleta Erdelanê heya ku serokê qacaran Nasir El-Dîn Şah (1848–1896) di sala 1867an Rojhilata Kurdistanê dagir dike li herêmê desthilatdariya xwe berdewam kiriye.

Di sedsala 12an de ji aliyê serekê selçûqî Sancar ve parêzgeha li bakurê rojhilatê Hemedanê parêzgehek bi navê "Kurdistan" hatiye avakirin ku navenda parêzgehê bajarê Baharê bû. Parêzgeha Kurdistanê bajarên wekê Hemedan, Dînewer, Kirmaşan, Sine û Şarezûrê vegirtiye ku parêzgeh ji aliyê Silêmanê biraziyê Sancar ve dihat birêvebirin. Di sala 1217an de kurdên Zagrosê leşkerên Alaaddîn Mihemedê Duyem, padîşahê Xuwerazmî ku ji Hemedan hatibûn şandin têk birine û herêmê kontrol kirine.[7]

Serdema safewiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor Ansîklopediya Îslamê, malbata sefewiyan ji Rojhilata Kurdistanê hatine pêşî koçî Azerbeycanê bûne û piştre di sedsala 11an de li Erdebîlê bicih bûne.[8] Di dema desthilatdariya sefewiyan de hikûmetê hewl daye ku kontrola xwe li ser herêmên ku kurd lê dijîn li Rojhilata Kurdistanê berfireh bike ku di wê serdemê de li derdora Gola Ûrmiyeyê û bakurê rojavayê Îranê çend mîrnişînên kurd ên nîvserbixwe wekê eşîrên Mukriyan (Mehabad), Erdelan (Sine) û Şikak (Ûrmiye) hebûn.

Kurdan li hemberî vê hewldanên ber xwe dan û hewl dan ku xwe bi rê ve bibin ku ev yek bûye sedem ku di navbera sefewî û kurdan de pevçûnên bi xwîn rû bidin. Serhildana kurdan di dawiyê de hatiye şikestin û di encamê de safewiyan biryar dan ku di sedsalên 15 û 16an de bi darê zorê bi koçkirin û sirgûn kirinan kurdên serhildêr ceza bikin. Dagirkirin Rojhilata Kurdistanê di serdema qiralê safewî Tahmasp I (r. 1514–1576) de dest pê kiriye.

Di navbera salên 1534 û 1535an de Tahmasp I dest bi wêran kirina sîstematîk a bajarên kevin û gundên kurdan dike û hejmarek mezin ê kurdan ji herêmên Rojhilata Kurdistanê sirgûnî Çiyayên Alborz û Xorasan û bilindahiyên li deşta navendî ya Îranê kiriye. Di vê demê de paşmayiyên dawîn ên eşîra qedîm a Hadhabanî (Adiabene) ya navendî ya Kurdistanê ji dilê Kurdistanê hatin derxistin û sirgûnî Xorasanê kirine ku di îro de jî li wir têne dîtin.[9][10]

Şerê Dimdimê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerê Dimdimê şerekî dirêj e ku di navbera kurdan û safewiyan de di salên 1609 û 1610an qewimiye. Şerê Dimdimê yek ji dirêj û dîrokî yê Kurdistanê ye. Şer li derdora Keleha Dimdimê, li herêma Bradost li derdora Gola Ûrmiyeyê li qewimiye. Di sala 1609an de avahiya wêrankirî ji aliyê Amîr Xan Lepzêrîn ("Destê Zêrîn") ve ku mîrê Beradostê ye hatiye avakirin ku xwestiye serxwebûna mîrektiya xwe ya berbelavkirî li hemberê dagirkirina osmanî û safewiyan a nav herêmê biparêze.

Ji nû ve avakirina Dimdimê wekê tevgerek ber bi serxwebûnê ve hatiye hesibandin ku dikare hêza safewiyan li Rojhilata Kurdistanê bixe nav metirsiyê. Di nav wan de ku mîrên Mukriyan (Mehabad) hebû gelek kurd li dora Amîr Xan kom bûne. Piştî dorpêçeke dirêj û bi xwîn a bi serkêşiya wezîrê mezin ê safewî Hatem Beg ku ji mijdara 1609an heta havîna 1610an berdewam kiriye Dimdim hatiye dagirkirin. Di vê şerê de hemî parastvanên Dimdimê hatine qetilkirin.

Şah Ebbas fermana komkujiyek giştî li Biradost û Mukriyanê dide û eşîra afşar a tirk li herêmê bi cih dike û gelek eşîrên kurd jî sirgûnê Xorasanê kiriye. Şerê Dimdimê di kevneşopiyên kurdî yên devkî (Beyta Dimdimê) yên berhemên edebî (Dzhalilov, r. 67-72) û di dîrokê de wekê têkoşîna gelê kurd a li dijî desthilatdariya biyaniyan hatiye nirxandin. Beyta Dimdimê piştî Mem û Zîn a ku aliyê ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandin destaneke neteweyî kurdan tê dîtin. Yekem çîroka edebî ya şerê Dimdimê ji aliyê Feqiyê Teyran ve hatiye nivîsandin.[11][12][13]

Piştê demek dirêj ê piştê Şerê Dimdimê kurdan di destpêka sedsala 18an de ji êrîşa efxanî ya li ser warê safewiyan sûd werdigirin û Hemedanê zeft dikin û derbasî devera nêzîkî Îsfehanê dibin. Nadir Şah di sala 1747an de xwestiye ku serhildaneke kurdan bitepisîne lê beriya ku seferê temam bike hatiye kuştin. Piştî mirina Nadir Şah, eşîrên kurdan valahiya hêzê bi kar anîn û beşek ji farsê desteser dikin.[14]

Di sala 1880an de Şêx Ubeydullahê Nehrî li dijî dewleta Îranê dest bi serhildanan kiriye. Ev serhildan ji aliyê serokên qacaran ve (eşîreke tirk) hatiye têk birin. Di destpêka sedsala 20an de Smaîl Axa Simko ji rewşa aloz a piştî Şerê Cîhanê yê Yekem sûd wergirt û li dijî hikûmeta Îranê serî hildaye lê serhildana li hemberê Riza Şahê Pehlewî bi serneketiye.[15]

Desthilatdariya Simkoyê Şikak

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lewaziya hikûmeta farisî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de dibe sedem ku hinek serekên kurdan dixwazin ku ji bi vê rewşa kaotîk re Kurdistanê azad bikin. Serokê Eşîra Şikakî Simkoyê Şikak di navbera salên 1918 û 1922an de li rojavayê Gola Ûrmiyeyê desthilatdariya xwe ava dike. Cefer Siltanê Hewraman herêma navbera Merîwan û bakurê Helebceyê xistiye bin kontrola xwe û heta sala 1925an serbixwe maye. Di sala 1922an de Reza Şah (ku paşê bûye padîşahê yekem ê pehlewî) li dijî serokên kurdan şer radigihîne.

Simko di payîza sala 1922an de neçar dimîne ku dev ji herêma xwe berde û ji bo ku nekeve destê hêzên faris heşt salan xwe veşartiye. Dema ku dewleta Îranê wî razî dike ku teslîm bibe, di sala 1930an de li derdora Uşno (Oşnaviye) dikeve kemînê û ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin. Piştî vê yekê Reza Şah siyaseteke xam lê bi bandor li dijî kurdan dimeşîne. Bi sedan serokeşîrên kurd ji Kurdistanê hatine derxistin û hatine sirgûn kirin û erdên Kurdistanê jî ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye desteserkirin.[16]

Şerê Cîhanê yê Duyem

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di îlona sala 1941ê de dema ku leşkerên hevpeymanan ketin Îranê, artêşa farisan bi awayeke bilez têk diçe û cebilxaneyên artêşa farisan dikeve destê kurdên Rojhilata Kurdistanê. zarên giregirên kurdan ku ji aliyê farisan ve hatibûn girtin firsend bi dest xistin û ji sirgûniya xwe ya li Tehranê direvin. Li Rojhilata Kurdistanê bajarên wekê Serdeşt, Bane û Merîwanê ji aliyê serleşkerê kurd ê Baneyê Hema Reşîd ve hatiye kontrol kirin.[16]

Komara Kurdistanê ya Mehabadê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Merasîma daxuyaniya Komara Mehabadê.

Tevî ku Îranê di Şerê Cîhanê yê Duyem de bêalîbûna xwe ragihandibe jî ji aliyê hêzên hevpeymanan ve hatibû dagirkirin. Di sala 1946an de bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan li bajarê Mehabadê ji aliyê Tevgera Kurd Komeley Jiyanewey Kurd ve di bin serokatiya Qazî Mihemed de dewleteke kurdî hatiye avakirin. Ji ber ku hebûna piçûk ji bajarên piçûk ên Mehabad, Bokan, Pîranşar û Oşnewiyê yên Îranê wêdetir dirêj nedibû, piştgirî ya hemî kurdan hemî wernegirtiye. Paytexta Komara Mehabadê bajarê Mehabadê bû ku herêma rêveberiya komarê ji bajarên Mehabad û Bokan, Oşnaviye, Pîranşar û Nexedeyê pêk hatiye.[14] Di heman demê de her sê bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê Ûrmiyê, Xoy û Selmasê jî xwestiye.

Komara Mehabadê tenê saleke dikare desthilatdariya xwe berdewam bike. Bidawî bûna şer re Yekîtiya Sovyetê leşkerên paşve kişandiye û rê daye ku hikûmeta navendî êrîşê Komara Mehabadê bike û Komara Mehabadê hilweşîne.

Şoreşa Îslamî û Rojhilata Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêxistinên siyasî yên kurd piştgirên bi coş ên şoreşa li dijî Şah bûn ku Ayetullah Xumeynî di sibata sala 1979an de hatiye ser desthilatê. Şah xwe nîşan dabû ku ne dostê daxwazên kurdan ên ji bo otonomiyeke mezintir û sistkirina kontrola Tehranê li ser karên wan e.

Kurd bi ziman û kevneşopiyên xwe yên cuda û bi yekbûnên xwe yên li ser sinor, ji bo îstismarkirina hêzên biyanî yên ku dixwestin îstîqrara deshilatiya nû xira bikin, ji aliyê dewleta nû ve wekê metirsîdar hatiye dîtin.

Di sala 1979an de di civîna "Meclîsa Pisporan" de ku berpirsiyarê nivîsandina makezagona nû bû, cih ji kurdan re nayên dayîn ku di meclisê de cih bigirin. Ev yek dibe sedem her nenaskirina statûya kûrtir bibe û rewşa Rojhilata Kurdistanê zêdetir nediyar dibe. Ayetullah Xumeynî rê li ber Dr. Qasimlo ku nûnerê hilbijartî yê herêmê bû digire û nahêle ku beşdarê civîna yekem ya pisporan bibe.[17]

Pêla neteweperstiyê ya li Rojhilata Kurdistanê piştî rûxandina xanedana Pehlewî bi rêzek serhildanên dijî desthilata nû li seranserê Îranê belav dibe. Di destpêka sala 1979an de şerê çekdarî di navbera komên çekdar ên kurdan û hêzên Îranê de derketiye. Hêzên Kurdî di serî de ji hêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDPI) û rêxistina çepgir (Rêxistina Şoreşger a Kedkarên Kurd) pêk dihatin.

Ayetullah Xumeynî di axavtineke xwe yê di kanûna sala 1979an de aniye ziman û têgeha "kêmneteweyên etnîkî" berevajî doktrînên îslamî bi nav kiriye" û gotiye "ew kesên ku naxwazin welatên misilman bibin yek" tawanbar kiriye ku pirsgirêka neteweperestiyê di nav hindikahiyan de ava dikin. Bi vê awayê nêrînên xwe yê di derbarê komên etnîkî yên din û kurdan de diyar kiriye.[18]

Xwepêşandanên sala 1999an

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sibata sala 1999an de ji aliyê kurdan ve li çend bajarên Rojhilata Kurdistanê wekê Mehabad, Sine û Ûrmiyeyê daketin kolanan û ji bo dîlgirtina Abdullah Öcalan xwepêşandanên girseyî lidar xistine. Ev yek weke "trans-netewebûna" tevgera kurd hatiye dîtin. Di dema vê xwepêşandanê de dewleta Îranê bi tundî êrîşê xwepêşandarên kurd kiriye. Li gorî rêxistinên mafên mirovan di van xwepêşandanan de herî kêm 20 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.[19]

 Gotara bingehîn: Şoreşa Rojhilata Kurdistanê

Rojhilata Kurdistanê di halê hazir de di nav axa dewletê Îranê de ye. Herêma Kurdistanê ji parêzgehên Azerbaycana Rojava, Kurdistan, Kirmaşan, Îlam, Hemedan pêk tê. Her wisa parêzgeha Xorasana Bakur jî kurd in, lê ji ber sedemên cografî di nav Kurdistanê de nayê hesibandin.

Bajarên rojhilat

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirov dikare bajarên Rojhilat ji bakur ve ber bi başûr ve weha rêz bike: Bazirgan, çaldıran Qutûr, Mako, Urmiye, Şino, Nexede, Pîranşar, Mehabad, Shahîndij, Bokan, Tîkab, Seqiz, Serdeşt, Bane, Dîwandere, Bîcar, Merîwan, Sine, Qurwe, Pawe, Rewanser, Kamyaran, Sonqur, Serpêlzahaw/ tüysarkan Kirin, Mayîdeşt, Kirmanşah, Sehene, Kengawer, Hersîn, Şahabad, Nefteşah, Îlam, û Mêhran.Xurmabad , Hemedan , Yasûc , Şarîkurd , Dezfûl , Kazrûn , Genave

Parêzgehên kurdnişîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Ûrmiye (parêzgeh)
  2. Kurdistan (parêzgeh)
  3. Kirmaşan (parêzgeh)
  4. Îlam (parêzgeh)
  5. Luristan (Parêzgeh)
  6. Hemedan (Parêzgeh)
  7. Şarîkurd (Parêzgeh)
  8. Yasuc (Parêzgeh)
  9. Dezful (Parêzgeh)

Siyaset û rêxistin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ "Members -" (bi îngilîziya brîtanî). 9 gulan 2024. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2024.
  2. ^ ""Bazar û cihên giştî li Rojhilatê Kurdistanê qerebalix dibin"". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2024.
  3. ^ Maisel, Sebastian, edîtor (2018). The Kurds: an encyclopedia of life, culture, and society. Santa Barbara, California Denver, Colorado: ABC-CLIO. ISBN 978-1-4408-4257-3.
  4. ^ Wiesmann, U. N.; DiDonato, S.; Herschkowitz, N. N. (27 çiriya pêşîn 1975). "Effect of chloroquine on cultured fibroblasts: release of lysosomal hydrolases and inhibition of their uptake". Biochemical and Biophysical Research Communications. 66 (4): 1338–1343. doi:10.1016/0006-291x(75)90506-9. ISSN 1090-2104. PMID 4.
  5. ^ "The Time of the Kurds | Council on Foreign Relations". www.cfr.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2024.
  6. ^ "Iran Provinces". web.archive.org. 22 çiriya pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ E. J. Brill's first Encyclopaedia of Islam: 1913-1936 (Çapa Reprint). Leiden: E. J. Brill. 1993. ISBN 978-90-04-09796-4.
  8. ^ "-AFAWIDS [VIII:765b]". web.archive.org. 16 kanûna pêşîn 2005. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 kanûna pêşîn 2005. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "KEO - HISTORY". web.archive.org. 1 gulan 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 gulan 2008. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "Iran". web.archive.org. 3 nîsan 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 nîsan 2008. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "DIMDIM". web.archive.org. 11 çiriya pêşîn 2008. Ji orîjînalê di 11 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 çiriya pêşîn 2024.
  12. ^ Iskandar Munshī (1978). History of Shah ʿAbbas the Great. 2. Persian heritage series. Boulder: Westview Pr. ISBN 978-0-89158-296-0.
  13. ^ Turner, A. J.; Hick, P. E. (15 îlon 1975). "Inhibition of aldehyde reductase by acidic metabolites of the biogenic amines". Biochemical Pharmacology. 24 (18): 1731–1733. doi:10.1016/0006-2952(75)90016-7. ISSN 0006-2952. PMID 16.
  14. ^ a b McDowall, David (2013). A modern history of the Kurds (Çapa 3., rev. and updated ed., reprint). London: Tauris. ISBN 978-1-85043-416-0.
  15. ^ Gunter, Michael M. (2011). Historical dictionary of the Kurds. Historical dictionaries of peoples and cultures (Çapa 2). Lanham, Md.: Scarecrow Press. ISBN 978-0-8108-7507-4.
  16. ^ a b Elphinston, W. G. (1946). "The Kurdish Question". International Affairs. 22 (1): 91–103. doi:10.2307/3017874. ISSN 1468-2346.
  17. ^ "Ali Reza Nourizadeh (Persian - Arabic - English)". web.archive.org. 4 adar 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 adar 2012. Roja gihiştinê 3 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ Mariscotti, Cathlyn (1997). "A Modern History of the Kurds". History: Reviews of New Books. 25 (2): 84–85. doi:10.1080/03612759.1997.9952739. ISSN 0361-2759.
  19. ^ Department Of State. The Office of Electronic Information, Bureau of Public Affairs. "Iran". 2001-2009.state.gov (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 çiriya paşîn 2024.