Dîroka Rojhilatê Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Rêz 80: | Rêz 80: | ||
*{{Gotara bingehîn|Komara Kurdistanê}} |
*{{Gotara bingehîn|Komara Kurdistanê}} |
||
== Rewşa niha == |
|||
{{GotarêBingeh|Şoreşa Rojhilata Kurdistanê}} |
{{GotarêBingeh|Şoreşa Rojhilata Kurdistanê}} |
||
{{Gotara bingehîn|Kurdên Xorasanê}} |
{{Gotara bingehîn|Kurdên Xorasanê}} |
Guhartoya 11:31, 29 gulan 2020
Dîroka Rojhilatê Kurdistanê[1] dîroka beşa Kurdistanê ya li Îranê de mayî dihundirîne.
Rojhilatê Kurdistanê|Rojhilata Kurdistanê perçeke ji Kurdistan e ku di nav sînorê welatê Îran cih digre. Parêzgehên Kurdistan, Kirmanşah, Azerbaycana Rojava û Îlam dikevin nav wê deverê. Piraniya xelkê wê herêmê kurd in.
Berî Peymana Zehawê
- Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê
Dema Sasaniyan
Pirtûka Serbihûriya Edreşîr Papekan, behsa jiyana damezrînera dewleta Sasanî dike. Pişka 5 a wê pirtûkê, li ser şerê di nav Erdeşêrê Sasanî û şaha kurdan bi navê Madîg dipeyve. Li despêka şerê, leşkera sasanî biserneket û kurdan hizirîn ku Erdeşêr dê vebigera welatê xwe. Lê Erdeşîr leşkerek nû çêkir ku li çar hezar kes pêk hatibû û dîsa hêrişa serê kurdan kir. Di akamê de, hezar kurd hatine kuştin û leşkera kurdan têkçû. Ev bûyer di sedsala 2 ya zayinî de qewimiye.
Dema Îslamê
- Gotara bingehîn: Raperîna Babek
Dema Selcûkiyan
Di sedsala 12ê de, Siltan Sencer parêzgehek çêkir bi navê Kurdistan ku navenda wê bajaroka Behar li bakûra rojhilatê bajara Hemedan bû. Ew parêzgeh pêkhatibû li deverên Hemedan, Kirmaşan, Sine û Şarezûr. Parêzgeha Kurdistan ji aliyê Suleyman kurê sultan sencer ve dihate birêvebirin.
Mîrektî
Di nav bera sedsala 10 û 12 yê zayînî de, wê deverê di bin desthilata dewletên Hesenweyhî (959-1015) û Dewleta Enazî (990-1117) bû. Emareta Erdelan di sedsala 14 yê li deverên Qeredax, Xaneqîn, Kerkûk, Kifrî û Hewraman hate demzrandin. Paytexta dewleta Erdelan li sereta de li bajarê Şarezûr bû, lê paştir hate raguhastin ji bo bajarê Sine yê. Di sala 1867 ê de, dewleta Edrelan ji aliyê paşatiya Qacar ve hate hilweşandin.
Mîrektiya Erdelan (1169–1867)
- Gotara bingehîn: Mîrektiya Erdelan
Mîrektiya Mukriyan(1400-1850)
- Gotara bingehîn: Mîrektiya Mukriyan
Peymana Zehabê
- Gotara bingehîn: Peymana Zehabê
- Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistana Osmaniyan
Bi vê hevpeymana di navbera Sefewî û Osmaniyan de Kurdistan heta niha bû du parçe. Bi vê hevpeymanê Rojhilatê Kurdistanê di nav axa Îranê û desthilatên Îranê de ma. wek Rojhilatê Kurdistanê û Kurdistana Osmaniyan bû du parçe
Piştî Peymana Zehabê
Emîrxanê Lepzêrîn
- Gotara bingehîn: Emîrxan Lepzêrîn
Xanedana Zendan (1747-1779)
- Gotara bingehîn: Dûgela Zend
Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî
- Gotara bingehîn: Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî
Qacariyan li sala 1868ê de mîrektiya Erdelanê ji holê rakir. Pêkhateya siyasî ya kurdan ya dawî hate vemirandin.
Di şerê cîhanî de û piştî şer (1914-1945}
Li sala 1914ê de eşîren Kirmaşanê Hikumeta Neteweyı-1914 ava kirin.
Peymana li gel rûsan
17ê xizîrana 1917ê kurdên li derdora Kirmaşanê û rûsan peymana hevgirtinê destnîşan kirin. 4ê îlona 1917ê jî rûsan li gel serokeşîrên herêma Sîneyê peymana hevgirtinê destnîşan kirin [2]
Serhildana Yekem Simkoyê Şikak (1922)
- Gotara bingehîn: Serhildana Simkoyê Şikak
Serhildana Serdar Reşîdê Kelhûr (1923)
- Gotara bingehîn: Serhildana Serdar Reşîdê Kelhûr
Di sala 1923yê de serokê kurdên kelhûr Serdar Reşîd dijî navendkirina dewleta Îranê serhildan da destpê kirin. Serdar Reşîd dixwast ku herêma Kirmaşan bindestê wî de be, ne di bin destê parêzgarê Îranê [3]
Serhildana Cafer Siltanê Hewramanî (1924)
- Gotara bingehîn: Serhildana Cafer Siltanê Hewramanî
Serhildana Duyem ya Simkoyê Şikak (1924)
- Gotara bingehîn: Serhildana Simkoyê Şikak
Serhildana kurdên Xorasanê (1926)
- Gotara bingehîn: Serhildana kurdên Xorasanê
Serhildana Sêyem ya Simkoyê Şikak (1929)
- Gotara bingehîn: Serhildana Simkoyê Şikak
Sirgûna Celaliyan (1936)
- Gotara bingehîn: Sirgûna Celaliyan
Li sala 1936ê de kurdên celalî yên li devera Çiyayê Agirîyê ji aliyê dewleta Îranê ji ber givaşa tirkan hatin sirgûnkirin bo parêzgeha Îsfehanê. %40 kurd di rê de mirîn. Li sala 1941ê Reza Şah ji textê xwe dikeve û ev kurdên celalî yên mayî vedigerin welat [4]
Serhildana Serdeştê (1939)
- Gotara bingehîn: Serhildana Serdeştê
Li sala 1930ê kurdên devera Serdeşta li dijî polîtkayên Reza Şah serî hildan [5]
Komara Kurdistanê (1945-1946)
- Gotara bingehîn: Komara Kurdistanê
Rewşa niha
- Gotara bingehîn: Şoreşa Rojhilata Kurdistanê
- Gotara bingehîn: Kurdên Xorasanê
Sinorên Rojhilatê Kurdistanê
Her wisa binêre
Kronolojî
- Li sala 1908ê Simko li dijî Şîeyan aligiriya Osmaniyan dikir heta ku Osmaniyan Urmiye dagir kir. [6]
- Li sala 1908ê li Îranê Şoreşa Makezagonî çêbû. Di vê şoreşê de Simko aligirê dewleta Îranê bû heta ku piştî şoreşê Îranê bi fermî rêvebirina Kotolê da Simko [7]
- Li sala 1913ê li gel Ebdulrezaq Bedirxanî dibistaneke kurdî vekir.
- Li sala 1913ê Komala Kurdistanê dest bi xebatan dike.
- Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem Îranê ev dibistanên kurdî girtin. Li ser vê dest bi serhildanê kir.
- Li sala 1918ê artêşa tirkan kete devera Urmiyeyê, piştî leşkerên trkan vegerî Îranê êrîş bir ser Simko, di encamê de brayê Simko hate kuştin.
- Li reşemeha 1918ê Nestoriyan herêma Urmiye xist bin destê xwe, gelek kurd û azerî di vî şerî de mirin. Heta dagirkirina Nestoriyan bajar ji aliyê kurdan ve bi rêya rêvebirinên şûra dihate rêvebirin [8]
- Li adara 1918ê Simko, Mar Şîmon dikuje
- Heta tîrmeha 1918ê şerê li gel Nestoriyan dewam dike. Di vî şerî de Simko û aligirên wî alikariya tirkan dke
- Piştî kuştina Mar Şîmon, Simko ji aliyÊ Rûsan sirgûnî Gurcistanê dibe
- Li sala 1922yê bi alîkariya Şêx Seyîd Tahayê Hekarî li gundê Çehriqê rêvebirina Kurdistanê ava kir. Li gorî lÊkolîneran, xelkê Lor ji bo destekê bidin Simko dest bi serhildanan kiribûn [9]
- Piştî Îranê êrîşî Simko kir,li tebaxa 1922yê hereketa Simko binket, li zivistana 1922yê çû Silêmanî li cem Şêx Mehmûdê Berzencî
- Li sala 1924ê li dijî Nasturiyan alîkariya tirkan dike
- Li sala 1924ê Îranê Simko efû kir û vegerî welat
- Li sala 1926ê Simko dîsa serhildan da destpê kirin û bajarê Selmasê stand.
- Dîsa bi serneket û revî gundê Kaşkolê li devera Elbakê. Ji vir jî ji ber êrîşên tirkan revî û dîsa çû Silêmanî
- Li sala 1928ê Îranê dîsa Simko efû kir .
- Simko li sala 1930ê vegerî welat û li gel kurê xwe Xosro bi xiyaneta ÎranÊ hate kuştin li Şİnoyê hate kuştin. Lê kuştina Xosro bişik e.
Girêdanên derve
Çavkanî
- ^ Türki Korkunun Anatomisi Irak Kürdistanı ve Etkilerî, Zeynel Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r: 54
- ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:193
- ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:234
- ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:237
- ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:237
- ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:199
- ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:199
- ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:214
- ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:202