Tel Avîv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tel Avîv
Bajarê mezin, city council, bajar û bajarê duyem ê herî mezin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tel Aviv-Yafo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala

Mertal
Bernavk:
העיר העברית הראשונה Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tel Avîv li ser nexşeyê
Map
Tel Avîv li ser nexşeya Îsraêl nîşan dide
Tel Avîv
Tel Avîv
Koordînat: 32°4'48"Bk, 34°46'48"Rh
Dûgel Îsraêl
Beşa îdarî
Paytexta
Dema avabûnê11 nîsan 1909 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarRon Huldai (1998–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 52 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
5 ±1 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
460.613 (2019) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DemUTC+2, UTC+3
Koda telefonê3
Malperwww.tel-aviv.gov.il/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tel Avîv, bi fermî Tel Aviv-Jaffa, navenda aborî û civakî ya Îsraêlê ye û wekî mezintirîn (an duyemîn bajarê herî mezin) ê welêt tê hesibandin. Herêma metropolê ya Guş Dan, bi navçeya Tel Avîvê û bi derdora 254 şaredariyan, zêdetirî 3 milyon niştecihên wê hene, ku bi qasî sêyeka nifûsa Îsraêlê ye.

Tel Aviv bi eslê xwe deverek bajarê kevnar ê Jaffa bû û di sala 1909an de hate damezrandin. Di sala 1950an de her du bajar bûne yek. Di salên pêşîn ên piştî damezrandina dewleta Îsraêlê de, bajar navenda hikûmetê bû.[1][2][3] Avahiyên hikûmetê li navçeya Sarona bûn. Tel Aviv-Jaffa hîn jî cihê wezareta parastinê û servîsên îstîxbaratê Mossad û Shin Bet e. Hema bêje hemû balyozxaneyên biyanî îro jî tê de ne. Di heman demê de ew navenda burseya neteweyî (Tel Aviv Stock Exchange) û Zanîngeha Tel Avîv e.

Tel Aviv-Jaffa yek ji mezintirîn navendên aborî yên rojhilata navîn e.[4] Bajarê Spî yê bi piranî bi şêwaza Bauhausê, navenda herî mezin a cîhanê ya avahiyên bi şêwaza navneteweyî ye, û ji sala 2003an vir ve wekî kelepora cîhanê ya UNESCOyê ye.[5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. "Homes Fit for a Prime Minister: From Ben Gurion's Shack to Netanyahu's Compound". Haaretz (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 29 kanûna paşîn 2023.
  2. knesset.gov.il https://knesset.gov.il/building/architecture/eng/art1_need_eng.htm. Roja wergirtinê: 29 kanûna paşîn 2023. {{cite web}}: Parametreya |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  3. Basic Law of Israel.
  4. Parilla, Alan Berube, Jesus Leal Trujillo, Tao Ran, and Joseph (22 kanûna paşîn 2015). "Global Metro Monitor". Brookings (bi American English). Roja wergirtinê: 29 kanûna paşîn 2023.
  5. Centre, UNESCO World Heritage. "White City of Tel-Aviv – the Modern Movement". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 29 kanûna paşîn 2023.