Bergiriya destketî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Immune system ku.png
Mirov bi çendan riya bergiriya destketî peyda dike

Bergiriya destketî an jî bi îngilîzî acquired immunity[1], hin caran wekî bergiriya taybet jî tê bi navkirin. Heke di laşê mirov de li dij nexweşiyek an jî hokara nexweşiyêk diyarkiri dijeten hebe, ev rewş wekî hebûna bergiriya destketî bi nav dibe. Anko bergiriya destketî bi berhemkirina dijetenan tê dabînkirin. Lîmfexaneyên B û lîmfexaneyên T ji boy bergiriya destketî kar dikin[2] . Bergiriya destketî ji boy hokara nexweşiyê ya diyarkiri taybet e, tenê bandor li ser hokara nexweşiya diyarkirî dike. Di laşê mirov de bi çendan riya bergiriya desketî peyda dibe.

Şîrê dayikê û bergiriya destketî[biguherîne]

Mirov cara pêşîn dijetenan ji diya xwe digire. Dema ducaniyê, ji xwîna dayikê dijeten derbasê xwîna korpeleyê dibe[3]. Piştê zayînê, dergûş şîrê dayika xwe dimije, hin dijeten jî bi riya şîrmijandinê derbasê dergûş dibe. Van dijetenên dayikê, bergiriya desketiyê ya dergûşê dabîn dikin[4]. Bergiriya desketiya ji dayikê tên girtin bergiriya sist e[5]. Ji ber ku dijeten ji aliyê dergûşê ve nehatinê berhemkirin, hejmara wan di nav laşê dergûşê de zêde nabe, herwiha xaneyên bîrker jî çê nabe. Loma bandora dijetenên dayikê ne ji boy demek dûr û dirêj e[4].

Nexweşketin û bergiriya destketî[biguherîne]

Mirov dema nexweşketinê xaneyên bîrker û dijeten berhem dike

Heke mirov tûşî nexweşiyê bibe û paşê sax bibe, di laşê mirov de li dij hokara ew nexweşiyê, bergiriya destketî ya çalak peyda dibe[6]. Gava hokara nexweşiyê tûşî laş dibe, lîmfexane hewla tunekirina hokara nexweşiyê dike. Bi bergiriya xaneyî û bergiriya derdanî hokara nexweşiyê têkdişkîne. Di heman demê demê de hin ji lîmfexaneyên B û T diguherin û ji bo ew hokara diyarkirî, dibin xaneyên bîrker[4] . Heke siberojê heman hokar cara duyemîn tûşî laş bibe, bersîvdana bergiriya duyemîn rû dide. Vê gavê xaneyên B bîrker di demek kin de bi hejmarek zêde dijeten berhem dike û hokara nexweşiyê têkdişkîne.

Kutan û bergiriya destketî[biguherîne]

Vaksînlêdan li dij nexweşiyê, bergiriya destketiya çalak dabîn dike.

Kutan (vaksîn) jî rêbazek e ji boy dabînkirina bergiriya destketî ya çalak. Kutan gîrawek ji hokarên nexweşiyê yên mirî an yên hatine lawazkirin an jî perçeyek ji hokara nexweşiyê ye ku li ser wî de dijepeydaker hene, pêk tê[3][6]. Bi vaksînlêdanê, bersîvdana bergiriya yekemîn a laş çalak dibe û xaneyên bîrker tên dirûstkirin. Anko bi vaksînê laş bi awayêk kontrolkirî bi hokarên nexweşiyê ve rû bi rû dimîne. Ji ber ku hokarên nexweşiyê yên nav kutan lawaz in, bergiriya laş li dij van hokaran beravaniyê ava dike û bi hesanî van hokarên mirî an jî lawazkirî têkdişkîne. Di heman dema beravaniyê de hin xaneyên bîrker ên xaneyên B û T jî tên dirûstkirin. Heke heman hokara nexweşiyê carek din tûşî laş bibe, xaneyên bîrker li dij hokara nexweşiyê hê hesantir, bi bergiriya xaneyî û bergiriya derdanî bi bervaniya laş dikin. Anko mirov bi kutanê(vaksîn) hokara nexweşiye ya diyarkirî bi awayek kontrolî bi laş ve dide naskirin ku lîmfexane li dij wî nexweşiyê xaneyên bîrker û dijeten berhem bike[5] .

Serûm û bergiriya destketî[biguherîne]

Hin caran ji boy çareseriya nexweşiyan, dibe ku dijeten di nav şileya serûmê de bidin laşê nexweş. Li dij hokara nexweşiyê ya diyarkirî bi gelemperî di laşê ajalan de dijeten tên berhemkirin[4]. Ji boy berhemkirina dijeten, hinek ji hokara nexweşiyê tûşê laşê ajal dikin. Lîmfexaneyên ajalê li hember dijepeydakeran (hokarên nexweşiyê) dijeten berhem dikin û der didin nav xwînê. Paşê ji xwîna ajalê hinek plazmaya xwînê tê girtin û dijetenên nav xwînê tên berhevkirin. Heke mirovek tûşî heman hokarê bibe, vê gavê ew dijetenên ji xwîna ajal hatibû berhevkirin, wekî serûm didin mirovê nexweş. Serûm bi rêjeyek zêde raste rast tevlî xwîna nexweş dibe. Dijetenên nav serûmê dijepeydakerên di nav xwîna nexweşê têkdişkînin, nexweş di demek kurt de sax dibe[3]. Laşê mirov bi serûmê bergiriyê dest dike, lê ev bergirî bergiriya sist e. Ji ber ku limfexaneyên mirovê nexweş dijeten berhem nekir û xaneyên bîrker çê nekir, dijetenan ji derve girt, heke cara duyemîn tûşî vî nexweşiyê were, ji ber tunebûna xaneyên bîrker, nikare bersîvdana bergiriya duyemîn ava bike[3]. Wekî mînak heke mar li mîrovek pêvede, jehra mar ji ciyê pêvedanê tevlê xwînê dibe. Jehra maran ji boy laşê mirov proteînek dijepeydaker e, lê di laşê mirov de li dij jehra maran xaneyên bîrker an jî dijeten tune ye. Loma ji boy bêbandorkirina jehra meran , serûma dijejehr didin laşê mirov. Dijejehr, ji laşê ajalên bi jehra maran ve hatiye tûşbûyî ve tê berhevkirin[2]. Bi eslê xwe dijejehr dijeten e. Heke ev serûm tevlê xwîna mirovê mar pêvedayî bibe, hemû dijepeydaker(jahra maran) di demek kurt de ji aliyê dijetenan ve tê tunekirin[2].

Çavkanî[biguherîne]

  1. Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 acquired immunity
  2. a b c Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  3. a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  4. a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  5. a b OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology]
  6. a b Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.