Tiyana kîlkeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tiyana kîlkeyê, cure xwarineke ji koma xwarinên masî û çêjên deryayê ye. Di pêjgeha kurd, romî (tirk) û lazan de herwiha cihê xwe girtiye.

Ji kîlkeyên biçûk re li Tirkiyeyê hamsî dibêjin. Pirraniya kurdên bakurê Kurdistanê jî bi bandora zimanê romiyan (tirkî) êdî hamsî bikartînin.

Navê kîlkeyê yê zanistî Engraulis encrasicholus e. Kîlkeyên mezin jî hene. Li Tirkiyeyê li Deryaya Reş, bi taybetî li Rize, Samsun û cihên din ên gelê laz lê cihwar e, tê xwarin. Li bakurê Kurdistanê jî kîlke hezkirî ye.

Li Amed, Dîlok, Erzîrom û Xarpêtê gelek cureyên tiyanê (taveya davêjin firneyê) yên kîlkeyan tên zanîn.

Berkeliya terîfeyekê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1- Pîvaz di agirê nizm de bêî rûn tê sotekirin
  • 2- Kartol tên xaşandin, helîsekirin (pure)-
  • 3- Hêliz û bexdenûs tên hûrkirîn
  • 4- Di badiyeke mezin de pîvaz, kartol, hêka çelpandî, bexdenûs, hêliz, rûnê zeytê, sîr, îsota reş, kîlke û xwê berdin ser hev.
  • 5- Di germiya 250 pileyê de, di firneyê de bi qasî 30 deqeyan bihêlin. Paşê pileyê bikin 200 (derece) û 10 deqeyan jî wisa bihêlin.

Bi germî tê xwarin.