Tsung-Dao Lee
Tsung-Dao Lee | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn |
24 çiriya paşîn 1926 ![]() |
Hevwelatî |
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (1962, naturalization), Komara Çîn (1926, 1949), Taywan (1949) ![]() |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat |
|
Malper |
tdlee![]() |
![]() | |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Tsung-Dao Lee (bi çînî: 李政道, romanîzekirin: Lǐ Zhèngdào çînî; * 24ê çiriya paşîn 1926 li Şanghay, Çîn) fîzîknasekî çînî-amerîkayî ye, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye. Herwiha hevwelatiyê DYA'yê ye jî.
Jiyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Tsung-Dao Lee 24ê serwameza sala 1926an ji şeş zarokên bazirgan Tsing-Kong Lee (bi pinyin: Li Junkang) û xanima wî Ming-Chang Chang, yê sêyan e.
Sala 1943, dibistana navendî li Ganshou bidawî dike. Xwe li bajarê Hangshoû li Zanîngeha Zheyiangê qeyd dike. Ji ber şerê Japon û Çîn ê duyem direve Kunmingê ku li wir Chen-Ning Yang nas dike. Ji ber ku xwendekarekî gelek zîrek û jêhatî ye dewlet wî dişîne Chicago, li Zanîngeha Chicagoyê dixwîne.
Piştî doktoriya xwe çendekê li li Lake Geneva di Yerkes Astronomical Observatory dixebite. Sala 1950 heya 1951 li Zanîngeha California dersdarî dike û li wir carnan bi Chen-Ning Yang re lêkolînan dike. Heya sala 1962 bi giranî endamê Institute for Advanced Study e. Sala 1953 li Zanîngeha Columbia dibe profesorê fîzîkê.
Lee sala 1950 bi Hui-Chung Jeannette Chin re marî dibe (dizewice) û du lawên wan dibin, James (profesorê dîroka Çîniyan li Caltech) û Stephen.
Xebat û girîngî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Lee bi giranî li ser mekanîka statîstîk, fîzîka parçeyên elemantan û angaştên bi têkildarê kûantan in re bilî bûye. Li ser astrofîzîkê jî xebitiye. Ew bi xebatên xwe yên mekanîka statîstîk ku bi Chen-Ning Yang re dikir, navdar bû, bi taybetî xebata Modela Ising.
J. Robert Oppenheimer we wekî angaştvanê fîzîkê yê bêhempa yê dema xwe binavkir. Sala 1957 di 31 saliya xwe de bi tevî Chen-Ning Yang guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hat dîtin.
Pirtûk û nivîsar[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Particle physics and introduction to field theory, Harwood Academic Publishers 1981
Xelat û paye[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Xelata Nobel a fîzîkê, 1957
- Xelata bo bîranîna Albert Einstein, 1957
- Endametiya American Academy of Arts and Sciences 1959
- Endametiya National Academy of Sciences 1964
- Endametiya American Philosophical Society 1962
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Malpera Tsung-Dao Lee Girêdana arşîvê 15 çiriya pêşîn 2018 li ser Wayback Machine (îngîlîzî/çînî)
- Jînenîgariya wî ya fakûlteyê (Zanîngeha Columbia)
- Jînenîgariya wî ya li APS Girêdana arşîvê 28 îlon 2011 li ser Wayback Machine