Paş "h" û "x". Kek Ghybu em nikarin hemû pitên kurdî çê bikin, dive kû alfabeya zimanên din bi kar bihînin. Binêre Bug 52015. Kîjan alfabe bi kurdî nêziktire? Tirkî, Romanî, Fransî an …?--ÇalakГотубеж08:37, 26 tîrmeh 2013 (UTC)[bersiv bide]
Min guhdarî dikin ? Te va xwand? « Justification: Provide justification for your change. Citations should be to authoritative pages on the web, in English. »--Ghybu (gotûbêj) 11:27, 26 tîrmeh 2013 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF: Xwastina min ne ser teknîkî ye. Hûn dikarin agahî ser alfabeya kurdî bidin, mînak: hejmara tîpan, tîpen din çito tên nivîsandin ('E'e /Ḧḧ /ll/rr /Ẍẍ)) û pêwîstên an na? Alfabeya Yekgirtû tê bikiranîn an na? Alfabeya kurdî kîjan e? çavkanî? Binêre bo gotûbêj û pirsên wan...--Ghybu (gotûbêj) 18:13, 1 tîrmeh 2016 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu:, Silav, ev ferheng çavkaniyeke baş e: Michael L. Chyet (2003). Kurdish-English Dictionary. Ferhenga Kurmancî-Inglizî. New Haven & London: Yale University Press. Standard Kurdish Orthography Table: A, B, C, Ç, Ç', D, E, 'E (E'), Ê, F, G, H, Ḧ (H'), I, Î, J, K, K', L, Ł, M, N, O, P, P', Q, R, Ř, S, Ş, T, T', U, Û, V, W, X, Ẍ, Y, Z, '. --MikaelF (gotûbêj) 22:57, 3 tîrmeh 2016 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Niha demek e ku di zaravayên başûrî yên bi latînî de herfên Ł, Ň, Ř û Ü tên bikaranîn, bi taybetî di kovara zimanê kurdî Kanîzar de û ji aliyê nivîskar Muhamadreza Bahadur û çend mamostên din ve. Berê ev tîp wekî LL, NG, RR û U hatine nivîsandin, heke ez ne çewt bim. Silav --MikaelF (gotûbêj) 06:47, 6 tîrmeh 2016 (UTC)[bersiv bide]
Remember to Participate in the UCoC Conversations and Ratification Vote!
Di vê gotûbêjê de me behsa amûra Wergerandina Naverokê kiribû. Niha hin kes vê amûrê bi awayekî bêfêde bi kar tînin. Bi wergerên bêqelîte, rûpelên pûç çêdikin ku em jî dikevin li pey gelo rast wergerandiye an na. Di gotûbêjê de UOzurumba (WMF) got em wergera makîneyê sînor bikin da ku herkes zêdetir tişt biguhêre ji bo ku karibe rûpelê biweşîne. Wî %10 pêşniyaz kir û got em çend gotar çêkin û ji wan re bidin daku karibin eyarên me bixwe çêkin. Wîkîpediya inglîzî wergera makîneyê qet bi kar nayîne û tenê destûrê dide kesên pêbawer. Ew jî pêşniyazeke baş e ji ber ku bikarhênerên mîna Bikarhêner:Sayit25 jî hene ku carinan tên rûpel çêdikin lê tenê çend tişt rast dikin û diweşînin. Mînak binêrin Teqîna Stenbolê ya 2022. Peşî de mirov dibêje çiqas rûpeleke baş e lê dema zêdetir dixwîne dibîne ku hin tişt qet nehatine sererastkirin mînak:
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê encama teqînê wiha got: 6 hevwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 81 welatiyên din jî birîndar bûn, xemgînî û xemgîniya xwe ya kûr nîşan da û got: “Xem û xema me mezine. Em ji bo welatiyên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazin.”
Bi vî amûrê https://cxdebugger.toolforge.org/ hûn dikarin wergera orîjînal a makînêyê û bikarhênerî çi guhartiye bibînin. Li şûna source language "en", li şûna target language "ku" û li şûna source title "2022 Istanbul bombing" binivîsin û pê li FIND bikin, dûre pê li TRANSLATION bikin.
Mînakeke din :Fearless (albûm)
Bi inglîzî:
Inspired by Swift's feelings as a teenager, the lyrics explore themes of romance, heartache, and aspirations. The album's title refers to the overarching theme of all of its tracks, as they altogether depict Swift's courage to embrace the challenges of love.
Wergera Sayît25
Gotinên ji hestên Swiftciwaniya îlhama xwe digire, mijarên romantîk, dilşikestî û daxwazên xwe vedikoline. Sernavê albûmê behsa mijara giştpirsiyê ya hemû stranên wê dike, ji ber ku ew bi tevahî wêrekiya Swift ji bo hembêzkirina dijwariyên evînê nîşan didin.
Heger em bibêjin em dev ji wergera makîneyê berdin, vê carê jî hin kes hene ku diçin gotarê bi Google Translatê li rûpela Googlê werdigerînin û tên li vir diweşînin. Ez gelek bêbiryar mame di vî warî de. Gelo bi ya we kîjan î herî baş e?
“Kesên pêbawer” gotinek pûç e. Gelo mirov çava dikare ji bikarhênerek re bibêje tu kesek pêbawer nînî. Wergera gotaran tiştek asayî ye. Bi taybetî jî divê ji wîkîpediyaya înglîzî gotar werin wergerandin. Lê makîneya wergera wîkîpediyayê ne baş e. Heta niha min tu sûd jê negirt. Wergera bi google translate piçek baştir e, lê li wir jî gellek kêmasî heye. Makîneyên wergerandinê bi jîrîya destkarî (bi înglîzî:artificial intelligence
) ji înternetê agahî tov dikin û ji bo wergerandinek baştir bi kar tînin. Li ser înternetê nivîsên bi kurdiya kurmancî çiqas zêde bibe, wê wergera makîneyan jî hê baştir bibe.
Kesê bi wergerê gotar li ser wîkîpediyaya kurdî zêde dike, divê berpirsariya wergerê jî lixwe bigire. Divê wergerê tekûz bike, hemû şaştiyên wergerê sererast bike, paşê gotarê biweşîne. Dibe ko di wergera bikarhênerek de hin caran hinek şaştî hebe, divê rêveberên wîkîpediyayê wê kesê hişyar bikin ko şaştiyan sererast bike. Lê heke heman bikarhêner hişariyên rêveberê paşguh bike û di şaştiya xwe de israr bike, divê wê gavê ev bikarhêner were astengkirin û gotara bi awayekî şaş hatiye wergerandin jî were jê birîn.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 15:17, 29 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalno. Spas bo xebatên we hemiyan.
Min bi xwe qet amûra wergerandinê ya Wîkîpediyayê bikarneaniye, lê ez gotarên xwe bi rêya Google Translator werdigerînim û hevok bi hevok sererast dikim. Lewra wergerên min û gotarên wergerandî ji yên îngilîzî/almanî kurttir in û bi agahiyên sereke sînordar in. Wîkîpediya ensîklopediyeke azad e, lewra ez li dijî sînorkirinê/destûrdana kesên pêbawer/devjêberdana tenê wergera makîneyê ... me.
Du pêşniyarên min ên wîkîkurdewar hene:
Kesên ku dixwazin gotaran wergerînin bila tenê beşên herî sereke wergerînin, lê bila hevok bi hevok sererast bikin. Da ku gotar xwediyê kurdiyeke zelal be. Ez ji bo vê yekê Google Translator ê pêşniyar dikim. Gotar çiqas kin be, kurdiya wê jî bi gelemperî ewqas zelal e.
Kesên bi xwe bawer divê karibin bi serbestî saya amûra wegerandinê gotaran wergerînin. Heke alîkarî pêwîst be - ji ber ku gotar carinan gelekî dirêj in! - divê di beşa "Gotûbêj" a gotarê de peyamek bê nivîsandin û alîkarî ji hin hevalan bê xwestin (bi sernavên wek "Alîkarî bo sererastkirina wergerê"). Gava sererastkirina gotarekê qediya be, divê di dawiya gotûbêjê de peyamek wek "çêbû ✓" bê nivîsandin.
Şirove Silav hevalno, xuya ye sepandina daxwaza hevalên Penaber û Bikarhêner pir zor e. Ji ber ku Tîma Ziman a WMFyê dijî vê fikr in. Lê dîsa jî em biryara xwe bidin û ji wan re bidin nasîn.--Balyozxane (gotûbêj). 21:46, 4 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Erê Bila gotarên Wîkîpediya kurdî bi kurdî bin, bê alîkariya wergera makîneyê. Ne hewce ye ku modela hemû gotaran Wîkîpediya bi inglîzî û tirkî be. Dema mirov wergera makîneyê bi kar tîne, xeletiyên gotara orijînal jî werdigerîne û çavkaniyan kopî dike. Heke nivîsîna gotarên dirêj ewqas dijwar be, mixabin rewşa me ev e, divê mirov hînî zimanê xwe bibe û di warê mijarên balkêş de bi alîkariya kitêb, gotarên din û çavkaniyan hêdî hêdî pispor be. Ez gotarên bi kurt û kurmancî çêtir dibînim ji gotarên dirêj û ne fehmbar. Silavên germ ji we re. --MikaelF (gotûbêj) 12:04, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy. Hevalê Biyolojiyabikurdi xweş xeber dide, belê. Bi taybetî gotina wî ya "Lê heke heman bikarhêner hişariyên rêveberê paşguh bike û di şaştiya xwe de israr bike, divê wê gavê ev bikarhêner were astengkirin û gotara bi awayekî şaş hatiye wergerandin jî were jê birîn" pir baş e. Lê heta niha ti kes nehat astengkirin. Hevalên KelêÛxelfetî (g · b · a), Sayit25 (g · b · a), Dilovan Gervan (g · b · a) diviya werin astengkirin. Xebatên wan tenê wergera makîneyê beyî ti sererastkirinê ne. Niha dev jê berdin, ka te dengê xwe nadî? Bila wekî niha bimîne?--Balyozxane (gotûbêj). 22:50, 4 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Nakokiyên me diyar in, em niha giranî bidin ser careseriyê. Xuya ye ku ev pirsgirêk bi çend kesan tenê re sînordar e. Ez bi xwe ne hevalbendê sînordarkirinan im, lê heke ku divê sînorek bê kirin ez jî dibêjim bila 45% be. Jixwe evya xebata min (û ya pirraniya bikarhêneran) zêde sînordar nake. Ferrus (gotûbêj) 06:08, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@KelêÛxelfetî Hevalê hêja, her tişt li ber destan e. Herkes dikare bibîne ka te çi kiriye çi nekiriye. Li ser malpera cxdebugger Translation ID: 1868548 binivîse û pê li Fetch Translation bike. Di encamê de tabloya li jêr derdikeve holê. Te du peyvan jê birine û peyvek û herfek lê zêde kirine. Te bajarê kurdan a Îdirê kiriye bajarê tirkan.(Ew niha li bajarê Îdirê koma etnîkî ya herî mezin in.) Te qet nexwendiye tu çi werdigerînî. Hema wergerê diweşînî. Meraq dikim fikrê hevalê Penaber49 (g · b · a) li ser vê mijarê çi ye?--Balyozxane (gotûbêj). 15:18, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Azerbaijanis in Turkey are Turkish citizens and permanent residents of ethnic Azerbaijani background. It is difficult to determine the exact number of ethnic Azerbaijanis currently residing in Turkey since ethnicity is a rather fluid concept in Turkish culture.[1] According to some estimates, there are currently around 800,000 Twelver Shias in Turkey, however this figure may differ substantially from the real one.[2] Beside the Turkish-Azerbaijanis, there are up to 300,000 of Azerbaijani citizens who reside in Turkey.[3] [failed verification] They are currently the largest ethnic group in the city of Iğdır[4][5] and second largest ethnic group in Kars,[6] where they constitute majority in the district of Akyaka[7] (Azerbaijani: Şörəyel).[8]
Azeriyên li Tirkiyê hemwelatiyên Tirkiyê ne û niştecihên daîmî yên bi eslê xwe Azerî ne. Zehmet e ku meriv hejmara rastîn a Azeriyên etnîkî yên ku niha li Tirkiyeyê dijîn were destnîşankirin, ji ber ku etnîsîte di çanda tirkî de têgehek pir herikbar e. [1] Li gorî hin texmînan, niha li Tirkiyê derdora 800 hezar Şîeyên Duwazdehçî hene, lê dibe ku ev hejmar ji ya rastîn cudatir be. [2] Ji bilî Azerbeycanên Tirk, heta 300,000 welatiyên Azerbaycanê li Tirkiyeyê dijîn. [3] Ew niha li bajarê Îdirê koma etnîkî ya herî mezin in [4] [5] û koma etnîkî ya duyemîn li Qersê ne, [6] ku li navçeya Akyakayê piraniyê pêk tînin [7] ( Azerbaijani : Şörəyel ). [8]
Azeriyên li Tirkiyeyê hemwelatiyên Tirkiyê ne û niştecihên daîmî yên ku bi eslê xwe Azerî ne. Zehmet e ku meriv hejmara rastîn a Azeriyên etnîkî yên ku niha li Tirkiyeyê dijîn were destnîşankirin, ji ber ku etnîsîte di çanda tirkî de têgehek pir herikbarî e. [1] Li gorî hin peşninîyan, niha li Tirkiyê derdora 800 hezar Şiîtîyen Duwazdehçî hene, lê dibe ku ev hejmar ji ya rastîn cudatir be. [2] Ji bilî Azerbeycanên Tirkî, heta 300,000 bi welatiyên Azerbaycanê li Tirkiyeyê dijîn. [3] Ew niha li bajarê Îdirê koma etnîkî ya herî mezin in [4] [5] û koma etnîkî ya duyemîn li Qersê ne, [4] ku li navçeya Akyakayê piraniyê pêk tînin [7] (Azerbaijani Şörəyel ). [8]
Azeriyên Tirkiyeyê hevwelatî û niştecihên daîmî yên Tirkiyeyê ne ku bi eslê xwe azerî ne. Zehmet e ku hejmara rastîn a azeriyên etnîkî yên ku niha li Tirkiyeyê dijîn were destnîşankirin, ji ber ku etnîsîte di çanda tirkî de têgiheke pir guhêrbar e.[4] Li gorî hin texminan, niha li Tirkiyeyê derdora 800 hezar şopinerên şiîtiya dozdeh îmaman hene, lê dibe ku ev hejmar ji ya rastîn gelek cuda be.[5] Ji bilî azeriyên tirkiyeyî, bi qasî 300 hezar hevwelatiyên Azerbaycanê li Tirkiyeyê dijîn.
@Balyozxane, KelêÛxelfetî, Avestaboy, MikaelF, û Ferrus:, carek din merheba, bi pirsgirêka me yê li ji wergera amûran bêhtir wergera çewt û nerastkirî ye. Divê em sûdê ji makîneyên wergeran bigirin lê ev nayê vî wateyê ku gotar ji sedî sed bi makîneyan binivîsin. Jiber ku min bixwe jî bi caran hevalên ku vî xeletiyê kirine re nivîsiye û pirsgirêk çareser nebûye, di vî mijarê de ez wiha difikirim divê ku bikarhênerên di vî warê de çewtiyan dikin sê caran bê hişyarkirin ger ku hêj jî di xeletiyên xwe de israr bike jibo kêmasiyên xwe temam bike bi qasî sê mehan mafên guhertinên wîkîpediyayê ji bê sitandin. Piştî sê mehan ku dîsa heman xeletiyan dubare bike bi awayekî bêdem ku carek din êdî wîkîpediyayê neguherîne mafê guhertinan jê bê sitandin. —Penaber49 (gotûbêj) 16:45, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Bira, bi ya min sê meh zêde ye. Pêşî de mirov astengkirinên çend saetî, dûre çend rojî, çend hefteyî û wisa berdewam bike heta ku bi temamî were astengkirin. Herwiha ji bo van tiştan jî rêbaznameyeke me hebûya, hinek baş bûya. Lê ew jî pirsgirêkeke din heye ku li vir kes guh li rêbazan nake. --Balyozxane (gotûbêj). 21:21, 5 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav Balyozxane, bira tu rast dibêjî lê ew dem mirov zêde pê re dema xwe winda dike. Divê wîkîpedîya nebî cihê ceribandin fêrbûyiyan. Dibe ku despêkê de kêmasiyên mirov hebin raste, di despêkê jibo ku zêde ji Wîkîpediyayê fem bikim min bi wîkîpediya tirkî destpêkir û hêdî hêdî derbasî wîkîpediya kurdî bûm. Divê armanca bikarhênerek her gotarek nivîsî xebatên xwe baştir bike. Lê mixabin hinek bikarhênerên me hene ku xebatên kirêt temam dibînin û pirsgirêk jî ev e. Di warê polîtîkayê de jî min polîtîkayek bi navê Nivîsandina gotaran nivîsiye em dikarin vî polîtîkayê hinek berfireh bikin û jibo nivîsandina gotaran kesên ku polîtîkayan pişt guh dikin hişyar bikin di israr bûna îhlal kirina polîtîkayan de bi astengkirinên demkî jibo ku bizanibe xeletiyên wî nayên pejirandin bê astengkirin. Ya din gotarên zêde zêde ku ku xeletî hene divê em daxwaza jêbirin bixwazin. Mixabin gotarên ku heval @KelêÛxelfetî: nivîsiye ez wiha texmîn dikim ku divê bi temamî were jêbirin. —Penaber49 (gotûbêj) 04:27, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
"Lê makîneya wergera wîkîpediyayê ne baş e. Heta niha min tu sûd jê negirt."
"Kesê bi wergerê gotar li ser wîkîpediyaya kurdî zêde dike, divê berpirsariya wergerê jî lixwe bigire."
@Biyolojiyabikurdi: Ji wan gotinên te ez wisa fêm dikim ku tu dibêjî wergera makîneyê neyê bikaranîn. Loma wekî pêşniyaza duyem li gorî dilê te ye dixuye. Ji kerema xwe, dîsa bifikire. Niha gelek kes wergerên nesererastkirî diweşînin û rêveberên wîkiyê jî tade li wan nakin. Qet nebe tercîha seyêm qebûl bike. Tê de dibêje heta ku wergera makîneyê %45 nayê sererastkirin, mirov nikare wergerê biweşîne. Binêre mînaka li jor. Hevalekî ti tişt sererast nekiriye û bi vî awayî weşandiye. Heger %45 were qebûlkirin, em ê rê li ber tiştên wisa bigirin. Ji te tiqa dikim dîsa bifikire. Ez naxwazim keda me avê de biçe. Wîkiya me bibe cihê wergerên makîneyê. --Balyozxane (gotûbêj). 14:54, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Silav Balyozxane, bira min li ser gotar û hevokên cuda cuda ceriband. Jibo serrastkirina hevokan ji %40 heta ji %20an dadikeve. Ku ez şaş nebim amur ji sedî 10 kêmtir destûr nade ku mirov gotarê biweşîne. Demekê min çend car ceriband jiber ku li vir bi awayekî baş werger çênebû min dev ji vî amurê berda. Di derbarê amûrê de zêde fikrên min tuneye. Lê ez wiha difikirim sinorkirina ji sedî 40 dibe ku amûrê bi temamî bide sekinandin. Di nav hevokekê de ji sedî 40 guhertin ez dibêjim rêjeyeke zêde ye. Pêşniyara min ev e amûr ji xwe sinora ji %10 bikar tîne em jî sinora ji %20 bikar bînin ger ku pirsgirêk hêj jî bidomîne ew car carek din dîsa sinorê bilindtir bikin. —Penaber49 (gotûbêj) 17:37, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Sekinandina wergera makîneyê heta ku em rêjeya rast tespît bikin, ji wergerên xelet baştir e. Ger zêde be, em ê dengdaneke nû çêkin ji bo kêmtirkirinê. Lê belê heta wê demê bila tenê wergerên ripîrast werin weşandin :D --Balyozxane (gotûbêj). 17:48, 6 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
destên we sax bin. Hûn karekî pîroz dikin û wikipediya kurdî amade dikin. Em jî wekî Tora Kurdî hewl didin sazî û komeleyên kurdan/kurdî bi taybetî yên li diyasporayê bînin ba hev, da ku em bi hevre li ser parastin û pêşxistina çand û zimanê kurdî bixebitin. Di çarçova kar û xebatên me de em dixwazin di meha gulana 2023-an kergehekê bi mijara “Kurdî di Serdema Dijîtal de” pêk bînin. Bi vê mebeste me dixwest ji we bipirsin gelo hûn dikarin di çarçova mijarê de li ser amadekirina wikipediya kurdî kargehekê ji bo beşdaran bi rêve bibin? Budceyek me ya biçûk jî heye û em ê karibin destheqê we bidin. Em ê gelkî kêfxweş bibin heke em di demeke kurt de di derbare mijarê de têkiliyê deynin.
Merheba hevalino. Li jorê pêşniyareke li ser çêkirina workshop-ekê heye. Pêşî dixwazim ku hûn fikrên xwe yên li ser tevlîbûna wê workshop-ê bibêjin, û kesên ku dixwazin tevlî bibin vê yekê bibêjin.