Weysel Qerenî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Tirba Weysel Qaranî (Hawêl)
Mizgefta Weysel Qerenî, li Hawêla Sêrtê, Bakurê Kurdistanê

Weysel Qerenî (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Uwais al-Qarani), mutesewifê misilman ê ereb ê Yemenê bû.

Weysel Qereni, îroj ji tirbe wî li Kurdistanê li Sêrtê ye. Tirbê wî, li Hêwelê ye. Tê gotin ku piştî zayînê di neqabine 560 û 657an de jîn bûya. Di vê demê de ji, nûka vê misilmantî derdikeve û hê Hz. Mihemed ji saxê, li jiyanê ye. Weysel Qerenî di jiyeneka di rewşa xwe de dijî.[1]

Ev yek, ji gotinen li ser jiyana wî yên ku di nav gelê de têne vegotin têt fêhm kirin. Weysel Qereni jiyaneka wî ye ku li Kurdistanê xwedî bandora, heya. Hizre misilmantiyê dema ku tê Kurdistanê û li Kurdistanê belav dibe, di deme wî de ya. Ew bi xwe ji, ji vê yekê rê dibe temenekî ku mazin. Hz. Mihemed, hê ku saxe, li jiyane ye, Weysel Qerenî nas dike. Berî çûn li ser mafeya xwe ji, xirqe xwe ji wî re disêne û wî pîroz dike. Ev yek, Weysel Qerenî di nav civakê de dike xwedî wesf û rada. Li ser vê wesf û radayê re, Weysel Qerenî, di nav gelê de mezin dibê û dibe xwedi bandor. Bi vê bandoriya wî re li Kurdistanê ji, ola Misilmantiyê mezin bi cih dibe û belav dibe. Mirov êdî Misilmantiye ji deve Weysel Qerenî fêhr dibin. Ev yek ji, Misilmantiyê li Kurdistanê bi cih dike. Tê gotin ku Weysel Qerenî misilmanetî di 640wan de erê kiriye. Weysel Qerenî, gava ku werê şîrove kirin, divêt ku bi gelek xal û mijaran re werê li ser ziman û şîrove kirin. Yê ku di Kurdistanê de misilmanti pêşî erê kiriye û misilmanetî aniye Kurdistanê ye. Mirov kare vê yekê li ser wî dest nîşan bike. Gava ku li ser Weysel Qerenî şîrove têne kirin, tenê li ser welîtiye wî tê sekinandin. Ev yek, ne xalate lê li gor gelekî û gelekî kêm e û ji kêm şîrove kirine re ji dibe temenekî ku mezin. Mirovên weke Weysel Qerenî di navê gelê de gava ku werê şîrove kirin, divêt rastiyên ku tên zanin hemû bi hev re werine şîrove kirin. Weysel Qerenî, ji bo hizre wî mezin bê zanîn, ti çavkanî îroj di destê me de zêde nîn ên. Lê hinek gotinên wî ku di nav gelê de ku bizêdeyi ji bo mafê dayikê derdixine pêş û li ser navê wî têne gotin weha ne.

Ku dê mafê xwe li me helel neke wê rihe me ne rihet bê û wê Xwedê me afu neke . Mirovê qanc, di nêzîkatiye xwe ye li hemberê dayikê dê kifşe . Têgihiştine mirov bi dayikê rê dest pê dike . Bila mirov çend bêje ez oldarim an ji başim, ku di nêzîkatiye xwe ye li hembere mirov û dayike de ne baş bê û safî bê, wê ti wate vê yekê neme ne . Wate rastitiye, xwe bi mirov re biwate dike û bi cism dike ... mirov divê ku jiyanê xwe baş fêhm bike . Divê ku mirov di emelê xwe de baş bê û divê ku mirov qadr û qiymetê jiyenê zanî be, ji ber ku Xwedê çê kirîye û danîye pêşiye me, ji bo jiyandine . Mirov nikare berê xwe ji jiyanê bizîvirêne û ji jiyenê bixayidê, ji ber ku rastiyeke bi Xwedê rê têne li ser ziman . Divê ku mirov bala xwe û guhê xwe bide hevîrdore xwe, da ku mirov rihet bibe û di emelê xwe de baş bibe . Jiyan, ji bo alimendinê rêyeke ku Xwedê daya pêşiye me ye .

Her weha gelek gotin û vebêjin li ser wî têne gotin. Weysel Qerenî mirovekî ku bandoraka wî ye meizn hebû bû, li ser gelê. Piştî ku Hz. Mihemed dibihizê, êdî dike ku herê û wî bibîne. Bi vê yekê rê rêye Medinê digirê û diçê. Gava ku diçê ji, tê gotin ku di rê de demeke direj dimene û li Şamê û Yemenê ji dimêne. Lê weke van xatên jiyanê wî, li ser vê yekê ji zêde ti agahî di destê me de nîn ên. Piştî ku digihe Medinê, êdî dibihizê ku Hz. Mihemed çûn li ser mafeya xwe. Li ser vê yekê, tê gotin gelekî dilê wî êşehe. Piştre ji, li wir ji weke demeke tê gotin demeke dirêj ne mene û piştre êdî divegerehê malê[çavkanî pêwîst e].

Piştî ku divegerehê malê, êdî weke welîyekî ku mezin û yê Îslamê, di nav mirovan diçê û têt. Misilmantiyê bi mirov re dide nas kirin, li kurdistanê. Piştî ku deme ku dayike wî ji digihê rehmata xwe, êdî ew jiyeneke ku xwe dide fêhr kirine didomenê. Di derbarê ku zawac kirina wî an ji ne kirina de ti agahiye me nîn ên. Weke vê xalê, hêle di jiyene wî de, gelek xalên ku werine rohni kirin hene. Biqasî ku mirov ji gotinên ji navê gelê fêhm dike, bandoreke wî yê teybet li aliye Botanê wan deran heye. Mirine wî ji, tê gotin di deme şerê Sefere wî ye ku di naqabîne Xelifê Ebbasiyan Harûn Reşîd û waliye Sûrî, Muawiye bin Abu Sufyan de ya. Ev şer ji, di 675 an de li siffînê ku li keviye Firatê li raste wê dibe.[2]

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www.sunnah.org/history/Uwais_al_Qarani.htm
  2. http://m.lasjan.page.tl/Saint-Uwais-Qarni--k1-R-k2-.htm