Xavît
Xavît, xaşîla lazûtê, helîseya Îdirê ya lazûtê cureyeke helîseyê (lape, xaşîl) ye. Kurd, gurcî, laz, yewnan û gelên din ên cîran dizanin û dixwin.
Helîseya Îdirê herwiha xwarineke azeriyan e, li Azerbaycanê jê re quymak dibêjin. Ermenî jî ji lazûtê gelek helîseyan çêdikin. Romî (tirk) jê re kuymak dibêjin û li parêzgehên Samsun, Trabzon, Giresun, Rize, Ordu û Artvinê pirr tê xwarin. Li Gurcistanê navdar e.
Xavît ji ardê (arvan) lazûtê, rûnê nivîşkî, toraqê (an penîrê şor) tê çêkirin. Gelek awayên wê hene. Xavîta kurdî jî gelek çêjdar e.
Xavîta Îdir û Qersê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zerdeçalê tevlî dikin. Rûnê dikin rûnbirêşkê, dihelînin, zerdeçalê berdidin navê. Di badiyekê de ard, av û xwê tevlîhev dikin û viya berdidin nava rûnbirêşkê, tevdidin.
Dema keliya, ji agir digirin, çênca taybet a ji darçîn, îsota reş, biharbêhna gizêra spî, qend ûêd tê amadekirin, berdidin ser. Ji vê sosê re xavîtê, sosa Îranê dibêjin. Tirkan navê wê kirine kepleme sosu.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |