Yaxniya torevanên Sînemiliyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Yaxniya torevanên Sînemiliyan, li peravên Deryaya Navîn, li gund û bajarên êla Sînemilîyan lê dijîn dihatibûye xwarin. Mirov dikare wekî xwarineke dîrokî ya pêjgeha kurd jî binav bike.

Îro jî tê xwarin, lê tê zanîn bi têkçûna osmanîyan û damezirandina komara Romê (Tirkiye), êlên devedorê Deryaya Navîn bi ferman û komkujiyan tên koçberkirin. Bi taybetî İsmet İnönü viya wekî stratejiyekê dimeşîne. Niha bi navên din tên zanîn.

Standardiya vê xwarinê nîne. Torevan û masîgirên Sînemiliyan çi biqefilinînan berê yê bihata firotin jê vediqetandin, ên din davêtin beroş an quşxaneya xwe dikelandin. Di vê xwarinê de ji masî û çêjên deryayê çiqas hebin dibe. Di dema xwe de xwarineke erzan û bêqîmet bûye. Lê niha bûye delîkatez, bûye xwarina dewlemendan. Bi pîlawa rizê (birinc) û seleteyan tê servîskirin.

Li vir raveka (terîfe) orjînal na, ya îro li aşxaneyên lûks û wurşedar de tên servîskirin hatiye parvekirin.

Berkelî (melzemeyê xwarinê) bo çar kesan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 250 gr canberî (karîdes, Palaemon)
  • Nîv kg kalamar (kalemar), wekî xelekê çêtî bikin
  • Du çêtî ji masîkartûxkê, divê gûseyên wê werin derxistin (di zanistiyê de navê wê Scophtalmus maximus e.)
  • 20 mîdye (hundirê mîdyeyê), pakij bişon, bavêjin nava ava kelî bixaşînin, qalikên wê derînin
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) şeraba spî
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) ava lîmonê
  • 85 gr kremaya tûj
  • 1/2 SA kakilê gûzê
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KX ard (arvan)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) bîbera reş
  • 2 KX rûnê nivîşkî
  • 1 KÇ awîşen, catirî, cehter, zembûr (Thymus vulgaris)
  • 2 KX bexdenûs

Ravek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beroşekê bînin, nîv stekan şeraba spî, çêtiyên kalamarê, ava lîmonê, bîbera reş û xwê bikinê, di agirê nîvcoyî de heya kel pê ket germo nermo bikin. Agirê xwarinê kêmtirîn bikin, 20-30 deqe li ser agir bihêlin. Kalamaran bi kefgîr an çatela mezin derînin, bikin binikên servîsê.

Çêtiyên masîkartûxk û nîva din a şerabê (ya mayî) tevlî beroşa xwe bikin, 7-8 deqe nermijî bikin, bipijînin. Masiyan bi kefgîr an çatela mezin derînin, têxin bo mînak nava binikekê.

Ava xwarina di beroşê de ye bidarivînin bikin badiyekê.

Di rûnbirêşkeke mezin de rûnê nivîşkî bihelînin (di agirê nîvcoyî de). Ji ser agir bigirin, 1 KX ardê di rûn de biqelînin (bê rwestan tev bidin). Ava xwarinê û 1 KÇ awîşenê tevlî bikin. Di agirê nîvcoyî de heya nêzîkî kel pê bikeve tevbidin. Paşê binê agir kêm bikin, bi qasî 2-3 deqeyan bikelînin.

Hundirê mîdyeyan, kalamarên we sor kiribû, çêtiyên masiyan, canberî, kakilê gûzê tevlî sosê bikin, 8-10 deqe bikelînin.

Kremayê tevlî bikin, sosê bi qasî deqeyek germijî bikin.