Here naverokê

Zagreb

Zagreb
  • Bajar
  • Paytext
Zagreb li ser nexşeyê
Map
Zagreb li ser nexşeya Kroatya nîşan dide
Zagreb
Zagreb
Koordînat: 45°48′47″Bk 15°58′38″Rh / 45.81306°Bk 15.97722°Rh / 45.81306; 15.97722
DewletXirwatistan, Keyaniya Yûgoslavyayê, Komara Yûgoslavyayê ya Sosyalîst a Federal, Independent State of Croatia, Habsburg monarchy, Kingdom of Croatia-Slavonia, State of Slovenes, Croats and Serbs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Xirwatistan
  • Zagreb County
  • Independent State of Croatia
  • Socialist Republic of Croatia
  • Zagreb County (former)
  • Zagreb Oblast
  • State of Slovenes, Croats and Serbs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê1094 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Merkeza îdarî
Îdarî
 • ŞaredarTomislav Tomašević (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî641.2 km2 (2476 sq mi)
Bilindahî
158 m (518 ft)
Nifûs
767.131 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
  • UTC+1
  • Central European Summer Time Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê01 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyêZG Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperzagreb.hr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zagreb (bi kroatî: Zagreb), paytext û bajarê herî mezin ê Kroatya ye ku bajêr li bakurê rojavayê welat, li kêleka Çemê Savayê û li qûntarên başûrê Çiyayê Medvednîkayê hatiye avakirin.[1] Bajêr li nêzîkî sinorê navneteweyî yê di navbera Kroatya û Slovenya de bi bilindahiyek bi qasî 122 mêtre ku ji asta deryayê bilind e radiweste.[2] Li gorî daneyên sala 2021an nifûsa giştî ya Zagrebê bi qasî 767.131 kes e ku nifûsa bajêr sêyeka nifûsa giştî ya Kroatyayê (1.071.150) pêk tîne.[3]

Zagreb bajarekî xwedan dîrokek dewlemend e ku ji serdema Romayê vedigere. Cihê herî kevnar ê bajêr li derdora bajêr Andautonia Roman bû ku li Šçitarjevo ya îro ye.[4] Tomara dîrokî ya navê "Zagreb" ji sala 1134an dest pê dike ku li gorî bingeha rûniştina li Kaptolê di sala 1094an de ye. Bajêr di sala 1242an de dibe bajarek padîşahiya serbixwe.[5] Di sala 1851an de Janko Kamauf bûye yekem şaredarê Zagrebê.[6]

Zagreb wek parçeyek îdarî ya kroatî ye ku bajêr xwedî statuyek taybet e. Bajêr ji bajar-parêzgehek yekgirtî pêk tê (lê ji wîlayeta Zagreb veqetandî ye) û ji aliyê îdarî ve bajêr li 17 navçeyên hatiye dabeş kirin.[7] Piraniya navçeyên bajêr li ser bilindahiyek nizm ê li geliyê Çemê Savayê ne lê navçeyên bajêr ên bakur û bakurê rojhilat, wekê navçeyên Podsljeme û Sesvete li qûntara Çiyayê Medvednîkayê ne. Awayiya erdnîgariya bajêr pir cihêreng dike. Bajêr 30 kîlomêtre ber bi aliyên rojhilat-rojava ve û nêzîkî 20 kîlomêtre ber bi aliyên bakur-başûr ve berfireh dibe.[8]

Zagreb ji hêla Tora Lêkolînê ya Gerdûnîbûnê û Bajarên Cîhanê ve, bi rêjeya 'Betayê - wekî bajarek cîhanî di rêzê de cih digire.[9]

Zagreb navenda hikûmeta navendî ye ku saziyên îdarî û hemî wezaretên hikûmetê li bajêr in.[10][11][12] Hemî pargîdaniyên herî mezin, medya û saziyên zanistî yên krowatî navendên wan li bajêr hene. Zagreb li Kroatya navenda veguhastinê ya herî girîng e ku li bajêr Ewropaya Navîn, Deryaya Navîn û başûrê rojhilatê Ewropayê digihêjin hev û bi vê awayê Zagreb bûye navenda torên hesinê û veguhastina hewayî ya Kroatyayê.

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Etimolojiya navê Zagreb ne diyar e. Nav ji bo bajarê yekbûyî tenê ji sala 1852an ve hatiye bikar anîn lê ji sedsala 12an ve wekî navê Diyokes Zagreb dihat bikar anîn û di sedsala 17an de ji bo bajêr zêde dihat bikar anîn. Navê yekem di rêziknameya Zagrabiyensem epîskopatum de ji hêla serpîskoposê Esztergom Felîsiyan ve ku di sala 1134an de hatiye nivîsandin derbas dibe.

Forma kevn a navê bajêy Zagreb e. Di forma nûjen a Kroatyayê de, Zagreb yekem car di nexşeyek sala 1689an de ji hêla Nîkolas Sanson ve hatiye tomar kirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zagreba dualî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Niştecihbûna herî kevn a ku li nêzî Zagreba îro ye, bajarê Romayî Andautonia ku niha wekê Šçitarjevo tê zanîn di navbera sedsalên 1em û 5em p.z. de pêk hatiye.[13] Yekem xuyabûna tomarkirî ya navê Zagreb di sala 1094an de ye ku di wê demê de bajêr wekî du navendên bajarên wekî Kaptolê piçûktirê li aliyê rojhilat ku bi giranî ji aliyê dîndaran ve tê hatiye girtin û Katedrala Zagrebê li vê beşên ye û beşa mezinê li aliyê rojavayê Gradek e ku bi giranî ji hêla esnaf û bazirganan ve hatibû girtin. Herdu alî Gradek û Kaptol di sala 1851an de ji hêla Ban Josip Jelačić ve hatine yek kirin ku ji bo vê yekê ji bo rûmeta xwe navê qada sereke ya bajêr, Qada Ban Jelačić binav kiriye.[14]

Di serdema Yûgoslavyaya berê de, Zagreb navendek aborî ya girîng a welêt ma û duyem bajarê herî mezin bû. Piştî ku Kroatya serxwebûna xwe ragihand, Zagreb paytexta wekê paytexta Kroatyayê hate ragihandin.[15]

Sedsalên 16 û 18an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber sedemên aborî û siyasî di navbera Kaptol û bajarê serweriya azad Gradekê de gelek têkilî hebûn lê ew wek bajarekî entegre nehatin naskirin, tevî ku Zagreb bû navenda siyasî û nûnertiya Kroatya, Slavonya û Dalmatiya dike, yekem car li Gradekê civiya. Li gel ku bajar di di sala 1621an de di bin qedexeya Nikola IX Frankopan de wekî cîhê Qedexeya Kroatya hate hilbijartin, Zagreb di sala 1557an de dibe paytexta Kroatya.[16]

Li ser gazîkirina Parlamena Kroatyayê, îsûî hatin Zagrebê û yekem dibistana rêzimanê, Dêra Katherînan avakirin. Di sala 1669an de wan akademiyek ku tê de felsefe, teolojî û hiqûq dihatin hîn kirin ku saziya pêşeng a Zanîngeha Zagrebê ya îro ye ava kirin.

Di sedsalên 17 û 18an de Zagreb ji ber agir û webayê (nexweşiyek înfeksiyonî) xirab dibe. Di sala 1776an de, meclîsa padîşah (hikûmet) ji bajarê Varaždin derbasî Zagrebê dibe û di dema Joseph II de Zagreb dibe navenda fermandariya giştî ya Varaždin û Karlovakê.[17]

Ji sedsala 19an heya nîvê sedsala 20[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sedsala 19an de Zagreb dibe navenda Vejîna Neteweyî ya Kroatî û saziyên girîng ên çandî û dîrokî li bajêr têne damezrandin. Di 1850an de bajarok di bin şaredariya xwe yê yekem ji aliyê Janko Kamauf ve hate yek kirin.[17]

Yekem xeta trenê ya ku Zagreb bi Zidani Most û Sîsakê ve girêdide di sala 1862an de hate vekirin û di sala 1863an de li Zagrebê kargehek hate vekirin.

Piştî Erdheja Zagrebê 1880, heya destpêka sala 1914an a Şerê Cîhanê yê Yekem li bajêr pêşkevtin geş dibe û bajêr karakterîstîk xwe ya ku îro heye werdigire. Yekem tramvaya hespan di sala 1891an de li bajêr hate bikar anîn. Avakirina xetên trênê bûne sedem ku derdorên kevn hêdî hêdî li Donji Grad de bibin yek ku bi şêwazek blokê ya birêkûpêk ku li bajarên Ewropa Navîn serdest e, diyar dibe. Ev yek dibe sedama gelek avahî abîde, park û gelek muzexane, şano û sînemayê ku bajêr têne avakirin. Di sala 1907an de santrala elektrîkê ya bajêr hate avakirin.

Ji 1ê çileya sala 1877an ve topa Gričê di dana nîvro de her roj ji Birca Lotrščakê tê avêtin. Di nîvê pêşîn a sedsala 20an de lê Zagrebê pêşveçûnek berbiçav pêk hatiye. Beriya Şerê Cîhanê yê Yekem de bajêr berfireh dibe û taxên mîna Stara Peščenica li rojhilat û Črnomerec li rojava hatin avakirin. Piştî şer navçeyên çîna karkeran ên wekî Trnje di navbera rêya rêhesin û Sava de hate avakirin lê avakirina navçeyên li ser girên başûr ên Medvednika di navbera her du Şerên Cîhanê de bi dawî bû.

Di salên 1920an de nifûsa Zagrebê ji sedî 70 zêde dibe ku ev yek mezintirîn geşbûna demografîk ê di dîroka bajêr de ye. Di sala 1926an de yekem stasyona radyoya li herêmê ji Zagrebê dest bi weşanê dike û di sala 1947an de Pêşangeha Zagrebê (Fuar) hate vekirin.[17]

Di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de, Zagreb dibe paytexta Dewleta Serbixwe ya Kroatyayê ku ji hêla Almanyaya Nazî û Îtalyayê ve hatibû piştgirî kirin. Dîroka Zagrebê di Şerê Cîhanê yê Duyem de bi bûyerên terora rejîmê û sabotajên berxwedanê re rûbirû dimîne û rejîma Ustaša di dema şer de li bajêr û li nêzîkî bajêr bi hezaran kes bidarvekiriye. Di dawiya şer de bajar ji aliyê Partîzanan ve hatiye desteser kirin. Ji sala 1945an heta sala 1990an Zagreb dibe paytexta Komara Sosyalîst a Kroatyayê ku yek ji şeş komarên sosyalîst ên Komara Sosyalîst a Federal a Yugoslavyayê bû.

Serdema nûjen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Devera di navbera rêya rêhesin û Çemê Savayê de piştî Şerê Cîhanê ya Duyem de dibe şahidê avakirinek nû.[18] Piştî nîvê salên 1950an, avakirina deverên niştecîh ên nû li başûrê Çemê Savayê dest pê kir ku herêm wek Novi Zagreb (Zagreb Nû) hate binavkirin. Navê berê vê herêmê "Južni Zagreb" (Başûrê Zagreb) bû. Di roja îro de Novi Zagreb bi navçeyên wekê Novi Zapad û Novi Zagreb hatiye dabeşkirin.

Bajêr ber bi rojava û rojhilat ve berfireh dibe ku taxên wekê Dubrava, Podsused, Jarun û Blato bi vê berfireh bûne derketine holê.

Stasyona trêna kargoyê û Balafirgeha Navneteweyî ya Pleso li başûrê Çemê Savayê hatine çêkirin. Navçeya pîşesazî ya herî mezin ê bajêr (Žitnjak) li beşa başûrê rojhilatê bajêr e û berfirehbûna deverên pîşesaziyê yên li derûdora rojhilatê bajêr e ku di navbera Çemê Savayê û herêma Prigorjê de ye.

Herêm di salên 1991-1995an dema Şerê Serxwebûnê yê Kroatyayê de dibe şahidê hinek şerên sporadîk li derdora baregehên Artêşa JNAyê lê herêm ji zirarek mezin xilas dibe. Di gulana sala 1995an de, di du êrîşên roketan de ku ji aliyê topxaneyên serbiyan ve hat avêtin di encamê de 7 sivîl hatin kuştin û gelek jî birîndar çêdibin.[19]

Devera bajarvanî Zagrebê bi bajarên derdorê Zaprešić, Samobor, Dugo Selo û Velîka Gorîka ve girêdide. Sesvete yekem û devera herî nêzîk bû ku bûye beşek ji bajêr û ji bo armancên îdarî di nav bajarê Zagrebê de ye ku niha navçeya bajêr ya herî li rojhilat e. Di sala 2020an de li bajêr bi mezinahiya 5,5 pîvekê erdhejek pêk hat û di erdhejê de li qada dîrokî ya navenda bajêr gelek avahî ziyan dîtin. Ev erdhej ji erdheja wêranker a Erdheja Zagrebê 1880an vir ve erdheja herî bihêz bû ku bandor li bajêr kir.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zagreb li Kroatya navendî ye ku li quntarên başûrê Çiyayê Medvednîka û li ser peravên Çemê Savayê hatiye avakirin. Bajêr bi bilindahiya 122 mêtreyê ji asta deryayê bilind e.

Dîmenên ji bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avhewaya Zagrebê wekî avhewa okyanûsî (Köppen classification avhewa Cfb) bi bandorên parzemînî yên girîng tê dabeş kirin ku pir ji nêz ve li ser avhewa parzemînî ya şil (Dfa/Dfb) û her weha avhewaya subtropîkal a şil (Cfa) ve têkildar e. Li bajêr çar demsalên cuda hene. Havîn bi giştî hênik in, carinan jî germ in. Di dawiya meha gulanê germahiya bajêr hêdî hêdî çêdibe ku di vê mehê de germahî dest pê dike ku ji xeynî hinek caran germahyê, bajêr pir caran pir hênik e. Pêlên germê çêbibin lê demek kurt in. Germahiya havînê bi navînî 14,6 rojan nêzîkî 30 °C (santîgrat) bilind dibe. Di demsala havînê de baran zêde ye û dema baranê bi giranî birûsk vedide û pêre baranê dibare. Bi barîna 840 mm salane, Zagreb nehemîn paytexta herî bi barana a Ewropayê ye ku ji Lûksemburgê kêmtir, ji Bruksel, Parîs û Londonê zêdetir baran lê bajêr dibare. Lê li gorî van bajaran, Zagreb rojên bi baran kêm e lê ji ber barîna baranê ku bi giranî di dawiya biharê û havînê de çêdibin, barana salane zêdetir e.[20]

Payîz di qonaxa xwe ya destpêkê de bi gelemperî hewa xweş û tav bi xwe re tîne û hinek caran jî di paşerojê de baran dibare. Payîza dereng bi zêdebûna nerm di hejmara rojên baranê de û kêmbûna gav bi gav di navgînên germahiya rojane de tê diyar kirin. Ji nîvê cotmehê heta çile, digel navçeyên bajarokên bakur ên li quntara Çiyayê Medvednîkayê û her weha navçeyên başûrê navendî yên li tenişta Çemê Savayê berê siban min çêdibin.[20]

Germahiya herî bilind a ku li îstasyona hewayê ya Maksîmirê hatiye tomarkirin di meha tîrmeha sala 1950an de 40,4 °C bû û ya herî kêm di sibata sala 1956an de -27,3 °C hatiye tomarkirin.[21] Di sibata sala 1940an jî li Balafirgeha Borongajê ye ku germahî -30,5 °C hatiye tomarkirin.[22]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Grad Zagreb službene stranice". www.zagreb.hr (bi xirwatî). Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  2. ^ "archive.org". web.archive.org. Ji orîjînalê di 7 hezîran 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  3. ^ "Wayback Machine". web.archive.org. Ji orîjînalê di 9 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  4. ^ "Arheološki park ::: Andautonija ::: Archaeological park". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 kanûna paşîn 2012. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Muzej grada Zagreba - 5. Slobodni kraljevski grad na Gradecu". web.archive.org. 5 tîrmeh 2017. Ji orîjînalê di 5 tîrmeh 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  6. ^ "Grad Zagreb službene stranice". web.archive.org. 12 hezîran 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 hezîran 2017. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Naslovna - Aktivnosti Grada Zagreba". aktivnosti.zagreb.hr. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  8. ^ "Zagreb · Croatia". Zagreb · Croatia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  9. ^ "GaWC - The World According to GaWC 2020". www.lboro.ac.uk. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  10. ^ "Republika Grad Zagreb | STav". web.archive.org. 8 nîsan 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 nîsan 2022. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "Unitarna i centralizirana Hrvatska zrela za redizajn". Glas Slavonije. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  12. ^ "Sindikati traže izdvajanje Grada Zagreba iz statističke podjele RH". Dnevnik.hr (bi xirwatî). Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  13. ^ "Andautonia Archaeological Park". web.archive.org. 7 kanûna pêşîn 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 kanûna pêşîn 2008. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ "Untitled". web.archive.org. 5 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 adar 2016. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  15. ^ "Deklaracija o proglašenju suverene i samostalne Republike Hrvatske". narodne-novine.nn.hr. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  16. ^ "History of Zagreb". Visit Croatia (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  17. ^ a b c "The city of Zagreb". web.archive.org. 17 kanûna paşîn 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 kanûna paşîn 2007. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ "Zarez 222". web.archive.org. 15 gulan 2009. Ji orîjînalê di 15 gulan 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  19. ^ "Naslovna". template.gov.hr. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  20. ^ a b "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 8 kanûna pêşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  21. ^ "DHMZ - Croatian Meteorological and Hydrological Service". meteo.hr. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.
  22. ^ "Najledeniji dani u našoj zemlji | Čitaonica | Meteo-info.hr | Vedra strana prognoze vremena". web.archive.org. 22 tebax 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 tebax 2018. Roja gihiştinê 14 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]