Zanîngeha Elezherê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zanîngeha Elezherê



Mertal

Logoya Zanîngeha Elezherê
30°03′30″Bk 31°18′45″Rh / 30.0583°Bk 31.3126°Rh / 30.0583; 31.3126
DewletMisir Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Cairo Governorate Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanErebî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 970s
  • 1961 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bilindahî
  • 32 metre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.azhar.edu.eg Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Zanîngeha Ezherê (Qahîre) di sala 1930'î de
Zanîngeha Ezher ya iroyîn

Zanîngeha Ezher an jî Zanîngeha Elezher (bi erebî: جامعة الأزهر الشريف) zanîngeha herî pêşîn ya Misirê ye û navdartirîn zanîngeha Îslamî li cîhanê ye. Ev zanîngeh piştî Zanîngeha Qerewiyîn li Mexribê kevintirîn zanîngeha cîhanê ye ko hêşta berdewam e.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zanîngeha Ezherê bi destê xelîfeyên Fatimî ko li sala 909ê heta 1171ê zayînî li bakurê Afrîkayê hukim dikir hat ava kirin. Fatimiyan bajarê Qahîreyê wekî paytextê xwe avakir û zanîngeh jî wekî pişkeka girêdayî bi mizgevta wê damezirand.

Mizgevt li sala 969ê hat avakirin û medrese ya ko paştir bû zanîngeha Ezher li sala 988ê zayînî hat avakirin. Xwîndina li Zanîngehê li meha Remezanê, beranberî meha çirya pêşîn ya sala 975ê bi dersdêriya miftiyê mezin Ebûlhesen Elî kurê Neimanî bi kitêba bi navê el-Îxtîsar (anko Kurtahî)[çavkanî hewce ye] li ser şerîetê Şîatiyê dest pêbû. Paştir, dema desthilatdariya Şîeyan li wan deran nema, Ezher bû zanîngeheka Sunî û heta evro jî her wesa ye.

Navê wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ezher bi erebî bi ramana herî geşbûyî ye[çavkanî hewce ye]. Heye ko ev nav ji ber hîvî ya fatimiyan bi berdewamiya geşbûn û pêşdaçûna wê bûye. Heye jî ko ev nav ji ber navê Fatîmaya dota pêxemberê Îslamê Mihemed hatibit hilbijartin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]