Here naverokê

Mexrib

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mexrib
المغرب العربي Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
30°Bk 5°Rh / 30°Bk 5°Rh / 30; 5
Rûerd
  • 6.045.741 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nifûs101.095.436 (2019) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mexrib (bi erebî: مغرب , ango Rojava) ji bo navçeyê welatên Afrîkaya Bakur Tûnis, Cezayêr û Fasê tê bikaranin. Pişkî Lîbya û Morîtanya jî dikeve wê navçe. Yekî li wir dijîna jî bi mexribî tê nav kirin. Hin ereb ji bo Fasê herî rojava welatê erebanê, li Mexrib Fasê fehm dikin. Gotina pêşiyan ereban wiha li qala Mexribê dike:

Peyvnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mexrib bi wûşe di erebî de ji bo rojava tê bikaranîn. Ew di xûrûb, ango çûna ava (ji bo roj), daketin, de tê ye. Dija wê wûşe Meşriq e.

Çande[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mexribî gelemperî ereb û berberî (amazigh), hin jî morîtanî ne. Wan xeyrî bi hindike, tirkên dema Împaratoriya Osmanî de hatinî, mislimanê spanî dema Endulusê de koç kirînî, fransî û îngîlîzî jî hêne. Li Mexribê, wek gelên xwe, bi gelemperî erebî û berberî tê axaftin. Lê erebiya wê navçe hindik ciyawaz e, ango zaravekî erebî ye.

Gel bi gelemperî misliman û melikî ne. Hin deran kêmavî îbadî jî hêne.

Herêma Mexribê û herêma Mexriba Mezin

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mexrib berê bandûra afrîkaniyan de bû. Paş Fenîke û Kartacayê de romayiyan bi tûnî Mexrib daraz danîn.

Ereb dema Omeyeyan de gihîştina Mexribê. Dema el-Muwahhîdînan û Hafsîdîyan de sedsala 12'an de berberî Mexribê daraz danîn. Dûv çaxa navîn re Mexrib dest Împaratoriya Osmanî ket. Di sedsala 19'an de jî ji aliya Fransa, Spanya û Îtalya hat kolonî kirin.

Yekîtiya Mexribê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekîtiya Mexribê di 17'ê reşemiyê 1989 hat saz kirin [çavkanî hewce ye]. Paytexta wê Rabat, Fas e.

Endam: Cezayêr, Morîtanya, Fas, Libya û Tûnis

Giredanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]