Daskan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Daskan, gundekî navçeya Hezexê Şirnexê ye.

Nave "DASKAN” ji peyva "das" ê tê. Em dema peyvê rast bikin dikarin wisa bixwînin: "DAS-IK-AN".

-"DAS" ; Weke ku tê zanîn "das" e. Bi zimanê Tirkî jî wek "orak" tê zanîn.

-"DASIK"; Deverên ku bi dasê dikarin werin birîn, an jî bi navê din "Qelaç" an jî "Hêrik" tê gotin. Ev dever ji deverên zad lê nayê çandin, erdê wê hişk e û axa wê gelekî kêm e. Di nava gelên Bakur de hêla ber bi çiyayê Bagokê ve pirr tê bikaranîn.

Li derdora Daskanê gundên wek  Sarê (Sarıköy), Xan (Güzelova), Kîwex (Mağaraköy), Kekwan (Çınarlı), Soran (Yayalar) û Basîbirn (Haberli) hene.

Li Daskanê eşîra Saliha bicîh bû ye. Piraniya gundiyan Misilman in lê di  nav wan de yên Fileh jî hene.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ daskan. "daskan.tr.gg - Nûçe". daskan.tr.gg (bi tirkî). Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2020.