Ernas

Ernas
Bağlarbaşı
Ernas li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Ernas
Ernas
Koordînat: 37°27′21″Bk 41°27′29″Rh / 37.45583°Bk 41.45806°Rh / 37.45583; 41.45806
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMêrdîn
NavçeMidyad
Bilindahî
960 m (3150 ft)
Nifûs
 (2010)
462 [1]
Koda postayê
47500
Koda telefonê(+90) 482
Map
biguhêreBelge

Ernas (bi tirkî: Bağlarbaşı ), gundekî navçe Midyada bi ser Mêrdînê ve ye.

Heta beriya kêm zêde 650 salan li gund tenê Suryanî dijiyan. Lê Suryaniyên ku ji tadariya Misilmanên derdorê tengezar bûn, hewara xwe gihandin Mîrê Bota. Mîrê Bota pêşiyê Misilmanên gund bi navê "Koçek" ji gundekî Cizîrê dişîne Ernasê da ku Suryaniyan biparêze. Koçek li nêzî gund li cihê ku îro weke Xerabê Koçek tê binavkirin tê bicîhkirin. Lê piştî demekê malbata Koçek mezin dibe û têne Ernasê. Zarokên Koçer îro bingeha malbatên Ernasê pêk tînin.

Li gund sala 1952'an dibistana seratayî û sala 1970'yî jî malikeke tenduristiyê tê avakirin. Sala 1969'an bi kolana bîrên artêzyenê av li gund derket. Ceyrana gund sala 1985'an hate girêdan û xeta telefonê sala 1988'an hate gund. Gund sala 1994'an piştî kuştina melayê gund Mela Ebdilwehab ji aliyê artêşa Tirk ve hate valakirin. Piştî valakirnê nêzîkê 30 malbatî vegeriyan gund û li gor deneyên sala 2000'î îro ev malbat li gund dijîn û hejmara şêniyên wê 306 e.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2009 469
2000 388[2]
1990 597[2]
1985 840[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
  2. ^ a b c Yerelnet, Bağlarbaşı, ji orîjînalê di 26 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 nîsan 2011