Hexê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hexê, Hax (bi tirkî: Anıtlı ), gundekî navçe Midyada bi ser Mêrdînê ve ye. Gund li rojhilatê Midyadê ye û 30 kîlometreyan dûrî navçeyê ye. Dêra Gund ku ji bo bîranîna diya Hz. Îsa hatiye damezrandin yek ji kevintirîn dêrên Mesihinan û Suryanî Qedîm e. Li mihrîcaneke bîranîna damezrandina Dêra Haxê heye kuk jê re Şêhra Haxê tê gotin. Hejmara şêniyên vî gundî jî kêm bûye û niha li gor daneyên fermî 112 kes li gund dijîn. Ji 18 malbatên li gund dijîn 1 Misilman, ên din Mesihin Suryani in.