Zewaca bêdil di zargotina kurdî de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Jina kurd

Zewaca bêdil yek jî mînakeke giring e ku zargotina kurdî de herî zêde hatiye bikaranîn. Zargotin peyveke xwerû kurdî û peyveke hevedudani ye. ‘Zar’ û ‘gotin’ê pêk tê, ango tiştên bi ziman hatine gotin dibin mijara zargotinê. Zewaca bêdil di nav civakê de dibe karesateke mezin û gelek caran encamên xirab bi xwe re tîne, wekî revandin, revîn, kuştin, talan, mirin, xwe kuştin û şer û pevçûnên mezin.

Zewaca bêdil û sînor[biguherîne]

Gava bûk an jî zava ji aliyê dê û bav an jî malbatê ve ji bo zewacê gef li wan bên xwarin an jî li ser wan zordarî bê bikaranîn, wî wextî zewaca bêdil/bi zorê dibe mijara gotinê. Heke yek ji aliyan (bûk an zava) bi zewacê neqayîl be û bêyî raya wê/wî be an jî ji bo erêkirina zewacê xwe di bin zextê de bihesîne, ev dibe zewaca bi zorê. Li vir xort an jî keç ne xwedî bextekî rast in û nikarin bêjin “na”. Bi vî yekî re zewaca bêdil/darê zorê bi xwe re gelek encamên derûnî, cîvakî, kesayetî û exlaqî tîne holê. Kesê ku zewacê neqayîle dikeve bin zextekî giran; jiyaneke tehl, teng û bistres. Hinek berzewac gelek caran mecbûr dimînin ku gotina dê û bavê xwe binpê nekin çimkî, qayîlnekirina zewacê re ew kes ditirse ku ji aliyê malbatê zextekî giran bê kar anîn û paşê dîsa ê bê dilê wî/wê zewacê pêkbînin. Wexta ku em behsa zewaca bêdil bikin, biveneve divê em herî zêde behsa keçan bikin ne xortan, çimkî zewac gelek caran bi dilê xort e/mêr e lê gelek caran ne bi dilê keçikê/jinê ye. Xort an jî mêrên ciwan jî dikarin rastî zewaca zorê bên, lê belê ev yeka pir kêm caran tê dîtinê. Wekî, mecbûr dibe ku ji ber kevneşopî û berjevendiyên malbatî jina birayê xwe an jî apê xwe yê bî maye re bizewice. Bêhtir di malbatên kevneperest de xort bêyî daxwazên wan tên zewicandin, malbat dixwazin keç an lawan disîplînîze bikin û di nav çarçoveya çanda xwe de bihêlin. Lema keçikan yekî ji eşîra xwe didin mêr. Hinek caran jî ji ber cûdabûna ol û mezheban keçikan nava xwe de dizewicînin (bi îngilîzî: endogamy[1]). Ji bo keçik zewacê erê bike, gelek caran bi rêya dê û bav û nasan, bi navgînên derûnî û zexta civakî, tê bikaranîn. Zewaca bêdil bi giranî di nav sînorên malbatê de pêk tên (ev tê wateya zewaca keçap û kurapan, keçmet û kurmetan û hwd.).

Berdêlî[biguherîne]

Hin caran ji ber giraniya qelen û xizaniyê keçan bi hevdu re diguhezin. Ji vê yekê re ‘berdêlî’ an jî ‘gorîn’ tê gotin. Keça xwe didin birayê bûkê. Carinan bav keça xwe ji bo xwe jî dikin berdêlî. Malbat bi vî yekî binê barê zewacê jî derdikeve. Zewaca berdêlî pirî caran dibe zewaca ne bi dilê keçikê. Di zewacên berdêlî de dema yek jina xwe berde, yê din jî divê jinê berde an jî qelenê bide.

Xwînî[biguherîne]

Cureyek zewaca bêdilê keçikê jî, cureya ‘xwînî’ye. Dema ku du alî an jî du eşîr ji hevdu mêr dikujin, alîyê ku mêrê yê din dikuje di lihevhatinê de keçikê dide alîyê din. Ev tê wê manê ku êdî bûne xizmên hevdû. Ji vê keça ku ji ber xwînê ve didin re dibêjin “xwînî.”

Zewaca bi mêrê kal[biguherîne]

Zewaca bi mêrê temen mezin an jî mêrê kal. Keçek ciwan bi mêrek temendirêj ve tê zewîcandin.

Zewaca bi tiyê xwe[biguherîne]

Hin caran gava mêrê jinekê dimire, jinikê bi tiyê wê re dizewicînin û ev him bo jinê him jî bo lawik karesateke mezin e û ne bi dilê herduyan e jî.

Ji ber zewaca bêdil keçik gelek caran gilî û gazinên xwe diya xwe dikin. Gelek caran jî pirsgireka zewacê de xwastina bavê ne li dilê keçikê ye û dê jî di navbera mêrê xwe û keça xwe de dimînin. Dibe ku dê jî ne bi dilê wê hatibe mêrkirin lema dixwaze pişta keça xwe bigrê lê belê ji ber edet û mercên zorê tev li biryara mêrê xwe dibin. Keçik jî stûyê xwe ji ber zewaca bêdil ditewîne.

Zewaca bêdil û jina kurd[biguherîne]

Gelek nivîskarên biyanî civaka kurdan, civakeke pêşverû dibînin û aliyê wekheviya jin û mêran de pesnê wan didin. Ev yeka xwe zewaca keç û xortan de jî dide xûya. Di vê derbarê de Mehrdad R. Izady xwe dispêre gelek dîroknas, gerok, rojhilatnas û kurdnasên wekî, G.R. Driver, Plutarch, E.B. Soane, Henny Hansen û hwd. û destnîşan dike ku jina kurd li gor jinên tirk, ereb û farisan gelekî serbest e, çarşevan xwe napêçe, di nav cîvatê de jin jî wekî mêran tevdigerin û wekî ‘stûna malê’ tên pejirandin. Izady ji bo zewacê jî dibêje, “…zewac ne li gor kevneşopiyan ango xwestina dê û bavan e; law û keç hev hildibijêrin. Zewacên xwestina dê û bavan li ber şert û mercên aborî û eşîrî pêk hatine…van salên dawîn, piştî gelek zilamên kurd edet û toreyên gelên cinar yên desthilatdar wekî ‘nûjenbûnê’ hildigirin û bi wê şeweyê hewl didin ku serbestiya jinan di mal û cîvatê de bidin sînor kirin ”[2] Di destanên kurdî de jî em dibînin ku di civaka kurdan ya qedîm de jin bi zorê nehatine mêrkirin.

Mele Mehmûdê Bazîdî jî berevajî Izady, dibêje ku (pirtûka xwe sala 1859an de nivîsiye) “heqê keçên kurdan nîne ku mêrên xwe hilbijêrin. Bav an jî birayê keçikê wê bidin kê divê keçik wî re bizewice. Her çiqasî xwesteka keçikê jî dipirsin lê gotina dawî ne li gor dilê keçikê, li gor gotina dê û bavan dibe.”[3] Beyazidî vê yekê rewa nabîne.

Di qonaxa ewil bigre heta serdestiya dînê Îslamê di nav cîvata kurdan de, ji ber bandora dînên kurdan yên qedîm ku rê didan mêr û jin wekhev bin li ser jinê zext û zordarî nehatiye bikaranîn. Ji ber ev kevneşopiyên qedîm hema bêje heta roja îro, jinên kurd li gorî jinên dinên Rojhilata Navîn cihekî bi hêztir û civakî paraztine. Helbet ev yeka li ser biryara zewacê jî hatiye parastin. Di wêjeya gelêrî ya Kurdî de hem mêla dayiksalariyê û hem jî mêla baviksalariyê hatine dîtin[4].

Zewaca bêdil di dilok, payîzok û heyranokan de[biguherîne]

Dilok û heyranok stranên lîrik yên kurt in. Stranên ji dil xuliqî ne. Pirî caran keç an jî xortan, kêm caran jî jin an jî mêrên ku mirazê xwe şanebûne li ser dilketiyên xwe gotine û pirs avîtine ber hev. Cureyek ji stranên evînê ne. Pirî caran jî stranên evîna ku neçûye serî ne. Jixwe evînên bê asteng re ne hewce bû ku bibe stran. Evînên pêknehatî bûne derd û kul bi şêweyekî zargotinî derketine holê. Payîzok jî stranên xemgînîyê ne. Wexta payizan dagerina ji zozanan hatine gotin. Keç û xort êdî ji hev nikarin bi rehetî bibînin, dibe ku sala din qet hev nebînin; keç an jî xort dibe ku bêdilê xwe hatibine zewicandin. Di nav van dilok, payîzok û heyranokan de xort û keç li hember zewaca bêdil sekinîne û her tim gotinên xwe gotine. Lê gelek caran piştî destçûyina dilketiyên xwe êşa xwe anîne zimên ku niha destê mêrê kotî, pîsî heram, netutişt de ne. Mînakên jêrê de bêçaretiya xort an jî keçikê xuya dike. Hin keça ku êdî bûye jina yekî din, hin jî xort ji ber êşa dilê xwe mêr re pirsên xirab dibêjin. Mêr, heram e, kotî ye, kund e, pîs e û hwd. Dîsa tê gotin ku zewaca bêdilî ezeba gorê xirabtir e, mêrê kotî jî ne tê kuştin ne jî tê berdan. Ji bo jinê karesateke giran destpê dike, ew bedew e, xweşik e û hêj “hîva çarde şevî”ye lê ketiye destê ne tayê xwe. Lema bêdilî, bîz û nefreta xwe, wisa tîne zimên;

“ Sed heyf heyfa min xanimê, Bejna kawa-kubar isane, nona îstekana ser taximê, Wey malîno, way gundîno, wextê êvar min tê, kotî şindokî mêra derî vedike, ezê minê nakim berê xwe bidimê.”

“dilê min kanînga sergirtî, Kilî, kotî, şindoyê mêrê min, Tevî komê şêxan û melan, Dest nimêja xwe kir sergirtî, Sûretê min î sor e, Ji gulê, ji gulavê, Şindoyê mêra sûretê min ramûsaye, Devê wî şor bû, sûretê min evdalê Xwedê diqelêşî.”

“ Domam serê Grîdaxê milêda, Heve pezê me maye germa deştêda, Sing-berê domama min isane, mîna birincê Ulexanê, kişmîşê Îranê serbe, qasekî bimîne demêda, Kotî, pîsê mêrê wêya rabû serçev neşûşt loqmek lêda.”

Çend dilokan de jî keçika ku giraniya zewaca bêdil stuyê wê xwar kiriye, pênase dike û tîne ber çavê me gelo zewaca bêdil hest û jiyaneke çawa ye.

“ Sebrê kulmal, ji Dîyarbekir virda pire, Ji pirê virda Qetirbile, Dagerîyame baxçe bostanê bavê Elo zaza, min çinîbû baqê gule, Keçkê dibê, lawko, zewacîka bêdil ji ezabê gorê girantire.”

“ Ji Amûdê vir de pir e Ji pirê vir de Qitirbil e Ketim bîstanê Bavê Elo Bêdilî ji ezaba gorê xirabtir e”

“ Dilê min hêlîna teyrê lale, Çûme alîyê malê, sebra dilê min ne male, Çûme alîyê odê, sebra dilê min rûniştîye, şindokê mêrê xwera gale-gale.”

“ Bê Beyazê, bejna zirav bejna teye, Dêrê ha li ser dêrê zêdeye, Heyfa teye, heyfa teye, Kotîyê mêra mêrê teye.”

“ Dilê min çîyayê Qertewînê, Baran barî ser Mêrdînê, Kê dîtîye emrada, kê bînaye, kundê kor here rûnê ser hêlîna gogerçînê.”

“ Ezê çîçikê berfim, hêlanî bilind mame, Tava nîvro daye, ez helîyame, Ezê par van çaxa qîz bûm, mala bavê xwe bûm, sal pêra nava pencê kotî mêrada ha telîyame”

“ Derdê dila ez pîr kirim, Stêrê çeva ez kor kirim, Qenca ez xastim, xiraba birim.”

“ Ezê xezala çîyayê Alûdarim, Ezê werdeka gola Samsûnê sarim, Wezî par vî çaxî neçîra teyrê bazî bûm, Îsal kundê kor, qefa zinêrda, ez dixarim. Ezê sevanî çev û biryê belek kavlê gundada hêsîrim, stuxarim, Ezê rûniştime hetanî sibê digrîm, ha dinalim.”

“ Meyrê xazla wan sala, wan zemana, wan wexta, wan dewrana, Sûretê Meyrê sore gul-gulî bûn mîna sêva xelatê, tek-teka, xal-xalî bûn, Simbila mine reşe narincî bû, simbêla reş wê ser sûretê Meyrêda bû mêvane, Yarî bi min yarî, Meyremê tu berê xwe bide wî dîwarî, Bêmede, bimirûz, pişta xwe mede pîsî, heramê şindok mêra, vî dewarî.”

Minakên jêrê de jî xort dev ji dilketiya xwe bernade, lê destê wî tiştek nayê, ji Xwedê dixwaze ku ruhê mêrê wê bistîne ku bi vê awayî bikaribe bigihîje dilketiyê xwe.

“ Te li ava van hêsira, Minê nifirekê ber rebê elamê bikira, Bira kotî, şunedê, dewarê mêrê keleş kawa min bimira, Minê rok rojî bigirta, qurbanek jî şerjê bikira.

“ Dêre spîyê xwe ba neke, Derd û kulê min tev raneke, Bira Xwedê ruhê mêrê te bistîne, te helalî canê mike.”

“ Hîvê gundê me dudune, Du mirî gundê me mirîne, Yek-dewarê mêrê teye, yek jî herama jina mine.

Di diloka jêrê de jî keçik dev ji dilketiyê xwe bernedaye û hêviya xwe nebiriye;

“ Lawko qurba zevîya serê rê raneke, Kî bê, here, nifirkara canîya min û te ke, Xwedê kotîya jina te bikuje, min helalî canîya te ke.”

Car caran jî ji ber bêdiliyê, mêrê jinê tê rehmê û jê dixwaze berde, belkî jî jinê di dilê xwe de ev sewirandiye, dilok wisaye;

“ Derdê dilê min ne tu derde, Berseriya min kevir e, doşeka min erd e, Kotî, şindokê mêrê min, Sond xariye nava şêxan û mella da, Wê min berde.

“ Lo-lo lawko, çûkim çûka benda, Xazla zar-zimanê te bixanda, Ketime destê şindokî, kotingê mêra, Ne tême kuştin, ne tême berdan.”

Dilokan de gazin ji dê û bavan carna jî dilketiya xwe tê kirinê. Keçik gazinan ji dê û bavê xwe dike ku çima wê nedane dilketiyê wê û bi malê dinê ev dane yekî kal, xerîb û pîs. Dilketiyê xwe jî dike gazin ku çawa nikaribiye wê bistîne an jî birevîne. Li vir de mêrxasiya jinê derdikeve pêş ku, ev dawa revê dike û hember edet û toreyan derdikeve. Tiştekî natirse, dibe ku ji ber revê tevî dilketiyê xwe bê kuştinê jî, lê belê riya din, mêrekî ne bi dilê wê ye û ew mirina heta hetayê ye.

“ Kavla hişderekê rezê baxa, Engeserê herdu taxa, Xudê dê û bavê mira qebûl neke, destê min girtin, dane kurê axa.”

“ Kanîya gundê me bêbine, Wê şîn bûye gul-sosine, Bira aykê min dê-bavê kawa kubarra nemîne, Çawa min distîne dide yekî dine.”

“Dilê min hêlîna teyrê lale, Cot xezala gale-gale Dê û bavê min destê min girtine dane yekî kale.”

“ Kuriko dîno min bihîst te girt yarek Heke ji min çêtir bit, li te pîroz û mubarek Heke ji min çêtir nebit Bi te vede heft dûpişk û koremarek”

“ Gede qurba, minê bihîstîye, teyê ser mira girtîye tole yarek, Hergê min çêtire, te bimbarek, Hergê min yaxtire, bira xwedê kula Helebê, mala bavê teda bîne salê carek.”

“ Gede lawko, qurba, xema neke, xem xirabin, Cixarekê bikşîne bira xemê dilê te bela bin, De bira dayka min xêrê wayê nevîne, Çima sala îsalîn xemê dinê tera peyda kirin?”

“ Çi dareke rû gelîda, Hemû belga hevra sî da, Belkî dê û bavê min xêrê nevînin, ça destê min girtin dane mêrê bîda.”

Çend dilokan de jî keçik an jî lawik gazin û nifiran şênî û çînaran jî dikin. Dijî edet û kevneşopiyan derdikevin ku bi destê mezin, kal, şêx û pîran tn meşandin û nahêlin dilgirtî bigihîjin mirazê xwe.

“ Steyrê gundê me çiqayî pirin, Nivî lalin, nivî durin, Xêrê wayê nebînin qomsî nemamê kavlê gunda, çawa kewa gozel, kawa kubar ji mala bavê min dibirin?”

“ Ava Mûradê tê çarde bira, Ez çawa nedame xortekî çarde salî, çaxê mira, Dame gîskekî gurî nav kavira.”

“ Mala pîra, mala pîra Bira xwedê xirab bike mala pîra, Çira qîza digrin didine kal û pîra”

“ Gede lawko me derketîye hîva sava, Hîv ungirîye, naçe ava, Bira sebeb baysê min xêrê nebînin, çawa nehîştin, xortê çardeh salî mala bavê mida bive zava.”

Minakên jêrê de jî keçik dev ji xortê delal bernade û hewîtiyê ji razi dibe.

“ Derdê dila ez danîme, Heger solî ez penîme, Heger jinî wekî bînî, dîsa ez hêwîme.”

“ Tu sorgul î, ez penî me, Derdê dila ez danî me, Bavê heft kura bî, heft qîza bî, Axirsongî ez hewî me.”

“ Ez berfa hûr kulîme, Heyata mala bavê te barîme, Tu were, sala îsalîn ramûsanekê min kerem ke, hesêbanî ez hêwîme.”

Çend dilokan de jî em rastî hezkirina neveger tên ku ji aliyê lawik tê vegotin. Ev qasî keçikê hez dike ku heta ku dilketiya wî bikeve bin dara dergûşê hêviya xwe jê nabire. Lê ji ber şert û mercên edetî ger kete ber dergûşa darîn êdî eyb û şermeke mezin e ku lê binêre. Êdî ew destçûyi ye.

“ Te qemerê rû xişûşê, Zozan xweşe yalîyê Mûşê, Wezê terka çev-birîyê belek nakim heta têkeve ber darê dergûşê.”

“ Çemo, çemo, çemê Payê, Çem qerimîye, deng lê nayê, Minê sondeke isa sond xariye, terka çev-birîyê belek nakim, heta dergûşa kurîn nevê: ‘Dayê’.”

Zewaca bêdil di destanên kurdî de[biguherîne]

Motiva jinan, evîn û zewacê di zargotina kurdî de motiveke gelekî xurt û fireh e. Destan jî parek zargotinê ne û gelek destan bûyerên rûsar, xemgîn û nedilşa bi dawî dibin; zewaca bêdil yek jî wan bûyeran e. Destanan de gelek fesad û neyar peyda dibin ku bila dilketî negihîjin hev, car caran xwîn dirije, an jî dilketî ji ber neheqiyan, ji ber êş û jana dilan an dimirin an jî xwe dikujin[5]. Lê jin mêrkirinên bêdil û rewa tu wext qebûl nakin. Sal derbas bin jî ew ne dilşa ne, her tim dilê wan de dilketiyê wan û çavê wan jî riya wan e ku bên û wan xilas kin û heta roja mirinê jî hêvî heye.

Zewaca bêdil di nav destanên kurdî de herî berbiçav di destana “Binefşa Narîn û Cembelîyê Kurê Mîrê Hikariyê” de hatiye bikaranîn. Di destanê de bavê Binefşê merivekî lawaz e, destteng e lema dixwaze Binefşê bide Dewrêş Beg, lê birayên wî naxwazin xwişka xwe ji bo malê dinê bidin yekî dewlemend. Lê wexta ku Cembelî rastî wan tê û mêranîya wî dibînin û pê dihesin ku Binefşê jî ew ecibandiye, Binefşê didin Cembelî. Zewaca bidil dixwazin.

Binefşa Narîn keça Fariz Begê ye. Fariz Beg ji ber xwinê ji êla xwe qetiyaye û konê xwe di fêza êla Derwêş Begê de vergirtiye. Wexta ku çavê Derwêş beg Binefşê; bedewî, delalî bejn û bala wê dikeve, aqil û hiş ji serê wî diçe. Derwêş beg, hemû hebûna xwe ji bo dayîna Binefşê pêşkeş dike û Fariz beg dixwaze ku Binefşê bide wî. Fariz beg jî dil dike Binefşê bide Derwêş beg ku di êla wan de bisitirin. Di berhevokeke din de tê gotin ku bavê Binefşê, dilê qîza wî nîbe jî, dide axayekî dewlemend[6]. Her sê birayên Binefşê pê razî nabin ku xwişka xwe ya çarde salî bidin yekî nod salî. Binefş jî hember bavê xwe radibe. Ji ber tirsa Derwêş begê konê xwe nîvê şevê de bardikin û vedigerin êla xwe.

Derwêş beg pêdihese ku reviyane, bi pêncî siwarê xwe dikevin dû wan û digihîje wan û şerekî giran dikin. Di wî şerî de du birayên wê tên kuştin, sed siwarên Derwêş beg davêjin ser birayê din, ji nişkeva Cembelîyê kurê mîrê Hikarîya ji neçîrê wan dibîne û tê hawariya wan. Zorê dide Derwêş beg û Binefşê destê wan derdixîne. Cembelî gustîla xwe dide Binefşê û xatir ji wan dixwaze diçe. Derwêş beg vî yekî wekî firsend dibîne û dajo ser wan û bav û birayê Binefşê dikuje û Binefşê bi darê zorê tîne dike jina xwe. Binefş dibêje “ Derwêş axa, tu bav û birayê minî, mar kirin tine, suxulê te bi zorye”[7] Tê gotin ku Derwêş beg ji ber Cembelî revîyaye û Cembelî jî sond xwariye ku heta Binefşê nebîne nasekine.

Binefş bê dilê xwe, darê zorê bûye jina Derwêş beg, lema “bi gav û sehet çevê Binefşa Narîn bi hêstêrke, û dilê wê bi kule û bi girîne. Tu car li dinîyayê, di mala Derwêş-axada nakene. Şuxulê wê tev bi kîne.”[8]

Saleke wan qediyaye û kurekî wan bûye û Binefşê navê kurê xwe daniye Cembelî. Bi navê kurê xwe sebra xwe tîne. Cembelî jî pey şopa Binefşê dikeve û rojekê rastî keriya pezê Derwêş beg tê û dikeve dilqê şivan û xwe nîşana Binefşê dide. Binefş ji ber ku Cembelî re bireve planeke datîne û kurê xwe Cembelîyê dergûşê de dihêle û evîndarê xwe Cembelî re direve. Rev ji ber zewaca bêdil wekî çareyekê hatiye bikaranîn. Revandina jina bimêr jî encama zewaca bizorê ye. Keç revandin di destana Mehr û Wefa de jî tê honandin. Her çiqasî Mehr û Wefa dilketiyên hev bin jî, Melîkşah bi darê zorê Wefayê bi kurê xwe re dibe û roja ku dewata Wefayê dibe, dilketiya xwe direvîne lê axir her du jî tên kuştin.

Çend destanan de em zewaca bêdil an jî xwesteka dilê bêdil aliyê jinê li ser mêran hatiye ferz kirin dibînin. Çawa ku keç xên ji dilketiyê xwe kesî naxwaze, xort jî xên ji dilketiya xwe kesekê ku bêdilê wî ye naxwaze. Berî ku Cembeliyê Hikarî xwe bigihîne dilketiya xwe ew di rê de rastî kesên mayîn jî tê. Carekê dilê keça şêxekî ereban dikeve Cembelî, navê wê keçikê Wedîha bûye. Wedîha bi dilekî na hezar dilî dibe evîndarê Cembelî. Ji bo ku ew û Cembelî timê hev bibînin, hev şabin, ew rêkê difikire, diçe bal bavê xwe wekî Cembelî Hilde ser karekî û di mala wan de bimîne. Lê Cembelî vê yekê razî nabe, çi dike nake ji destê keçikê nafilite. Şevekî Cembelî bi dizîka ji mala keçikê direve û pey rêça mala bavê Binefşa Narîn dikeve. Di vî beşê de keça şêxê ereban pê dihese ku wek bi zorê du dil nabine yek. [9] Di destana Zembilfiroş de Gulxatûn jî dixwaze Zembilfiroş bi malê dinê bike yarê xwe. Çend şaxên destanê de tê gotin ku Gulxatûn hetanî mirinê li pey zembilfiroş ketiye.

Destana Kurdan ya herî qedim tê zanîn, Memê Alan, gelek kevneşopiyên kurdan yên resen û berî misilmantiyê dihewîne. Mînak; keç û xort ji bo hilbijartina dilketiyekî/ê roja newrozê dadiketin qada cejnê û berzewac mebesta dîtina û naskirina hev bi eşkere û bi serbestî li gorî dilê xwe tevdigeriyan. Zordestî bi keç an xortan nehatiye kirin ku bêdilê xwe bizewicin. Di vî warî de serbestî û dilnermiyeke berbiçav jî derdikeve pêş me. Wexta ku Mem digihîje Cizîra Botan dibe mêvanê Çeko, Qeretacdîn û Hesen. Raza dilê xwe ji wan re eşkere dike. Pê dihesin ku dilê Mem Zînê de ye ku ev sê sale dergistiya Çeko bûye. Çeko jî dizane ku Zîn ne li wî, Mem hezdike û dizane ku evîna bêdil naçe sêrî, Çeko dev ji Zînê berdide ne bi dilêşîyek, dilrikiyekî ne ji dilxirabiyekî. Her sê bira hewl didin ku mirazê wan biçe sêrî. Lê encam de dilketî ji ber xayîntî û bêbextiyê nagihîjin mirazê xwe. Destanê de ev yeka hatiye protestokirin. Keça Bekoyê Ewan jî dixwaze Mem bixapîne û ber bajarê Cizîrê rastî Mem tê û xwe wek Zînê nîşan dide. Dixwaze Mem bi xwe re bibe û bike mêrê xwe lê ev yeka jî naçe sêrî.

Destanên kurda dijî zewaca bêdil in, dijî zordestî û dilxirabiyê ne. Destana Şor Mehmûd û Merzînganê de jî neheqî dilketiyan tê kirin û bavê Merzînganê keça xwe nade Şor Mehmûd lema Merzîngan xwe li ser pirê re davêje avê û dixeniqe. Pirevan bûye şede. Şor Mehmûd jî bihîstina vê xeberê ew jî xwe berdide avê û dixeniqe. Pirevan bûye şedeyê bûyerê û nifirên ku Merzîngan li dê û bavê xwe kirine neqîl dike. Destana Şêx Fexr û Astî de jî, ji ber ku bavê Astiyê ev daye yekî ne bi dilê wê ye, astî ker û gêj bûye û kerba dila miriye.

Di destanên Kurdan de serdestiya jina zêdetir e, ev jî derînîya destanan tên. Ev yeka jî gelek eşkere xuya dike ku civaka kurd dewrên qedîm de ne feodal ne jî zordest bûye li ber jinê. Heta wekî bira nehîştine û bav jî qayîlbûye ku keça xwe nedin yekî her çiqasî dewlemend be lê ne bi dilê wê be. Lê ev yeka berhemên van sedsalên dawîn de wekî dilok û stranan de derdikeve pêş. Desthilatiya li ser jinan û gelek edet û toreyên nerewa gelên cînarên xwe wergirtine. Izady jî dibêje ku “…zewac ne li gor kevneşopiyan ango xwestina dê û bavan, law û keç hev hildibijêrin. Zewacên xwestina dê û bavan li ber şert û mercên aborî û eşîrî pêk hatine…van salên dawîn, piştî gelek zilamên kurd edet û toreyên neteweyên cinar yên desthilatdar wekî ‘nûjenbûnê’ hildigirin û bi wê şeweyê hewl didin ku serbestiya jinan di mal û cîvatê de bidin sînor kirin ”[10]

Zewaca bêdil di çîrokan de[biguherîne]

Çîrokên kurdî de jî em gelek caran rastî zewaca bêdil/darê zorê tên. Lehengên çîrokan ger keç bin ger xort gelek caran nagihîjin mirazê xwe. Ji ber destê fesad û dexesan ji hev dûr dikevin. Dawîyê de her dû bermiraz digihîjin hev û em dibînin ku mal-milk, dewlemendî, pere-pûl ewqas ne giring in. Hezkirina jidil, dilpakî, rastî, heqî her tim wan çîrokan de serdikeve. Çîrokan de qîmeteke bilind ji bo keçan hatiye danîn. Keç li hember neheqîya dê û bavan rabûye û gelek caran bi alîkariya lehengê çîrokê ku ev dilketîya keçikêye, zora stemkara û yên ku dixwazin wê bi darê zorê bibin serî rakiriye. Çirokan de destdirêjiya li ser jinan jî hatîye honandin. Jin pakî û bi aqilîya xwe, beyî ku xwe û kesê destdirêjiyê dike rezîl bike çareyekî digere û wî belayê xilas dibe. Hinek çîrokan de jî, ye ku destdirêjîyê dike padşa an jî meleyeke û bi dek û dolaban mêrê jinê dişînin riya hat û nehatê û vê kirinê dixwazim bi darê zorê dest bidin ser jinê. Çîroka bi navê Jin û Padşa de, dilê padîşahêkî dikeve jineke mêrkirî. Mêrê jinikê leşkeriya xwe dike û padşa dixwaze jinikê re şa bibe lê jinik pakîya xwe nayê jêr û padşa wê û mêrê wê dikuje. Çîroka Jina Wezîr ya Aqil de jî, em dibînin ku jinik bi zanebûna xwe bikartîne û padşa kirina wî çawa dide şermandinê. Mele jî çev bardane jinên xelkê û dawîyê de ji ber kirinên xwe yên kirêt û helaliya jinê rezîl û rusva bûye û cîvatê ev yeka qet bi carekî nepejirandiye û ev melleyan merivên xirab û pîs hesibandiye. Di van çirokan de serketina jinê derxistine pêş. Em helaliya di nav mêr û jin de di van çîrokan de dibînin.

Ji ber gelek nimûneyên gelek çirokan de jî eşkere dibe ku heta berî çend sedsalan di nav gelê kurd de zewaca bêdil ne berbeleav bûye. Gelek çîrokan de keç li gor dilê xwe tevdigerin. Ji xwe re dilketiyekî peyda dikin, an jî berevajî vî yekî xort bi azadî tevdigerin. Ev yeka gelek destan û çîrokên kurdî de tê dîtin ku stran û dilok-heyranokan kevintir nimûneyên zargotinê ne. Dibe ku guherîna demê, pêwendiyên olî û cîvakên cinara re ev şeweya xirab ketibe nav çanda kurdan.

Zewaca bêdil an bi darê zorê di çîrokan de jî gelek encamên xirab bi xwe re tîne; jinên bi yar. Sînorên çîrokan gelek fireh in. Dikarin gelek tiştên civatê de nepêkbûyî, bibin. Lema jin jî li ber nerazîbûn û bêdilbûna mêrê xwe ku sebra wan cem mêrê wan nayên, xwestiye xwe re yarekî peyda bike ku qet nebe, kula dilê xwe hinekî rehet bike, sebra xwe wê jiyana kirêt bîne. Jin ji ber ku mêrê wê ne bi dilê wê ye, xwestiye bişîne der û yare xwe re bikeve kêf û henekan. Di çîroka bi navê “Silo û Rehmo”de jinên bi yarik gelek zêde ne. Silo di gomekî de xwe vedişêre, mêze dike dor bi dor sê mêrên çîptazî, hatin gomê tevî pêz bûne. Ev kes yarikên wê jina ku Silo di goma wê de xwe veşartiye , bûye. Dema mêrê jinikê tê, diçe gomê rastî çend kesan tê. Silo mêrik re dibêje ev yarên jina te ne. Silo jî radibe diçe mala xwe jina wî derî venake, jina w jî bi yar e. Jinik yarê xwe dike kûpekî, vedişêre. Piştî demekî, mêrik vî kûpê dibe difroşe, dide cihûkî. Cihû dibêje, Silo bibe mala min, dema Silo kûp dibe mala cihû, mêze dike heft bûkên cihû her yek ji an bi yarê xwe ve ketine nav kêf û henekan[11]. Hinek çîrokan de jî hesûdiya birayan ser keçikan tên honandin. Serpêhatiyên du birayên ezep di berhevoka A.Jaba de wisa derbas dibe. Dilê birayê mezin Hesen Axa dikeve keça bi navê Lalî xanim. Paşê birayê wî yê piçûk Çeleng Axa jî keçikê dibîne, dilê wî jî dikeve keçikê lê dilê keçikê Hesen Axa de bûye. Birayê piçûk bi dek û dolaban Lalî Xanimê ji destê birayê mezin derdixe û pê re dizewice. Zewaca bi zorê naçe sêrî, Lalî Xanim vê yekê napejirîne û jehrê dixwe, xwe dikuje[12].

Di çîroka Nêçîra Çiyayê Reş de em rastî zewacên bi zorê tên ku keça pîra heftserî û dergstiya dêwê Canpolat benda lehengekîne ku wan destê neyarên zorbe azad bike. Ev yek bi destê Mîrze Mihemed pêk tê, ev keçikan bi formekî dijî zordestiyê û bêdiliya bavan, mêran derketine. Çîrokeke din de Mîrze Mihemed, keçika bedew, Çilkeziyê ji destê dêwê Canpolat aza dike û digihîne mirazê wê. Dîsa çîroka Usifê Tenbûrvan de, Usif ji ber bêbextî û dilreşiyên birayên xwe mecbûr dibe ku dêwê Canpola re keça mîrê cinan Gulbarînê bîne. Di bin mercan de Gulbarînê tîne. Dilê Gulbarînê dikeve wî, lê Usif ji ber merca xwe wê radestê Canpola dike paşê ji ber bêdilî û bêçaretiya Gulbarînê kirina xwe poşman dibe. Dev ji Gulbarînê bernade û bi alîkariya wê raza ruhê canpola hîndibin û Usif ruhê Canpola dest dixe û wî dikuje. Bi vî şêweyê her du digihîjin mirazê xwe.[13] Wekî van lehengan Rostemê Zal jî keçên bêdilê wan hatine revandin, destê dêw û neyaran xilaskirîye û gihandiye mirazê wan.

Hevberdan her çiqas di civata kurdan ya kevneşopî de tiştekî nelirêzê dihat hesibandin ev yeka di çîrokan de jî rê nedaye ku zewaca bêdil an jî biteşqele hevberdanê encam de. Ev zewac him ji bo mêr him jî bi bandorî ji bo jinê heta hetayê bûye barekî giran maye. Çend çîrokan de keçîke xwe kuştîye. Hinek çîroka de jî xwe re yarek peyda kirine. Nimûneya hevberdanê çîrokekî de tê honandinê. Zewaca Qijik û Kevokê de piştî wextekî ser zewacê re pirsgirek di nav wan de çêdibin û mebesta hevberdanê diçin ba qazî. Dawa hevberdanê dikin.

Zewaca bêdil di stranan de[biguherîne]

Kurdan êş, derd û kulên dilê xwe kirine stran û wisa dilê xwe piçekî rehet kirine. Gelek eş hatine kişandin, ferman li ser wan rabûne, koçber bûne, hev qetiyane, dê û bavê xwe, zarokên xwe winda kirine. Helbet di nav van êşan de yek jî zewaca bêdil e. Lema di gelek stranan de zewaca bêdilê keç an xort bi hestekî dilsoj û kûr hatiye honandin. Zewacên bêdil, evînên bê encam her gav bûne mijara kilaman. Bêbextî û bêmirazî her tim dilê dilketiyan şewitandiye. Ev şewata dil bûye kilam û dilketiyan karibûne hestên xwe vî şeweyî bînin ziman. Bi xêra kilaman karibûne birîna dilê xwe bikewînin. Bi darê zorê revandina keçikê an jî bûkê, hawar û gazîya wê, lawakirina ji bo berdana xwe, an jî li hember mêrê nejidil bêdengî heta hetayê, nifir û lome ji bo dê û bavê xwe an jî dildarê xwe ku nekaribûye wê bistîne di van stranan de tên zimên û li ser dilê mirov wekî kêrekî tûj disekinin. Di strana “Baro” de revandina bûka bi dergûş û hawara wî wisa tê vegotin;

“Baro malmîrato min ji te re negot, tu megrê destê min rebenê merevîne, Te îro sê roje girtiye destê min rebenê Xwedê revandîye, Dergûşa ber pêsîra nazdara Xwedê maye li malê. Ez nizanim dergûşa min rebenê kî dimêjîne, Lo Baro malmîrato, îro sê roje dergûşa berpêsîra min nazdara Xwedê maye li malê Ber û pêsîra min tijî bûne, ez nexwaşim, îro ji bedhal im, halê min tunî ne De oy oy oy rebenê Xwedê ye Pêrîşanê.”

Reva bidilê keçikê jî heye û ji bo dilê bidil e, ji ber dilê bêdil. Wexta ku zewaca bêdil li ser keçikê tê ferz kirin, ji bo wê û dilketiya wê xên ji revê êdî çareyek nemaye. Rev ji alîkî de protestokirina pêwendiyên nemirovî û paşdamayînê ye. Her revek riya xelasiya jinêye û dilê bimiraz hev digihîne, riya zewacên bêdil dixitimîne. Di gelek kilaman de keçik dilketiyê xwe dixwaze ku hêj wê rênekirine bila bê û wê birevîne. Di kilama Hesenê Mala Mûsa de, dilketiyê Hesen, Hedo gazinên xwe dê û bavê xwe dike ku ji ber desttengiya Hesen lê nedanê. Lê Hesen herçiqasî kîsê wî vala be jî dilê wî fireh e û tijî ye lema dev ji Hedo bernade û wekî Hedo jî gotiye, ewqasî ji bo xwastinê hatiye-çûye sola wî qetiyaye, çilên mala bavê wê qetyane ji danînê, raxistinê, guhê diya wê qulkirine bi gotin û galegalê. Hedo xwe nagirê û dîsa dibêje “Xwedê xirab bikî mala xwedyê dilgirtinê. ..wele bi Xwedê min didinê-min bidinê,min nadinê ezê kincê xwe bişênime ser boyaxa reşkirinê, ez ê mara mêra piştî çavê reş û belek li xwe heram kim dara dinê.” Êdî xên ji revê çareyek namîne û di encamê de Hesen bi destê bira û pismamê Hedo tê kuştinê. Dawiya dilgirtinê, revandinê tim kuştin û girî û berberî talan bûn. Ev bû di Kurdîstanê de xelata heskirin û dilketinê.[14] Ev berxwedana Hedo me dide eşkerekirin ku gava ku jinê dil nekir, her tim serê xwe natewîne û çareya xilasiyê jî digere. Em dikarin bibêjin ku her serpêhatiyeke kurd de nefreteke mezin li dijî zewacên bêdil heye.

“Min go; bila birayê min ê mezin xere bike, ayê can û bedenê xwe nebîne wax li min e. Ax min bêdilê”

“Lê lê yadê navê Xwedê ger min nedin Hesenê Mala Mûsa, Ez ê jê re bidim soz û qiralê, yadê , lê revatinê,”

“Were mam û birano meke meke, lo lo min bidinê, wax li minê Qelingê min dêlê xwe re bigrin , urf edetê dinê, Kul bi mala we keve, çar qurişê we bimînin, hûn jî hildin bona xatirê min dêlê, sev dil ketinê Wele heger hûn min nadinê, qisem navê Xwedê Ez ê gulîyê soro bidim revandinê,”

Di strana Hesenîko de, Asê nagihîje mirazê xwe û bi darê zorê dibe jina Xirno. Tê gotin ku Asê û Hesen gelekî ji hevudu hezkiribûn. Malbata Hesen çend caran ji malbata Asê, wê xwestibû jî qîza xwe nedabûnê. Nedixwastin qîza xwe bidin yekî ne ji eşîra wan. Lema destê Asê digrin didin Xirno yê eşîra wan. Lêbelê bi nedayînê, hezkirina wan nehatiye birrînê. Evîna wana timî lê zede bûye. Bi deng ketiye li ser hevudu kilam gotine.

Malbata Asê li gorî tore û edetên welat êşyane. Xwe di tengasîyê de dîtine, lema biryar dane ku Asê bizewicînin û bi darê zorê dane lawê Hesê Xello, Xirno, bi gotina Asê, Xirno yê pîsî heram. Her çiqasî li ser vê zewaca bêdil re gelek sal jî derbas bibin û sê zarên wan jî çê bibin jî, dilê Asê hêji Hesen de ye û kilama wan jî hêji berbelav bûye. Paşê şerê cîhanê ya yekem destpê dike û Xirno jî neçar dimîne mala xwe bar dike û ber bi başûr diçin. Wexta ku li ber birekî pez re derbas dibin, dengê şivanekî dibihzin ku kilama Hesenîko ku li gor gotina Asê li ser gotibû dibihîzin.‘Ev Xirno yê ku heyanî wê kêlê, wê seetê, wê tawê, weqas, bi salan ew strana jina wî li ser merivekî, li ser evîndarê xwe Hesen gotîye, guhdarî kirîye bêdeng maye. Wê demê di wê taxê ra, jibona wê yekê, wê bûyerê teng dibe, bêxûlq dibe. Pir û pir li hal dikeve, ruhê wî di bedena wî hilnayê. Di dilê xwe da dibêje “hela li min û vê ecêba giran, derdê min ji min ra bes nîne, di vî halî de ez bi weqas rojane ji cih û cangiyê xwe ewqas dûr ketime, ewqas diltengiya min heye, lê vire jî ev kilama tê gotinê. Min digote ka ev kilam li cihê me hebû, li wê derê dihate gotin. Li wir ma? Ez dibînim û dibihsim ku heyanî vira jî hatiye. Ma qey li her derê jî ez ji vê kilamê xilas nabim?”[15]

Xirno êdî tehemûl nake û dixwaze ew jina ku wî heznake û dayîka sê zarokan bikuje. Zarokê ku hêj yek salîye li ser pişta Asê dide datînê û bi sê gulleyan berê canê Asê dide û cinyazê wê li erdê dihêle û riya xwe didomîne. Zewaca bêdil dîsa naçe sêrî û Asê seb xatirê kilama Hesenîko dibe qurbanî.

Di strana Xalê Cemîl de jî em rastê zewaca bêdil tên û hawara Werdem Xanimê, lawakirina wê ji ber mêrê wî ku bi qelenekî zêde daye, jê re dibêje “Xalê Cemîl ez gune me” tu bandorê li ser zava nake.

Xalê Cemîl, Xalê Cemîl, Xalê Cemîl Xalê Cemîl wez gune me Lo lo Xalê Cemîl min heyrano, Welle tu extiyarî dîno wez gede me, Lo lo Xalê Cemîl emrê te çûye çil û şeşan Wez çarde me Lo lo Xalê cemîl malşewitiyo Ji min veger, wez stûxwar û bê çare me, Xalê Cemîl malşewitîyo Wez ne parîyê devê murdarê fena te me, Xalê cemîl wez gune me.[16]

Keçikeke çardeh salî ji ber zewaca bêdil serî rakiriye lê dê û bavê xwe na, mêrê xwe yê bi qelen hatiye dayîn lawa dike, lê wisa xûyaye girî û gazinên keçikê tu çare nake û dilê Xalê Cemîl de tu dilnermiyekî pêknayîne. Werdem xanim ji ber qedera xwe bi tenê dikare straneke bîne holê.

Lo lo Xalê Cemîl malxirabo wele tuyê ji min gerabe tu mezin î li şûna xalê min î Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î li şûna bavê min î Lo lo Xalê Cemîl ez gede me malxirabo wele tu mezin î Lo lo Xalê Cemîl tu yê nebe sebebê lo lo qedera min î xalê Cemîl ez gune me, Xalê Cemîl, xalê Cemil lo lo ez birîndar im Wezê birîndarê destê kesê kal im oy…[17]

Jin herçiqasî hewl bide jî zane zewaca bêdil veger ne mimkûn e. Ev wekî “qeyda hikumatê”ye.

Heger min bizanibûya qedera min ê serê, Kotî, şindoqê heramê heramê mêran bûya, Ezê danê sibê rabûma ser postê nimêjê, Minê qameta miriyê herdu tiliya cotê bikira, Çevê vê qederê, rebiyo, Rebiyo, Rebiyo, Xwedawo, ez evdê te nebûm, min çi kir? Te yê kirasekî êtîman bêmil û bêpastî anî li min kir, Te nîkaha vî kurê kerê, mînanî qeydeke hikumatê, anî lingê min kir. Te derd û kulê dinyayê temamî top kir, Sê payek da temamî, du payek para min kir[18]. Dîsa zewaca ne bi dilê keçikê kilama “Sînanê Kiriv” de derdikeve pêş me û dilketiya Sînan, Sakîne ji ber ku malbatên wan kirîvên hevûdu ne, li ber edetên kirîvatîyê, Sakîneyê nadin dilketiyê wê Sînan. Dil û hebandin qeydeyên edet û kevneşopiyan nahesibînin lema Sakîne dijberê edet û rêzikên cîvatê derdikeve û Sinan dixwaze ku wî birevine. Lê destê Sînan nayê û narevîne û Sakineyê didin yekî din û Sakîne her çiqasî bi zorê mêrkirîbe jî dilketiyê xwe re dibêje “ Sakînayê bê Mamo bûye ji masiyakî spî ji masiyên Gola Hîmo, welleh bê bavê rûh dê diya tor avêtin lo ji xwe re girtin lo.” Sakîne ji ber evîn û şewata dilê xwe car caran nifiran Sînan dike û dibêje “Şûrê Şamê me li pişta teme lo”, car caran jî agirê dilê xwe nagire û dibêje “de tu yê xema nekişînî, Sakînayê bê Mamo soz û qirarê dide, ger ez bimirin ji axa sar re me, ger ez bimînin lo ez ya te me.”

Gazin li pey daxwazên pêknehatî dibin. Gelek caran daxwazên mêran bi cih tên lê kêmcaran her tişt li gor daxwaza jinan dibin lema gazin hema bêje ji layê jinan hatine kirin. Piştî zewaca bêdil keçik gazinên xwe dilketiyê xwe dike çima nelezandiye ku mirazê wan bi cî bihata. Kilana “Têlî”yê de xûyaye. Têlîyê digo; “Lê kuliya zimanê te nexwaribû, ava reş bi çavê te nehatibû, tiliya min bi çavê te re neçûbû, rokî teyê heval û hogirê dora xwe re bigota dilê min ketî Têlîyê. Wê gavê min û te, me hevdu birevanda, tu yê ji min re bibûya malxê, wezê jî te re bibama kevanî û bermalî. Wele tuyê vê sibê li hal û demê min napirsî. Ez ê ketim bext û tora vî kalê heftê û heştê salî, rojê carê mirin çêtir e, ji min ra ji vî halî, Têlî, were Têlî.”

Gelek stranan de ji ber bêçaretiya kur û keçan ji destê dê û bavan gazin û nifir li wan hatine kirin. Car caran jî gazin û nifir wekî di kilama Sînanê Kirîv de lawik tê kirin ku nikaribûye keçikê birevîne an jî bixwaze ji ber vê yekê bûye nesîbe yekî ne ji dilê wî û dibe ku heta hetayê vî derdê binale. Car caran jî lawik piştî çend salan dilketiya xwe dihêle, yeke din re dizewice û wexta ku keçik vê bêbextiyê dibihîze kerba kula dilê xwe dide der û ji ber hezkirina kûr dev ji lawik bernade û ger jina lawik jê çêtir be berdestiya wê jî qayîle, lê keçik dîsa jî bêbextiya lawik dide rûyê wî. Strana Lawikê Metînî de jî keçik şeva berê dewata xwe, xwe davêje ber bextê dîya xwe ku xeberekê Lawikê Metînî re bişîne ku bê, wê zewaca bê dilê wê rizgar bike û bigihîje dilketiyê xwe. Lê dibe ku berê de xeber şandibûye û lawik nehatibûye lema gazinan jî jê re dişîne dibêje;

“Eger tê min dixwaze bila delo bê min bixwaze, Heger tê min direvîne bila bê min birevîne, Heger min narevîne sibê wê min rêkin Ay feleka me xayîn e, welle me dixapîne me re nayê.”

Bi vê yekê keçik mecbûrî zewaceke bêdil dibe û heta hetayê di dil de dinale.

Dema keçikê dil kir, bêtirs dikare bi dilşahî memikên xwe pêşkeşî delaliya canê xwe bike. Di merc û hoyên zewaca bêdil de, êdî keç vê comerdiyê nîşan nadin, ewqas “sîngvekirî” nîn in. Memik para kê ye? Bersiva vê pirsê bi daxwaziya keçê ve girêdayiye, di serpêhatiya Hecî Mûsa û Gula Ermenî de,… Gulê naxwaze bibe jina Hecî Mûsa, dilketîkî wî heye, navê wî Miqsî ye. Ev keça ermenî enînivîsa xwe ji zû de kifş kiriye: “…heta ez li darê dinyayê sax bim, cot memikên min wê ji Miqsîyê lawê apê min re be…”[19]

Gelek stranan ku ji zarê jinan hatine gotin de, jin gazinên xwe mêrên xwe dikin û em pêdihesin ku zewaca xwe ne qayîl in. Jin wan wekî mêr napejirînin û navên nexoş li wan dikin wekî ; dewar, kund, kundo, şindok, çepel, mêrê kotî-mirdar, mêrê herifî, nemêr, pintî, serhevde, miskînî heramî mêran,serjinik …û hwd. Ev jinan her tim çaverê dikin ku dilketiyên wan bên û ji ber mêrên kotî, gazî ‘gede lawik’ên xwe dikin lê gede lawikê wê jî newêrek derdikevin.

“tu nizanî, min go, qey tu mêrî, tu camêrî, Min go; kotiyê mêra ne li male, tu yê şeva îşevîn bişkênî cam û camekana, şûşe û pencera zirza dêrî Şeva xwe nava taxima sîng û berê min esmerê de bihêrî, Min nizan bû tu ne mêrî, ne camêrî, tu miskîn î heram î mêrê min newêrî.”

Gelek stranan de jî keçik bêyî daxwaza wê, didin kesekî dûrî malbavê wê û xerîbekî. Dibe ku keçik zimanê wan jî nizanibe. Di kilama “Dewranê” de keçik gazinan dike ku ew nedane berdilka dilê wê ku heft salî de dilê wan hev de ye, bi êzîdikî serhedê mehr kirine. Dibêje ku, îro di êvara xwedê de derdê dilê xwe re dibêje, pê re dimire. Kilameke din de jî gazin dê û bav tê kirin û tê gotin; “lawikê mal di gund de, me dil tê de, ez xwestime, nedane. Xwedê bi dê û bavê min re qebûl neke, qet qehir mede, ez dame kotî mîskînî nemerdî heram î mêrê xirab.” Li ser de zêde dike û dibêje ku “ Minê ji derdê dilê rezîl, nexşê Çîn û Maçînê tev jibîr kir, min kotiyê mêra ra tu mal nekir.” Dinya keçikê reş û tarî bûye û dibêje “ne sax im, ne mirî me.” Kilameke din de jî jinik dilketiyê xwe re dibêje “de were teresê kuçkê mêrê min bikuje.” Di van stranan de jî xuya dibe ku jin ji ber zewaca bêdil gelek xemgîn û dilsar in. Derd û kulên xwe di dilê xwe de veneşartine, wekî stran û kilam derbirîne. Dibe ku xên ji vê yekê tiştek din jî destê wan nehatibûye.

“Destê min negirtin nedane Ahmedê Şivîn, Dane neviyê Temoyê axê, Kalê heftê salî, Mêrê sê jina Îşev, şeva çara dora min e, Va kopeka çawa bûye mexmûnê ber tendûrê”[20]

“ sîng û berê xelkê delal usa ne, Mîna birincê Ûlexanê, Mîna dimsê di leganê, Meriv xwe ra qorî bike, Berê vê biharê, Kotî dewarê mêra rabe, Kerî garanê xwe berdanê.”[21]

Di kilama ‘Hey Narîn’ de dîsa keçik dilketiyê xwe re gazinên mêrê xwe dike ku mêrê wê kal e û ew keçikekî xama ye, nazik û delalî ye, sing û berên wê jî wisa ne. Dibêje ku kopegê mêrê wê li ser sîng û berê wê hilke dike lê kûr dinale û dixwaze ku li gor şerîeta dînê Mihemed mehra wê û serê kotiyê mêrê pîs bila betal be.

Nifirên ji boy zewaca bêdil[biguherîne]

Zewacên bêdil her dem di navbera mêr û jinan de bûye mijara nîqaşê. Di gelek kilama de jin ji mêrê xwe yên xerab gazinan dikin.Gelek caran jî nifiran dikin, ji van nifiran de bavê keçikê bi xwe jî para xwe distînin. Helbet ev yek ne belasebeb e. Jin di temenê piçûk de hatine zewicandin. Ew zewac bi piranî zewacên bêdil in. Mêr gelek salan ji keçikê mezintirin yan jî keçik ji bo qelen hatiye dayîn[22].

Heçî kesê dila dila sar ke, Xudê kula Şamê, Helebê, mala bavê wanda çar ke, Biharê ne ga be, ne golik be, mala bavê xwe pişta kûsî bar ke

Nifirên mezin li mêrên ku careke din zewiciye hatiye kirin. Ji bo jinekê, yek jî bobelatên mezin “Hewitî”ye. Tu jin bi dilê xwe naxwaze ku mêrê wê careke din bizewice. Lê hin mêr cara duyemîn dizewicin û jinê tînin ser jinê. Her du jin di malekê de hev nakin. Pev diçin. Her du jin jî mexdûr dibin. Jina pêşî jî ji ber vê bêbextiya ku lê hatiye kirin nifiran li mêrê xwe dike[23].

Di kilama “Sîno” de jina wî ber wî digere ku li ser wê re nezewice ku bi êşa hewîtiyê nekişîne û wiha dibêje;

“Sîno qurban min ji te re çi go lo tu xeyîdi, Lo lo dilê min xerîbi çi xereca li min nema lo lo tu’b şewitî, Dilê min go te li delawê re çi zerar dît, li ser min re dizewicî De meke, meke, meke lo lo dilê min xerîbî, lo lo dilê min evdala Xwedê xirab meke.”

Di kilama Ehmedê Ronî de jî, Besna nifiran li dê û bavê xwe dike ku lê nedane Ehmed, dane yekî xwedanê heft jinan, heftê salî, diran tune dêv de û dibêje ku bila dê û bavê min xêrê bikin, ayê qet nebînin.

Ez naçime Meqlûbê Şêxan, meqlûbê sotî Ez li hêre nabim de dê mala xwe barkim Dê biçime wî gundê Hizarcotî Îşalla çi kesê mabeyna min û bejna bilind Çavên reş û belek enya kal û gewer baxivit Ez dil nahêlim çi nifirat bikim Bo xatirê Xwedê û Nebiyê Ummetê Axlevê/serê biharê lê bimirît şivanê pez Çirya ewilî lê bimirit her du gayên cotî[24].

  • Belkî Xwedê aykê min dê û bavê tera nehêle, çawa nehîştin sala îsalîn tera bivime bermalî.
  • Tiliya min çevê dê û bavê min ra here, kotî şindokî, heramî, pintiyê mêra kire zava.
  • Xwedê dê û bavê min ra xêrê bike, ahê qet nehêle,çawa ez nadema xortê çardeh salî, ji berê de dilê min tê hebû.

Zewaca bêdil meteleok û gotinên pêşiyan de[biguherîne]

Metelok û gotinên pêşiyan neynika civatê ya ceribandinên salên dûr û dirêj in. Piştî gelek rûdanên wekî hev, hatine gotin û bûne rêzik, gotin û şîroveyên zêde kurtisandine û ketine formake sade û têr û tijî. Helbet zewaca bêdil jî para xwe vê yekê girtiye. Di van metelok û gotinan de jî wekî nimûneyên din dilmayîn, nefret û kîna li hember zewaca bêdil hatiye derbirîn. Li jêrê çend metelok û gotinên pêşiyan hatine rêzkirin. Me dest neda rastnivîsa wan ku reseniya gotinê biparêzin.

  • Hezar xwezil wî evdî, çevê xwe dî, dilê xwe zewicî.
  • Hezar heft xwezî li wî evdî, li wî îsanî, bi çevê xwe dîbe, kêfa dilê xwe zewicî.
  • Bira mirazê min bi dilde, bira berseryê min kevirbe.
  • Dil naçe baxê bêgul, xwedê hasil neke mirazê bêdil.
  • Zewaca bêdil yekcar pîse
  • Zewaca bêdil mîna kirasê bêmil
  • Zewacîka bêdil ji ezabê gorê girantir e.
  • Mirazê bêdil axrîya wî poşmanîye.
  • Mirazê bêdil derdê bê derman e.
  • Mirazê bêdil jehra mara ye.
  • Mirazê bêdil merez e.
  • Mirazê dil mîna gula avdayî, mirazê bêdil mîna gula çilmisî.
  • Tiştê bêdil, dibe derd û kul
  • Xwazila min wî be çevê xwe divîne dilê xwe dizewice.
  • Qîza sê be, jina çê be.
  • Wexta dil e, mîna gul e.
  • Wexta qîz bûm, ez mîr bûm, wexta bûk bûm, wezîr bûm, ketim destê kotî mêra, ez zû pîr bûm.
  • Xwazila sêwîya ne hewîya.
  • Jinên çê dibin qismetê mêrên kotî.
  • Sed heyf û mixabîn, jinên ciwan, li ber mêrên pîs û çepel de radizên.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Cambridge dictionary,[1]
  2. Izady, Mehrdad R.; 2004, Kürtler, Bir El Kitabı, Doz, Stenbol
  3. Beyazidî, Mele Mehmûdê; 1998, Kürtlerin Örf ve Adetleri, Weşanên pêrî, Stenbol
  4. Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad,2007; 27[2]
  5. Alakom, Rohat; 2013, Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, Avesta, Stenbol,rûpel 49
  6. Yavuz, M. Helimoğlu;1993, Diyarbakır Efsaneleri, Doruk Yayınları, Ankara rûpel 391
  7. Celîl, Celîl- Celîl, Ordîxan;1994, Destanên Kurdî, Weşanên Zêl, Stenbol rûpel 134
  8. Celîl, Celîl- Celîl, Ordîxan;1994, Destanên Kurdî, Weşanên Zêl, Stenbol rûpel 136
  9. Alakom, Rohat; 2013, Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, Avesta, Stenbol rûpel62
  10. Izady, Mehrdad R.; 2004, Kürtler, Bir El Kitabı, Doz, Stenbol rûpel 337-340
  11. Alakom, Rohat; 2013, Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, Avesta, Stenbol, rûpel 31
  12. Alakom, Rohat; 2013, Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, Avesta, Stenbol, rûpel 34
  13. Wikander, Stig; 1992, Berhevoka Kurdî, Koral, Stenbol rûpel 30-39
  14. Cigerwîn;1998, Folklora Kurdî , Roja Nû. Stockholm rûpel 118-121
  15. Derîhesinî, Silêman; 1998, Hesenîko, Kovara War’ê, Stenbol rûpel 27-37
  16. Tigrîs, Amed; 1991, Nîşan û Dawet, Apec, Stocholm rûpel 12
  17. Çifçi,Tekin ; 2014, Kilam û Jin, Di Kilamên Kurdî de Temaya Jinê, Nûbihar, Stenbol rûpel 194
  18. Çifçi,Tekin ; 2014, Kilam û Jin, Di Kilamên Kurdî de Temaya Jinê, Nûbihar, Stenbol rûpel 184
  19. Alakom, Rohat; 2013, Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, Avesta, Stenbol,rûpel 132
  20. Cindî, Heciyê - Evdal, Emîne ; 2008, Folklora Kurmanca- Avesta , Stenbol rûpel 420
  21. Cindî, Heciyê - Evdal, Emîne ; 2008, Folklora Kurmanca- Avesta , Stenbol rûpel 424
  22. Çifçi,Tekin ; 2014, Kilam û Jin, Di Kilamên Kurdî de Temaya Jinê, Nûbihar, Stenbol rûpel 128
  23. Çifçi,Tekin ; 2014, Kilam û Jin, Di Kilamên Kurdî de Temaya Jinê, Nûbihar, Stenbol rûpel 113
  24. Sadinî, M. Xalid; 2011, Heyranokên Kurmancî, Nûbihar, Stenbol rûpel 123

Çavkaniyên dîjîtal[biguherîne]

Şakiro, Huseynê Mûşî, Karapetê Xaço, Şakiroyê Mûşî, Gulîstan Perwer