Karapetê Xaço

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Karapetê Xaço

Karapêtê Xaço (bi ermenî: Կարապետ Խաչո) (z. 3'ê îlona 1900/1903/1908[çavkanî pêwîst e] − m. 15'ê kanûna 2005), dengbêj bû. Ew li gundê Bileydera Êlihê hatiye ser dinyayê û bi eslê xwe ermenî bû. Xaço yek ji dengbêjên herî bi nav û deng e.

Dengbêjê kurdî ê bi eslê xwe ermenî Karapêtê Xaço ku ji gundê Kolhoza Erîvanê, di 103 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Xaço, di 90 salên jiyana xwe de bi kurdî stran çêkirin û gotin. Xaço ku 15 salan di artêşa Fransa de leşkerî kir, 55 salan di radyoya Erîvanê de kar kir. Xaço ku di tevahiya jiyana xwe de rastî gelek zehmetiyan hat, bi dehan dengbêj gihandin.

Karapêtê Xaço bavê 5 zarokan bû û 15 neviyên wî hebûn.

Film û pirtûk[biguherîne]

Pirtûka Salihê Kevirbirî a bi navê Bir Çığlığın Yüzyılı: Karapetê Xaço (Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço) heye. Ev pirtûk piştî çapê bi mehekê hate desteserkirin û qedexekirin[çavkanî pêwîst e].

Fîlmê Mehmet Aktaş ê bi navê Dengekî zemanê berê: Karapêtê Xaço (Voice from the Past) heye.

Çavkanî[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)