- 1995 - Li Başûrê Kurdistanê, di dema operasyona artêşa Tirk ya bi navê «~Çelîk~» de 7 cotkarên Kurd ku li ser rê bûn û dixwestin biçin navçeya Sersingê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin serjêkirin.
- 2002 - Damezirandina Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistan PÇDKê li bajarê Brûkselê bi civîneke çapemeniyê hate îlankirin.
- 1845 - Bezm-î Alem Valîde Sultan, ji bo musilmanên feqîr yekem nexweşxaneya sîvîl ya bi navê "nexweşxaneya Gureba" ji xizmêtê re vekir.
- 1970 - Serxwebûna Katarê hate îlankirin.
- 1902 - Yekemîn Sînema hate damezrandin.
- 1922 - Stalîn bû sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Yekîtiya Sovyetê.
- 1962 - Yekem filîmê derhênerê Ûrisî, Andrey Tarkovskî, "Zarokiya Îvan" li Ûris hate nîşadan. Ji awirê hûnera sînemayê ev filîm pir girînge û filîmê mezûniyeta Tarkovskî ye jî.
- 1973 - Leşkerên Îsraîlê li ser Beyrûdê operasyon lidarxistin. Di operasyonê de 3 serokê Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê hatin kuştin. Li ser vê yekê li Lûbnanê xwepêşdanên berfireh ên piştgiriya bi Fîlîstînê re hatin lidarxistin.
- 1982 - Piştî ku Arjantînê giravên Falklandê dagir kir, di 2 nîsan û 14 hezîranê de di navbêra Îngîltere û Arjantînê de şerê Falklandê derket.
- 1985 - Îsraîlê de di berdêla ku Fîlîstîniyan 3 leşkerên Îsraîlê serbest berdan 1100 Fîlîstînî serbest berdan.
(Cejn ku di vê rojê de tên pîrozkirin)