Bîrûnî
Ji Wîkîpediya
Bîrûnî an jî Ebû Reyhan Bîrûnî (bi erebî: Abū Rayḥān Muḥammad ibn Aḥmad al-Bīrūnī) (bûn 15 êluna 973 - mirin 13 kanûn 1948) fîlozof, matematîkvan, astronom, fîzîkvan, ansîklopedîst, dîroknas, gerok, mamosta û dermanvanekî ji rojhilata navîn bû. wî xebatên gelekî girîng di beşên matematîk, felsefê û bijîşkvaniyê dane.
Ew li gundê Kat nêzî Xorezmê (li Ozbekîstana îro) çêbûye. Navê wî bi farisî tê wateya, berbajar. Bi şûnde navê wî li gundê wî Kat jî kirine. Ew dersên matematîk û astronomiyê ji Ebû Nasir digire.
Ew bi fîlozofên weke, Îbn Sîna, Îbn Miskawa û mîrza Abu al-Abbas Ma'mun Xawarazm şah re hevkariyê dike. Bi Mahmûdê Gaznî re diçe Hindistanê, li wê derê zimanê wan hîndibe, hem li ser ola wan, hem jî li ser felsefa wan dixebite û pirtûkeke li ser vedîtinên xwe dinivîse. Ew yewnanî, sîriyak û berberî jî zanîbû. Wî pirtûkên xwe bi (zimanê xwe yê dayîkê) farisî û bi erebî dinivîsandin.

