Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
|
|
Çavkaniya vê gotarê kêm e yan jî tune ye û ji ber vê hindê peyitandina agahiyan ne gengaz e.
Ji bo bilindkirina asta vê gotarê ji kerema xwe re çavkaniyan pê ve bike. Çi agahiya bê çavkanî be, dikare ji aliyê bikarhênerên din ve bê gumankirin, sererastkirin û valakirin. Nêrîna xwe ya di derbarê vê pirsgirêkê de li ser rûpela gotûbêja vê gotarê binivîse.
|
Dewleta Hesnewiyan (yan jî Hesenûyî, Heseneweyhî) yan jî Dewleta Berzîkan di sala 941[1], 959[çavkanî pêwîst e], 961ê[2] de ji hêla serokê eşîra Berzîkaniyan Huseynê kurê Hesen li ser navê bavê xwe Hesen, dewleta kurd ya Heseneweynî ava kiriye. Şehrezor, Dînawer, Hemedan û herêma Nîhawendê di bin hukmê vê dewletê de bûye. Paytexta vê dewletê bajarê Sermacê ye[çavkanî pêwîst e]. Ebasiyan artêşeke giran şandiye ser wan, ewan bê ku pozê yekê hûn bikin û kuştinê bikin wê artêşa giran mecbûr kirine ku ji ser welatê wan bikêşe herê. Piştî ku serxwebûna xwe bi dest xistine û aleya azadiyê bilind kirine. Di warê pêşveçûyîna welatê xwe de xebitîne û hem di warê aboriyê de, hem di warê xwendin û perwerde û leşkeriyê de gelek pêş ketine. Welatê wan hem serbixwe û hem jî welatekî aram û dewlemend bûye. Çi îmkanên ku ketine destê wan, li gelê xwe xerc kirine û bi şev û roj xwe dane xizmeta xelkê xwe. Rêvebirên dewletê weke şovelyan cangawer û merd û xweşmeriv bûne. Xelîfeyê Bexdayê bi navê Nasiredewle wan bi nav kiriye. Gelek serkeftî bûne. Ewan gelek bi merdemêranî 171 salan dewleta xwe meşandine û navên xwe bi qencî ji wê demê heya wê gavê hiştin e.
Hikumdarên heseneweyhî [biguherîne]
- ↑ Mihemed Emîn Zekî Beg (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê. Avesta.
- ↑ Clifford Edmund Bosworth (2004). The New Islamic Dynasties. Edinburgh University Press.