Ezan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Bi azanê an bangê, bangevan bawermendan di rojekê da pênc caran bangî nimêjê dike. Belê di mizgeftên mezin da azan li ser minarê dihat bang kirin, lê îro azan bi piranî bi alikariya hoparloran tê bang kirin. Azana yekemîn di diroka ola Îslam ê da ji hêla Bilal ê Habeşî li bajarê Mekkê hatîye bang kirin. Azan tim bi zimanê erebî tê bang kirin:

  • Allahu ekber (Xwedê yê herî mezin e) - 4 caran
  • Eşhedu en la ilahe illAllah (Ez şehadetî dikim ku ji bilî Xwedê qet xudayekî din tune) - 2 caran
  • Eşhedu enne Muhammaden rasulAllah (Ez şehadetî dikim ku Mihemmed resûlê Xwedê ye) - 2 caran
  • Heyya 'ala al-selah (Were nimêjê) - 2 caran
  • Hayya 'ala al-felah (Were xilasbûnê) - 2 caran
  • al-salatu xeyrun min-a-naum (Nimêj ji xewê baştir e) - 2 caran (tenê nimêja sibê)
  • Allahu ekber (Xwedê yê herî mezin e) - 2 caran
  • La ilahe illAllah (Ji bilî Xwedê qet xudayekî din tune) - 2 caran