Kafro

(Ji Kafro Tahtayto hat beralîkirin)
Kafro
Elbeğendi
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Midyad
Demografî
Gelhe (2008) 35 kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°16′59″Bk 41°24′26″Rh / 37.28306°Bk 41.40722°Rh / 37.28306; 41.40722
Bilindayî 965 m
Koda postayê 47500
Koda telefonê 0482
Kafro li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kafro
Kafro
Kafro (Tirkiye)
Map

Kafro an jî Xerabê Kefrê (bi aramî Kafro Tahtayto, bi zimanê romî Elbeğendi) gundekî navçeya Mîdyadê (di parêzgeha Mêrdînê de) ku li Tûr Abdînê de cih digre, ye. Ev gund di sala 1980an de ji aliyê Dewleta Tirk ve hatibû betalkirin lê di sala 2004an de gund ji nû ve hate avakirin. Herwiha, îro 18 malbatên sûryani/aramî tê de dijîn.

Agahiyên sosyalceografîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Kafro di rojhilat-başûrê bajarê Mîdyadê disekine û 15 km ji vî bajarî dûr e. Di navbera gund û sînorên dewleta Sûriye 20 km hene.

Erda sor taybetîyeke erda herêmê ye û gelek nangir e. Bi gelemperî kevirê berespî tê de peyda ye.

Îqlim[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di bihar û payîzê de gelek baran dibare, havîna vî herêmî jî gelek germ û zuwa derbas dibe. Germahiya zivistanê -10°C, ya havînê ji nêzika +52°C ye.

Gelê Kafro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî gotinên mezinan be, gundê Kafro Tahtayo berî jidayikbûna Îsa Mesîh hatîye avakirin. Di dema nîjadkujiya ermeniyan û Aramiyan de (di sala 1915an de) gund heta demeke bi timî betal ma.[1]. Dema ku di sala 1980an de şerê PKK û leşkera Tirk destpê kir, gundê Kafro dîsa hatibû betalkirin û gelek gund koçberiya dewletên Ewropayê dikirin. Heta sala 2004an Kafro bêkes mabû.

Herwiha, statîstikên li ser nifûsa Kafro ji sala 1900an heta 1995an wisa bû:

  • 1900: 30 malbat
  • 1915: 20 malbat (berî komkujiya Ermenî û Aramîyan)
  • 1916: 8 malbat (piştî komkujiya Ermenî û Aramîyan)
  • 1970: 46 malbat (berî şera PKK û dewleta Tirk)
  • 1992: 5 malbat (piştî destpêkirina ser)
  • 1995: 0 (malbatên dawî ji gund koç dikin)

Di sala 2004an de nêzika 180 malbatên gundê Kafro Tahtaytoyê li Ewropayê dijîn (bi piranî li Almanya, Swêd û Swîsreyê). Di sala 2006an de piştî projeyeke dirêj hinek malbat dîsa vegeriyan Kafroyê. Îro nêzika 15 malbatan li Kafro yê ku ji alîye gundiyan ji nûve hate avakirin, dijîn.

Navê gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kafro gotineke bi zimanê aramî ye û tê maneya gotinê Gund. Ji ber ku navê du gundan Kafro ye, ji wan re dibêjin Kafro Tahtayto (Gundê Jêrîn) û Kafro Helayto (Gundê Jorîn).

Ola gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêma Tûr Abdîn ku Kafro tê de cih digre, ji Sedsala Yekemîn ve heta îro herêma xristiyanan e. Lewma hemwelatên vê herêmê xristîyanên sîro-ortodoks in. Dêrên gund jî ev in:

Aboriya gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundiyên Kafro hîn jî bi gelemperî cotkarî dikin. Hêjîr, henar, tirî, kelek û zebeş yekjî genim, ceh, encûr û gelale digihînin. Gundî ajaldariyê jî dikin.

Li Kafroya kevn de 46 malên duqatî he ne: di qatê jor de malbat tê de dijiyan, qatê jêr jî wekî axur dihat bikaranîn. Hêjmara bîrên avê li gund 80 ye.

Di sala 1980an de ceyran jî gihîste Kafroyê. Di sala 2004an de gundê Kafro li hemberî gundê kevn ji nu ve hate avakirin û îro Kafro gundekî serketî ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]