Here naverokê

Mîr Muhemmed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mîr Muhemmed
Jidayikbûn1783 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1838 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mîr Muhemmed an Mîr Mihemed yan Mîr Muhemmedê Rewandizî yan jî Mamed Paşa (jdb. 1783 li Rewandiz - m. 1838 li Deryaya Reş) yek ji mîrên kurd ên Soran bû.

Mîr Muhemmed kurê Mîrê Soran Mistefa Beg bû. Di dawiya sedsala 18an de hatiye dinyayê. Ji dersdarên taybetî ders girt û perwerdeyeke baş dît. Di gelek qedemên Mîrîtiya Soran de wezîfe stend. Di sala 1814[1]/1820an[çavkanî hewce ye] de bû Mîrê Soran. Di demek kurt de Mîrîtiyên derdora xwe jî tevlî mîrîtiya xwe kir. Li ser navê xwe pere derxist û xutbe da xwendin.

Bi armanca dewleteke serbixwe tevgeriya. Dewleta Osmanî ji bihêz bûna Mîrê ditirsiya. Bi hemû hêzên xwe êrîşî ser Mîr kir. Mîr, di sala 1934ê de leşkerên osmaniyan welêt qewirand. Osmaniyan jî ser vê yekê bi Îranê re hevkarî danî û ji Brîtanya yê jî alîkarî girt. Osmaniyan bi vê sayê, di sala 1836ê de hêzên mîr belav kir. Osmaniyan Mîr vexwendin Stenbolê bo lihevhatinê. Lê li ser sozên xwe nasekinin wî li vegerê di Deryaya Reş de davêjin avê, dixeniqînin.

Emaretên kurdan di sala 1835ê de

Jiyana Mîr Muhemmedê Rewandizî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîr Muhemmed ji êla rewadî ku digihên hezbaniyan bû. Hezbanî, ji eşîra şadiyan bûn ku navê xwe ji mîrê dewleta kurd şedadiyan (an şadiyan), Mîr Mihemedê kurê Şedadê digirt. Dewleta şedadiyan an şadiyan di sala 951ê de li Başûrê Qefqazê ku wê demê parek ji Kurdistanê bû hatiye damezrandin.

Mîr Muhemmed sala 1783ê li Rewandizê hatiye jiyanê. Di sala 1838ê de jî li Deryaya Reş ji aliyê osmaniyan ve hatiye şehîdxistin. Mîr Muhemed ji keştiyê avêtine deryayê û xeniqandine. Kurê Mistefa Paşa yê mîrê Mîrnişîniya Soran bû.

Peykerê Mihemed Paşa li Rewandûzê

Sala 1830î de li dijî osmaniyan dest bi serhildanê dike. Armanca wî serbixwekirina Kurdistanê ji osmaniyan e. Serhildana herî mezin a sedsala 19em tê zanîn. Artêşa Mamed Paşa ku bi artêşa Mîrnîşîniya Soran ve bûbûn yek, di bin fermana Mamed Paşa de bêhna osmaniyan diçikîne. Ji Rewandizê heya Silêmaniyê, ji Mûsilê heya Mêrdînê, Ranya, Cizîra Botan, Akrê, Hewlêr, Koysencaq hwd, tenê hikmê Mamed Paşa derbas dibe, osmanî direvin û tirsa bi tevayî windakirina Kurdistanê dikeve dilê wan.

Sedemê serhildanê jî osmanî bi xwe bûn. Lewra împeratoriya osmaniyan piştî 300 salan, peymana ku bi mîrên kurd re mor kiribû, yekalî xirab dikir, dixwest dawî li otonomiyên Kurdistanê bîne, desthilatdariyeke navendî ava bike. Ev yeka han li dijî realîteyê bû. Kurdan ti carî viya nedipejirandin.

Hewldanên dewleteke serbixwe

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîr Muhemmed di demekê kurt de yekîtiya pirraniya mîrên kurd ava dike, sazûmaniyeke nûjen a dewleta kurd birêxistin dike. Atolyeyên hilberîna çekan ava dike û top-tivingan çê dike. Ev gelek girîng bû ku kurdan bi xwe top û tivingên xwe çêdikirin, ji kesê nedikirrîn. Li ser navê xwe dirav dide çapkirin.

Mîr Muhemmed dixwest ji bo dewleteke serbixe çi pêwîst be bike. Planên çêkirina zagonên dadwer ên bacgirtinê, vekirina bi sedan dibistan û medreseyên nû, xurtkirina têkiliyên mîran û heger gengaz be jî yekkirina mîrnişînên Kurdistanê, anîna teknîkên Ewropayê bo Kurdistanê ûêd amade dike.

Mîr Muhemmed ne tenê li dijî osmaniyan, herwiha dijî eceman jî şer dike. Lewra ew li serbixwebûna Kurdistanê digeriya, doza welateke serbixwe dikir. Di demekê kurt de artêşa kurd gelek herêmên rojhilatê Kurdistanê azad dikin. Tirsa Mîr Mihemed dikeve dilê şahê Îranê jî. Îran soz dide ew dê hêdî hêdî ji tevayî Kurdistanê vebikişin lê bo viya hinekê wext dixwazin.

Dek û dolavên osmaniyan û bikaranîna biratiya Îslamê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wê demê herçendî desthilatdarî di destên mîrên kurdan de bû jî, bandora osmaniyan li ser gelek şêx û melayên kurd zêdetir bûn. Şêx û melayan dixwastin wekî her demê ji mîr û axayan serdesttir bin. Nakokiyên di navbera şêx û mîran, mela û axayan de, her hebiye li Kurdistanê.

Osmanî ji bo serhildanê têk bibin ji şêx û mellayan alîkariyê dixwazin. Serî de Melle Hadî ku li seranser Mîrnişîniya Soran xwedî bandor bû, pirraniya şêx û melayên Başûrê Kurdistanê li dijî Mîr Muhemmed dikevin tevgerê. Di nava gel de wî reş dikin, heya bigire îdîa dikin ew kafir e jî. Şêx û melayên Mîrnîşîniya Soran di mizgeftan da waîzan didin ku "mirov nikare çek bikişîne xelîfeyê Îslamê". Xelîfetî di destê osmaniyan de bû û diviyabû osmanî li cîhana Îslamê serdest bin. Şêx û melayên wê demê heya bigire ji bo biçûkxistinê navê Mîr Muhemmed kiribûn "Kor Mamed". Mixabin Mîr Mihemed hêj jî di dîroka kurd û cîhanê de bi navê "Kor Mamed" tê binavkirin. Di viya de rola dîroka fermî ya kurd jî heye ku pirranî di bin bandora dîroka tirk de ye.

Şerê birakujiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîsa osmanî û oldarên soranan ên din bin fermana wan de bûn, gelek derew û şiltaxiyan dixin stûyê wî. Parêzgarê osmaniyan ê Bexdayê Elî Riza Paşa, dixwaze mîrnişînên kurd ên cîran li dijî Mîr Mihemed rabike, lê ewçend biser nakeve. Di nava gel de dibêjin ew çavnebar, hesûd e. Dixwaze mîrnişîniya soranan bixwe bin kontrola "kafiran". Osmanî, malbata Mîr Mihemed jî li wî dikin dijmin.

Osmanî dixwazin pirsgirêkên navbera kurdên misilman û êzîdî jî bikar bînin. Li provokasyonan digerin. Serokeşîrê Mizuriyan ji aliyê êzdiyan ve tê kuştin. Wê demê dostanî di navbera eşîra Mizûrî û Mîr Muhemmed de hebû. Osmanî destên xwe dixin nava wê jî û vê dostaniyê dixwurînin. Dixwazin Mîr berdin ser êzdiyan ku wî qels bixînin. Mixabin biser jî dikevin. Şerê birakujiyê gurr dibe, kurdên misilman û êzdî bihev dikevin. Salên 1831 - 1832 dibe salên birakujiyê.[çavkanî hewce ye]

Wezîrê darayiyê Evdilah, bi alîkariya osmaniyan dixwaze jehrê bide Mîr Mihemed. Apê wî Têmûr Axa û kurapên wî bi hêza çekdarî dixwazin wî dîl bigirin û teslîmê osmaniyan bikin. Lê Mîr Muhemmed li berxwe dide, bi wan re dikeve şer. Şerê birakujiyê de du apên wî tên kuştin. Apên Mîr Mihemed ji osmaniyan soz girtibûn, heger ew Mîr teslîm bikin dê osmanî wekî mîr wan nasbike, 10 salan ji wan bacê negire û gelek pere û xelatan bide wan.

Osmanî herwiha ji îngîlîzan jî alîkariyê dixwazin, hin rayedarên îngîlîzan jî ji ber ku ji serxwebûna kurdan nerazî bûn, li kuştina serê Mîr digerin. Bijîşkekî îngîlîzan tevli vê karê provokasyonê dibe.

Şêx û mela biserdikevin, baweriya gel bi serhildanê didin sistkirin. Yekîtiya mîrên kurd ku Mîr Mihemed qismen çêkiribû, tê xirabkirin. Lê osmanî û Îran nikarin serî bi Mîr Muhemmed re derînin.

Mîr diçe Stembolê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Osmanî plana duyem, taktîka xwe ya klasîk diceribînin. Ango riya dîplomasî û xapandinê. Qasida dişînin ku wan daxwazên Mîr Muhemmed pejirandine û wî vedixwînin palasa (qesra) paşayên osmaniyan li Stembolê. Mîr viya dipejirîne û tedbîrên xwe jî digire. Li ser daxwaza wî, hêzeke taybet a çekdar pê re tê Stembolê.

Osmanî wî bi seremoniyan pêşwazî dikin, qedrê wî digirin. Nîşaneya "beylerbeyi - begêbegan" didin wî hemî daxwazên wî qebûl dikin.

Osmanî ji wî dixwazin ku ji bo ewlekariyê ew bi riya deryayê here Trapezonê û ji wir derbasî Kurdistanê, bajarê Erzîromê bibe. Lewra Trapezon nêzîkî Erzîromê ye û piştî wê ji xwe Kurdistan e, ji bo Mîr bi ewle ye. Mîr viya qebûl dike, dikeve serê wî. Lê osmanî di amadekariya kujtina wî de ne. Mîr davêjin deryayê dixeniqînin. Hinek jî dibêjin ew nehatiye xeniqandin lê di keştiyê de ew kujtine.

Osmanî bi fermî dibêje ku ti elaqeya wan bi kujtina Mîr re nîne. Wan Mîr vexwendine û daxwazên wî pejirandine, ti sedem nîne ku ew Mîr bikujin. Osmanî herwiha didin xuyakirin ku ti agahiya wan ji aqûbeta Mîr nîne. Kurd jî bi vê daxuyaniyê bawer dikin û Mîr tê jibîrkirin.

Piştî kuştina an gorî osmaniyan windabûna Mîr Mihemed îcar birayê wî Resûl Paşa tê ser text. Lê osmanî paşê bi derketina şerê osmanî û rûsan ve, Resûl Paşa dikişînin nava şer. Artêşa kurd di bin fermana Resûl Paşa de îcar ji bo "biratiya Îslamê" şûr dikişîne rûsan. Kurd wekî her carê dîsa bi navê biratiya îslamê xwe malmîrat dikirin, xelk dikirin xwedî tac û text lê ocaxê xwe jî kor dikirin.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ David McDowall (1996)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]