Modernîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Modernîzm, peyva “modern” cara ewil bi şeklê “modernus” di dema sedsala 5an de derdikeve pêşiya me. Ev peyv jî ji bo veqetana heyama Mesîhî û heyama Pagan an jî Romayî hatiye bikaranîn. Peyva modern piranî hatiye bi wateya . An jî tiştê ku nû yan niha dest pê kiriye. Wek mînak di wêjeya tirk de peyva “cedîde” ango nû ji bo wêjeya nûjen hatiye bikaranîn: Edebîyat-ı Cedîde[çavkanî hewce ye]. Modernîzm, wek mêjûyî di sedsala 18an de digel geşedanên zanîstîû ramanî derketiye holê. Modernîzm ji bo wêjeyê têgeheke estetîst e. Armanc bi tenê “huner” e. Modernîte, serdestiya “mêjî” ye, “hiş” e. Mejiyê, digêjîne têgiha “geşedan” û “azadiyê"[çavkanî hewce ye].

Modernîte peyva “liberation”ê ango rizgariyê pir tîne ziman. Em dibinîn ku sê bîrdozî(îdeolojî) derdikeve holê: kapîtalîzm, komûnîzm û faşîzm.

Desthilatî, ji berê zêdetir dikeve jiyana mirov. Michel Foucault ji bo vê, têgiha bîyo-desthilat bi kar tîne. Ji desthilatê tu kes nikare xelas be.

Gava ku em dibêjin modernîzm, bêjeya “rojava” tê bîra me, ji ber ku li wir dest pê kirîye. Modernîte ne bitenê balafir, avahî, navenda dan û standinê ye, modernîte berî her tiştê, guhertineke paradîgmayê ye, jiyaneke sekuler e.

Di Wêjeya Modernîst de (an jî Nûjen) “Mirov”[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Yewnana Kevnare de li nîvenda gerdûnê, dinya heye(Arîsto). Her tişt bi awayeke rêkûpêk (sîmetrîk) li dor dinyayê dizîvire. Di estetîka wêjeyê de jî teraz û sîmetrî heye. Di Îlyada û Odysseia ya Homeros de pîvana Heksametron heye. Di hemû peykerên Yewnanî de laş wekî hev e, bisîmetrî ye.

Serdema navîn a Rojavayê jî mîna Arîsto ye. Cudabûna wan bitenê ev e ku di herî dervêyî gilor de, bihuşt û dojeh heye. Dîsa sîmetrî û aheng heye. Mînak: Dante Alighieri-Komedyaya Xwedayî. Wekî wêjeya klasîka Rojhilatê. (Pîvana aruz)

Di serdema Ronesans û Ronîbûnê de, rastiya dînî, cihe xwe diterikîne hiş û zanîstê. Êdî ezmûn û çavdêrî hene. Êdî gerdûneke binîvdera dinê tune. Agahiyên pirtûkên pîroz tên beravajî kirin. Daringperestiya aqlî, dibe serdestiya xwezayê. Pêbaweriyeke mezin li zanîst re çêdibe. (Isaac Newton, Nicolaus Copernicus, Johannes Kepler, Galileo Galilei) Wek mînak helbesta binav Lavijên Konfusyus a Friedrich Schiller dikarin nişan bidin. Metnên serdama 19em de sêbareya duh-îro-sibê heye. Li Pirsên Li kû? Kêngê? Çawa? Çima? re bersivên misoger hene. Li wan berheman de dinyayeke nas, dinyayeke ku li xwendevanan re beyanî nîne, heye. Dozîneya Mîmetîk derbasdar e. Stendhal: “Roman, neynikeke ku di domahîya rê de tê gerandin.”Romana realîst a sedsala 18-19em de honaka hîmî, vegotina çîrokê ye.

Ramana skolastîk, bîrdoziya olî, feodal tên rexne kirin û dinyayeke sekuler tên afirandin. Piştî sedsala 16em pêvajoya takekesîbûn dest pê dike. Piştî Şoreşa Senayiya yekem, li berheman, mirov heta dawiya sedsala 19. de leheng e. Dogma tune, hiş, demokrasi, vîna azad heye. Wek mînak di Bihuşta Windaya a John Milton de, şeytan fikren xwe vedibije. Di Fausta Johann Wolfgang von Goethe de Şeytan û Xwedê li mercên wekhev de ne.

Serdema 19an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serdema 19an de serdestiya daringê dest pê dike. Felsefeya materyalîzm (Daringperestî) derbasdar e. Karl Marx dibêje ku: “Binesazî seresaziyê çê dike. Binê her tiştî de aborî heye. Darwîn bi angaşta tekamûl dikeve qada zanîstê. Comte, bi pozîtîvîzmê derdikeve pêşberê me û bizava naturalîzm li bin bandora wan ramanan derdikeve holê. Rastiya fotografê derbasdar e. Êdî mirov ne leheng e, tebatî ye.

Serdema 20an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sedsala 20an de rewş diguhere. Êdî li fîzîka Isaac Newton biguman e. Ligel xebatên Max Planck, Albert Einstein, Werner Heisenberg tê dîtin ku dem îzafî ye û madde an jî daring di rewşeke nediyarîyê de ye. Li cihê têgihên misogerîya zanîstê, determînizmê (Têkiliya sedem û encam)û neguhertina zanîstê; têgihên nediyarbûna zanîstê, dibetî, izafiyet tên bikaranîn. Sigmund Freud û Carl Gustav Jung behsa binehişîya mirov û civatê dikin. Friedrich Wilhelm Nietzsche dibêje Xwedê mirîye. Navdarê vî serdemê Kafka ye. Franz Kafka û James Joyce atmaosfereke beyanî diafirînin. Bertolt Brecht, li dinyaya derveyê ditewişîne.

Di estetîka nû de tevayî û berbawerî tune. Kerî kirin heye. Di wêjeya modernîst-avangardîst (Bizava Hunera Pêşvexwaz: Futurîzm, Dadaizm, Kubîzm, Fovîzm ve Ekspresyonîzm) de:

  1. Teknîka montaj-kolaj(jêwergiran) heye.
  2. Rastebana teşe-honak-sazî heye.
  3. Rêwîtiya bîr û hişê heye.
  4. Afirandina gerdûneke nû heye
  5. Sêbareya duh-îro-sibê ji holê radibe.
  6. Estetîka mîmesîs bi dawî dibe.
  7. Dinya wekî ku bûye na, bi parçeyên rastiyê ve, ji nû ve tên afirandin.
  8. Rêza bûyerê, bi awayeke kaşker nayê vegotin.
  9. Hunermend parçeyên rastiyê, xewnên xwe digre, derdixe li ser fetlokên hişê/binehişê û şêwe dide wan malzemeyan.
  10. Lîstikeke ku li ser honak/teknîk/sazî tên lîstin.
  11. Tiştên tên vegotin mecbur nîne ku li hev rastiya wêneyî û dîrokî bike.
  12. Paradîgma tê guhertin.

Em dikarin James Joyce, Marcel Proust, Franz Kafka, Marc Chagall, Alberto Giacometti, Hasan Alî Toptaş, William Butler Yeats, Thomas Stearns Eliot, Ezra Pound mînak bidin.

Heya sedsala 20an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Dinyayeke nêzikî dinyaya me hebû.
  2. Sêbareya duh-îro-sibê hebû.
  3. Honaka hîmî, vegotina naverokê bû.
  4. Têkiliya sedem-encam hebû.
  5. Saziyeke bisînor hebû.

Veguhêranên Sedsala 20an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Zanîst-teknolojî
  2. Qezenç kirin-dirav-prestîj
  3. Li xwezayê û hawirdor re beyanîbûn
  4. Di hilberîna pevrayî de xwedî agahî bûna parçeyî, ne tevayî
  5. Rasteqîna aşopî
  6. Emperyalîzm

Dema di modernîzmê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sînorên navbera dinyaya mirov û dinyaya derve namîne. Dem, di hişê me de ser xetekî naherike. Li hiş û binehiş de dem hildipeke. Teknîka herikana hişê û teknîka paşdeveger(flash back) tên bikar anîn. (Wolf- Fanosa Deryayê)

Honaka di modernîzmê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Du cur in:

  1. Pevgihandina giravokên metnên hevdû cuda. Joyce(Yên Dublînê), Oğuz Atay(Yen ku xwe ranegirtine.)
  2. Honandina wekî ku çîrokeke tevayî hebe: Metnn, li dûrî mentiqê diherike. Saziya metnê li hundir, di rastebaba wateyê de tên xera kirin.

Her du honak, serpêhatiya honakê ye ne ya bûyerê ye. Armanc, ne nivîsana romanê ye, armanc honandina romanê ye. Di romanên kevneşopî de dema ku em wate, çîrok an jî lehengekê derxînin, berhem xera dibe. Lê di modernîzmê de ev teraz wekhev e. Wekî helbestê ye. Şêwe an jî teşe hin girîng e.

Hêma û nîgaşa di modernîzmê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di metnên modernîst de wate dikeve tengîyê, ev jî teknîkeke honakê ye. Teknîka optîk a piralî tê bikar anîn, ango bûyer yek e lê vebêjer pir in. Ji aliye wateyê ve, wate tê parçe kirin, giravokên metnê çêdikin û vê berevajî dikin. Hêma, cihekê girîng digire. Li gorî wan, wêje bi awayekî wekî din vegotin e. Em dikarin bibêjin afsuna gotinê. Alegorî, nişane, bibîrxistan, nîgaş taybetiyên berhemên modern in. Kêzikbûna Gregor Samsa hêmayek e. Hêma bi pey hev nê. Li ser hev lod dibe, dinije, divirvire. Wêjeya avangardîst de teknîka honakê hem pir wateyî ye hem jî pir bitebeke ye. Di metna de teknîkên sêwiriya teşeguhirîn û intertextual tên bikaranîn.

Elîtîzm(Bijarteparêz)a Modernîzmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo nivîskareke modernîst, tu tişt ji hunerê girîngtir nîn e. Nietzsche: “Jiyan bi tenê ji zaviyê estetîkê lê bête nihêrîn, watedar dibe.” Xwendevan, xwe di nav lîstikên şêwe de winda dike. Ji ev netnên ku fêm nake, dûr dibe. Ji nav xwendevanan de hêjmareke kêm vê wêjeyê dixwîne. Modernîzm gazî xwendevanên elît dike.

Dîroka Çîroka Modern[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nîkolay Gogol (1809-1852: Mirovên ji rêzê. “Qapût” “Em hemû ji qapûtê Gogol derketin.”
  • Edgar Allan Poe (1809-1849): Tirs, fantastik. Analîzên giyanî. Hêma. Xewn. Perî. Di fîzîkê wê de. Wêjeya undergrand.(Kaçax) “Şaytana li qûleya naqosê)
  • Guy de Maupassant (1850-1893): Çîroka bûyerê. Bûyerên ji dûrê rêzê. Serhilhan li dijî dêr-kevneşopî-hawirdor. “Eyara rûnê”
  • Anton Çexov (1860-1904): Şêweyeke nû. Aboriya gotinê. Rewşên ji rêzê. Çîrokên neqedîyayê.
  • Katherine Mansfield (1888-1923): Monolog. Herikiya hişê. Dawiyeke balkêş tune. Mirovên reben û biêş. Îmkanên sînemayê.
  • James Joyce (1882-1941): Dengê bajarê. Yên ku li Dunlînê ye- Hêza muzîk, helbest û dîmen.
  • Franz Kafka (1883-1924): Tengavîya, asêbûna, nederana mirovên modern. Dinya girtîgeheke mezin e. Hemû navgîn veguheriye armancê. Mirov ji xweaya xwe dûr ketiye. Geremoliya li hişê.
  • William Faulkner (1897-1962): Tundî, tirs, bengînî. Hostatiya şêwe. “Ji bo Emily gulek.” Li yekê zêdetir qoziya nêrînê heye. Bi tene diyalog. Flash back, herîkiya hişê, vegotina sembolik.
  • Jorge Luis Borges (1899-1986): Dixwaze ku hemû dîroka mirovî ji nû ve şîrove bike. Hert tişt ji pêşîyê hatiye kirin. Dem dûrê rastîyê ye.
  • Sadiq Hîdayet (1903-1951): Li nivîsandinaWekkafkayî nûnera rojhilatê ye. Rebenî, mirovên rojhilatî ku bin kevneşopî û nederanê de ne. Li ber tunebûnê ve çûyîn. Di navendê de felsefe û teoloji heye. Hişeke birîndar. Tengavî û xwekuştin.
  • Gabriel García Márquez (1928): Bizava Realîzma mîstîkê diafîrine. Efsaneyan, nûçeyên rojnamê, xewnan, rasthatinan, mucîzeyan dixe nav hev û çîrokê dinivîse. Axaftinên hundir, herikana hişê, rîtma helbesî, bibîrxistin.
  • Ji bilî wan nivîskaran Julio Cortázar, Truman Capote, Wolfgang Borchert, Raymond Carver, J. D. Salinger, Italo Calvino, Carlos Fuentes jî hene.