Quling
| Quling | ||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Rewşa parastinê | ||||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||
|
||||||||||||||
| Navê zanistî yê latînî | ||||||||||||||
| Grus grus Linnaeus, 1758 |
||||||||||||||
| Hevwate | ||||||||||||||
|
Grus turfa Portis, 1884 |
Quling an jî qazîquling (bi latînî: Grus grus) balindeyeke famîleya qulingan e. Gerden û pê û stûyên qulingan dirêj e, nîv kund, çengdirêj in û nikulê wan stûr û dirêj e û fesala leglegeyî. Şaperrên wan bi ser kuriya wan de dihên. Nêr û mê rengek in. Li ser axê hêlînê çêdikin.
Li Kurdistanê du cure jê hene: quling û qulingê stûreş ê biçûk.
Quling 115 cm dirêj e. Şînekî bi ser risasiyê tarî ve ye. Enî û piştpatik û serê kuriyê reş in, erzing û binerzing bi ser reşî ve ne, gîxeke spî ji alekan dest pê dike heta ser milan diçe. Kulovanka serî sor ve ye. Nikil risasiyekî bi ser keskî ve ye û binê wî sor ve ye û ji yê leglegeyî û şaqavî kurttir e. Çav sor in. Pê û roq (baskê pêyî) reş in.
Balindeyeke sil û gelekî kûvî ye. Rêveçûna wî giran e. Dema dest bi tirsê dike serê xwe radike û stûyê xwe jêk tîne der. Komkome digerin. Li çûnê li hewa refa xwe wekî forma tîpa V lê dike.
Di nav reviyan de li perê çem û robaran dijîn. Zivistanan qesta deştan dikin. Li ser erdê hêlînê çêdikin.
Îlonê ji milê bakurê rojava ve ber bi başûrê rojava ve qesta Kurdistanê dikin. Li welatên skandînavî û Ûrisê û heta Almanya û welatên Balkanê û Tirkiyeyê û Tirkmenistanê bo nişîv û heta rojavayê Sîbîryayê bo milê rojhilatê û li hindek cihan ji başûrê Spanyayê û li bakurê Îtalyayê têjikan tîne derê. Zivistana xwe li hevda Deryaya Spî û Îraqê û bakurê Afrîkayê heta Sûdanê û Etiyopyayê li nişîv diborin.
Çavkanî [biguherîne]
- Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28