Zaro Axa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zaro Axa

Zaro Axa (z. 1774, Bidlîs − m. 29 pûşper 1934, Stembol), kurdekî ku di wextê xwe de di cihanê de mirovê herî temendirêj bû. Deh padîşahê Osmaniyan û serokkomarekî dîtine. Beşdarî şeş şeran bû. Gorî hine çavkaniyan heft, gorî hineka 13, gori hineka jî 29 caran zewiciye. 13 zar û 29 neviyên wî hebûne.

Di sala 1774an de li bajarê Bidlîsê navçeya Motkiyê hate dinê. Berî ku jiyana xwe ji dest bide, ji bo danasînê wî birin Amerîkayê. Li wir bala çapemeniya Amerîka û cîhanê kişand. Li Amerîkayê gelek populer bû. Li gorî agahiyên ku Rohat Alakom dide, di pasaporta Zaro Axa de rojbûyîna wî di 16.02.1774an de cih girtiye. Zaro Axa di 29ê pûşperê sala 1934an di 160 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide û koça dawîn dike.

Piştî mirina Zaro Axa, ji bo kifşkirina sedemên temendirêjiya wî li ser termê wî otopsî hate kirin û ji bo wê mejî, dil û kezebê wî ji nav laşê wî hate derxistin.

Çavkanî[biguherîne]

  • Rohat Alakom, Dünyanın En Yaşlı Adamı Zaro Ağa (1774-1934), Avesta, 2009.

Girêdanên derve[biguherîne]