Şankuş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Çinguş hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Şankuş
Çinguş
Çüngüş
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir (parêzgeh)
Serbajar Şankuş

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 37 gund

Gelhe (2008) 13.837[1] kes
Rûerd 489 km2
Berbelavî 28,3 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 2.781 kes
Koordînat 38°12′43″Bk 39°17′14″Rh / 38.21194°Bk 39.28722°Rh / 38.21194; 39.28722
Bilindayî 990 m
Koda postayê 21870
Koda telefonê (+90) 412
Nexşeya cihan Tirkiye
Şankuş is located in Tirkiye
Şankuş
Şankuş

Şankuş[çavkanî pêwîst e] an jî Çinguş[2] (1928: جونكوز / "Tchuneguch" (Çunguş)[3], 1946: Cüngüş/Çüngüş[4], bi tirkî: Çüngüş) navçeyeke Amedê ye. Di sala 1953'an de bûye navçe. 117 km dûrî Amedê ye. 37 gund û 32 mezre girêdayî navçeyê ne. Rûber 489 km², bilindahî ji rûyê avê 550 - 2.200 m ye. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara navendê 4.713 û bi giştî jî 15.308 e. Gel ji xeynî karmendên dewletê ji kurdan pêk tê.

Axa navçeyê ji bo çandiniyê û xwedîkirina ajalan bikêr nîne. Hemî daristanên mayî hatine rûxandin. Gelê herêmê xizan e. Bendava Qereqeyayê (Karakaya) di axa navçeyê de ye û salê 9 mîlyar KWh hilberîna elektrîkê dike. Dewleta Tirk elektrîkê difiroşe welatên cîran[çavkanî pêwîst e]. Li navçeyê gel ji tunebûna elektrîkê, bêkarî û xizaniyê gilîdar e.

Çavkanî[biguherîne]

  1. tuik, 2008
  2. Abdullah Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrì terrîtorî 1927-1997. Stockholm.
  3. Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından, Hilal Matbaası, İstanbul, 1928.
  4. Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.

Girêdanên derve[biguherîne]

Malpera şaredariya Çinguşê